Kurtejîyana Hozan Dilgeş

hozandilges@ezidi.com

Hozan Dilgeş di sala 1952 de li gundê Fisqînê ku girêdayê navça Nisêbîn-Mêrdînê, lawê malbatek Pîr ji civaka Êzîdî hate dinê.

Jiber ku dinav ola Êzîdatîyê de Tembur haceteke pîroz tê dîtin û ahînê Êzîdîyan bi muzik tên gotin. Û karê muzîkê bi teybetî Pîranî dikê, razan û gavik avêtina lorîkîtîya Hozan Dilgeş, liber dengê tembura bavê wî Pîr Nawroz, derbasdibê.Hozan Dilgeş di emrekî biçukde dest bi lêdana temburê dikê û di Tora Rengînde, di demek kinde dengê wî bela dibê.

Hozan Dilgeş, di sala 1975´de bi awayekî pirofesîyonal dest bi xebata hunerê dikê û Kaseta wî a yekemîn di sala 1978 de bi navê "ma qey bindestî bahra meye lo" tê tomar kirin.Kaseta 2 di sala 1979 ´de bi navê „dayê hêsîrê, ti pir jar û mestî, te por sipî kir, hêjî bindestî“ tê tomar kirin. Pistî kaseta xwe ya 2 an. Hozan Dilgeş, di 15.09.1979´de ji Kürdistanê berê xwe didê Ewrupa û tê Elmanya.

Çiqasî ji welatê xwe durketibê jî, dilê wî û serê wî li welatê wî dimîne.Û karê xweyî hunerî li Elmanya jî, berdewam dike û di sala 1980´de kaseta xwe ya 3´ya bi navê „de lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêxin“bala gel dikşîne ser zordarîya lı Kurdistanê û bi teybetî ser Rojhilatê Kurdistanê ku dibin xwînxwarîya Xumeynî de di nale. 1981´de kaseta 4 bi navê „Newroza, Newroza cejna gelê me“ derdixe. 1983´de kaseta xwe ya 5 bi navê „Karkero Piroletero“ derdixe. 1986´de kaseta xwe ya 6 bi navê „serî dan û Sir nedan liser Nemir Kawayê hemdem Mazlum Doxan, derdixe. 1989´de kaseta xwe 7´de bi navê „Muxtaro“balê dikisîne ser xîyanetê. 1990´de Kaseta xwe ya 8 bi navê „biçukê canê“ balê dikisînê ser komkujîya Helepçe.

Piştî vê kaseta Hozan Dilgeş, nexweşîya şêkir ku berî hingî lê hebu, giran dibe û bê pirsgirêkek mezin ji kar û xebatên wî ê hunerî re. Di hindiruyê 10 salanda Hozan Dilgeş, bi wext carna 6 meh carne behtir di neweşxanade dimîne û gelek caran tê ameliyat kırın. Û hertim nexweşîya wî şêkir girantir dibe. Di dest peka sala 2000´de tendirustîya Hozan Dilgeş baş dibe û ew careka din destê xwe davêjê tembura xwe û Kaseta xwa ya bi navê „ez û yar“ çêdıke û caraka din xwe digihijînê hezjêkirîyê muzîka xwe. Ev nêzîkî 2 salaye ku carekadin tendirustîya Hozan Dilgeş jiber nexweşîya şêkir nebaş buye.

Hozan Dilgeş, zewicîye û bavê 10 zarokaye. Weşan: 05.12.2006 Bexşî GÜNAY

Hunermen Evîn

 

Kurtejîyana Hozan Zerdeşt

zerdest-merdini@hotmail.de

http://www.zerdest.de

HOZAN ZERDEŞT, Li gündekî giredaye navça Mêrdîn-Midyad´ê hatî dinê.

Di temenî biçuk de alaqa wî jibo hunerê çêdibê û di 14.Sali ya xwede, Temburekê ji xwere dikirê û bi alîkarîya hevalê xwe, ên bi kare müzikê alakadar dibin, xwe hînî Temburê dikê.

Hozan Zerdeşt, piştî ku xwe hînî Temburê dikê, dest bi, jiber kirina helbestên gelerî dikê û di demek kinde, gelek helbestên gelerî jiber dikê û tevlî Şahî û Dawetên herêmê dibê.

Hozan Zerdeşt di sala 1985´de neçar dimînê û koçî Ewrupa dikê.

Û li Elmanya jîyana xwe berdewam dikê.Pistî du sala têkilîyên Hozan Zerdeşt, bi sazîyên Kurd ên bi Hunerê re, alakadar dibin çêdibe.

Û di heman salêde, bi çend hevalên xwe ve, Koma Mêrdîn avadikê. Ev kom bi qasî çarsala berdewam dikê. Piştî çarsala Hozan Zerdeşt navê Koma xwe diguherînê û dikê Koma Medya û di heman salêde Kasetekê bi navê Aşîtî derdixê.

Le daxwaza Hozan Zerdeşt ewe ku karibê biserê xwe hünera xwe, peşkeşi hezjêkiryê xwe bikê. Heta niha Hozan Zerdeşt gelek caran tevli Şahi ü Bername teybet li Televisionen kurdi li ewrupa buye.

