Cejna ezîd bi coshek mezin hate pîroz kirin

Ezidi.com / Elmanya

Shahîya Cejna Êzîd li Nienburg
Shahîya Cejna Êzîd li Nienburg

Cejna herî mezin ya di ola Êzîdatîyê de, cejna Êzîd, li her alîyê cîhanê ku Êzîdî lê dijîn bi coshek mezin hate Pîroz kirin.
Li Elmanya bajarên Bremen, Nienburg, Celle, Bielefeld û Leer bi tevlibuna bi hezaran mirova di salonade hate pîroz kirin.

Li Bremen bi sedan kes hatin cemhev

Shahîya Pîrozbahîya cejna Êzîd ku li bajarê Bremen taxa Blumenthal, di salona Bexçê Zarokade bi tevlîbuna zêdetirî 600 kesî hatê çêkirin. Pîrozbahîya cejna Êzîd di seat 19:00´de bi rezgirtina deqeyekê jibo shehîdên 72 fermanê destpêkir. Di peyra sebeqa ji qewlên ola Êzîdatîyê hatin xwendin. Shahîya Pîrozbahîya Cejna Êzîd bi muzîk û helbesten hunermendê ciwan Pîr Xerbî heta derengî shevê berdewamkir.

Cejna Êzîd li Nienburg bi coshek mezin hate pîroz kirin

Li Elmanya bajarê Nienburg´ê shahîya Pîrozbahîya Cejna Êzîd ji alîyê Yekîtîya Ciwanên Sherfedîn û Mala Shêx Hesê ve hatê organîze kirin. Di shahîya pîrozbahîya cejna Êzîd´de navdarên Êzîdî weke faqîr Kalo, Shêx Ferman, Shêx Hasê û betirî 1000 hezar kesîjî emadebun.
Shahîya pîrozbahîyê di seat 15:00´de bi rezgirtina deqeyekê jibo shehîdên 72 fermanê destpêkir. Di peyra Faqîr Kalo, Qewl xwendin. Di shahîyêde hunermendên ji civaka Êzîdî, Hunermend Zerdesht, Evîn û Neco amadebun û bi muzîk û awazên wan Shahîyê heta derengî shevê berdewamkir.

Li Celle, Leer û Bielefeld jî bi tevlibuna bi 100´dan mirova cezna Êzîd hate pîroz kirin.

Warê Êzîdîya û Asurî-Suryanîya Shewitandin

ezidi.com / Hezex

Pishtî serkeftina cenga hiquqê ya gundîyên Kîwexê û Sarê, edî kesên bi dev dost û bi dil dijmin eshkere bun. Bi derêxistina cerdevanan ji herdu gunda, tehdît, çavsorî û çewisandina liser gundîyê Kîwexê û Sarê zêde bu. Kesê ku bu pisht ji ve tehdît, çavsorî û çevisandinêre Qaymakamê Hezexê, Fatih Akkaya´ye. Ligorî agahdarîyên ku gihîshtin destê me, qaymakamê Hezexê ku nu hatîye ser kar, gef li Êzidiyên gundê Kîwexê û Asurî-Suryanîyên Sarê xwarina û gotîya heger hun nehêlin cerdevan careka din vegerin gundê Kîwexê û Sarê, ewê gundekî ji cerdevanare di navbera gundê Êzîdîya Kîwexê û gunde Asurî-Suryanîya, Sarê´de ava bikin. Pishtî gotina qaymakam gundiya birêya hiquqî serî li Walîyê Shirnexê dan. Pishtî ku gundîya harzîhal ji Walî´re shandin. Qaymakamê Hezexê, Fatih Akkaya gundî tehdit kirin û bi gotina wî, leshkerên ku li Radara cem Gundê Êzîdîya Kîwexê dimînin. Bi topê hawanê agir berdan çîyayê Kîwexê û Sarê. Pishtî ku agir bi çîyê ket, gundîya xest vemrînin. Leshkera gundî tehdît kirin û gotin ku "heger hun herin êgir bimrînin emê we bikujin û bêjin ku terorista ew kushtina" nehishtina ku kesek agir vemrînê. Shöfêrekî ku sefera Êraq û Tirkîyê dikê nexwest navê wî bê diyar kirin. Ji ezidi.com re axivî û wiha got "gava ku ez ji Êraqê vedgerîyam, min dît ku agir ketîya çîya´yê binya Kîwexê û Sarê. Agir nu ketîbuyê. Min tiranbêla xwe bi hêrz ajut, ku ez zu bighîjim qereqola leshkera ya qartmînê. Jiber ku berî ku agir berfireh bibê ez xeberê bighînim wan. Ez li derba qerekolê sekinîm, leshkerek li devê qereqole bu, min jer got ez bi awayekî lezgînî dixwazim bi fermandarê qereqolê re bi axivim. Min dît fermandar ji qereqolê derket û ji minre got"çi bu", min jêre got ku agir bi çîyayê Kîwexê û Sarê ketîyê. fermandar hers bu û ji minre got"ma qey tu karê tey din tuneye, te tij êgire", min got belê wele karê min heye ez dixwazin zu bighîjim mal, fermandar got"wî çaxî bi qeshite here" û vegerîya ket qerekolê. Min dît leshkerek ji kêleka qerekolê derket hat ba min û bi kurmancî ji minre got" xêre bira" min got, min xwest qencîyekê bikim, agir ketîya çîya yê Kîwexê û Sarê, berî ku bela bibe 4 lesker herin dikarin vemrînin. Weke ku min tishtekî nebash kiribê bi minde xeyîdî. Wî leshkere kurd jiminre got " bira wan agir berdayê (Leshkera) lewmajî xeyîdî. Divirde jî derdikeve berçava ku bêtehamulîya di hember Êzîdîya û Asurî-Suryanîya´de gelekî mezine û jîyana kesên li wêderê dijîn di xeterîyêdeye. Jiber ku bi zaneyî çîya yê gundê Êzîdîya Kîwexê û Asurî-Suryanî hate shewitandin. Heger Êzîdî û Asurî-Suryanî di hember wê shewatêde bê deng bimînim, Îro çîya siba jî wê gundê wan bêne shewitandin û du siba jî, Êzîdî û Asurî-Suryanîyê ku diçin rihatîyê wê bi awayekî wekirî li kolana bên qatilkirin. em weke ezîdî.com, bang li Êzîdî û Asurî-Suryanîya dikin ku li hember vê komkujîya xwezayê bêdeng nemînin. û hesab ji berpirsîyare bipirsin...!!!emen.