Hozan Zerdeşt niha bi tenê karê xweyî hunerî berdewam dikê û di nava amadekarîyên CD û Clip deye…

Kurtejîyana Hozan Alan

Hozan Alan, di 02.02.1972´de li gundekî Herêma Biserî´ê girêdayî navça Batman´ê lawê malbateke Dengbêj, lê xizan hate dinê. Jibo çareserkirina pirsgirêka aborî Bavê Hozan Alan Sivantîyê dikê.

Weke gelek Sivana, bavê Hozan Alan jî, jibo ku kerîyê pez di gotina wîde bimînê Xwe hînî bilurê dikê û bi demêre li herêmê dibê bilurvanekî navdar. Lorîkîtîya Hozan Alan, liber dengê bilura bavê wî derbas dibe. Hozan Alan hîn di temenekî biçukde, di ber bilura bavê xwere dest bi gotina sitrana dikê.

 

Jiber ku di malbata Hozan Alan´de dengbêjên bi nav û deng ên weke Mihema ê Temo, Birahîm ê Temo, Mistê ê Resît u Genco ê Birahîm hebun, ev yek jî bu minasebeta ku alaqaya wî jibo Hunerê di temenekî biçukde çêbibê û bi deh salîya xwe tevlî koma Dengbêja dibê û xwe hînî Temburê dikê.

Bi destpêka Soresa Rizgarîya Netewa Kurdistan re, herêm dibê qada ser û çiqas diçê tevlîhevî bêhtir dibê. Malbata Hozan Alan jî, neçar dimînê û xelasîya ji tevlîhevîya liser xaka pîroz, di derketina ji welat de dibînin û di sala 1989´de koçî Elmanya dikin.

Bi hatina Elmanya re, jîyana Hozan Alan jî, tê guhertin û di pey du sala re Hozan Alan, giranîya xwe careka din didê ser hunera xwe. Hozan Alan komek muzikê bi navê “Koma Alan” saz dikê û di sala 1997 ´de bi awayekî pirofesîyonal karê xwe ê hunerî berdewam dikê.

Bi salaye Hozan Alan, tevlî gelek cejn, sev û sahîya dibê. di SU TV´de, jibo demekê pêskêsîya bernama bi navê ALAN SHOW dikir. Niha jî di DEM TV pêskêsîya bernama bi navê ALAN SHOW dikê.

Hozan Aydin Ronak

 

Hozan Melek

 

Hozan Îmat Selim

 

Kurtejîyana Hozan Emer

Hozan Emer di sala 1977 li bajarê Midyadê (Bakurê Kurdistanê ) hate dinê. Jiber ku Bavê wi Dengbêj ü birayê wi ê mezin Temburvan bu, hina di Temenkî biçukde, muzîkê bahla Hozan Emer, kishan û ew kir evindarê Muzikê. Di sala1983 Bavê Hozan Emer nexwesh dikevê û roj bi roj tendirustîya wî xeter dibê. Bavê Hozan Emer bi hêvîya dîtina tendirustîyek bash diçê Elmanya.

Di 1985´an de Bavê Hozan Emer nameyek ji malbata xwere, dishîne û dixwaz dikê ku tevahîya malbatê wî werê cem wî. Bi vê minasebetê malbata Hozan Emer tevlî wî koçî Elmanya dikê.

Pishtî hatina Hozan Emer li Elmanya, alaqeya wî jibo muzikê behtir dibê. Û dikevê nav hewldanên jiberkirina helbestên Kurdî ên gelerî. Hozan Emer, bi demêre dest bi afirandina helbestê, shorshgerî, gelerî evînî dikê.

Di salên 1986-1995 bi gelek Hünermenda re Tevi Shevên ü shahiyên Netewî  dibê. Di sala 1996´de Tembura Mixaletîyê wî Bêno bala wî dikishînê. Hozan Emer ü Bêno Herza xwe ya muzîkê dikin yek û dest bi karê dewata dikin û li hemu alîyên Elmanya derdikevin daweta û bi awayekî pirofesîyonal karên muzîkê berdewam dikin.

Hozan Emer tevi gelek bernameyên Televizyona Kurdi jî dibê, 1996 Bernama Ciwanên Baz (MED TV), 1997 Konsêr (MED TV), 1997-1998 Klipa Canamini tû Shêrini di MED TV hatibu weshandin, di 1999 tevlî Bernama Zindi ya Cejna Êzîd di MEDYA TV dibê. Heya neha jî, Hozan Emer karê Muzîkê dikê, diçê Daweta ü tevli Shahiyên Netewi û Oli dibê. Hozan Emer dinav amadakarîyê tomarkirina CD û Klip deye.

Hozan Azad

Muzîsyan Erdal

Dengbêj Cemîl Can

Hozan Celal

Hozan Şêran

Hozan Nicmedin

Hozan Xelef

Muzisyan Ferit

Hozan Bino

Hozan Xesan

Hozan Menal

Hozan Sevo Derbas

Hozan Önder

Hozan Aydin

 

Muzîsyan Fehed

 
 
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
 
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)