Li Bremen pîrozbahîyek girseyî

NNÊ / Bremen-Elmanya 17.04.08

Cejna herî bilind di ola Êzîdatîyê´de cejna Çarşema Sor, li Elmanya bajarê Bremen taxa Blumenthalê bi tevlîbuna zêdetirîn ciwana 500 kesî bi coşek mezin hate Pîroz kirin.

Şahîyê di seat 18:00 de bi deqeyekê bêlivandina jibo cangorîyê Êzîdxanê destpêkir û sebeqe ji Qewlan hatin xwendin.

Bi minasebeta şahîya Çarşema Sorö Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay jî axiftinek kir. Günay di axaftina xweda bal kişan ser giringîya rojên wiha pîroz û wiha got“Beguman rojên wiha Pîroz Rojên kêf û Şahîyêne, rojên guhdar kirina muzîkê, gerandina Semahê û girêdana gowendê ne. Lê divê neyê jibir kirin ku, ev roj rojên gotina Qewl û beytên ola Êzîdatîyê ne, rojên danasîna erf û adetê ola Êzîdatîyê ne, rojên bexişandina yanî afukirina şaşîyên ku li hember hevdu hatîya kirin e. Ev roj rojên niqaşa liser kêmasî û pêşeroja civaka Êzîdîne. Ev roj, rojên gah ken gah girîne.

Bi bîranîna komkujîyan emê xemgîn bibin dılê me wê bisojê, lê bi kombuna cem hevdu, xurt kirina tifaqê û pilan û pirojên jibo pêşeroja civaka xwe emê dilşad bibin.“ Bexşî Günay di berdewama axaftina xwede sebeqeyên qewli jî gotin û şîrove kirin.

Pîrozîya meha nîsanê bi Sebeqeyeke ji Qewlê mehan danasî;

Nîsanê deng da dere

Bihara xwe xemilandîya li her dere

Bi kesk, sipî, sor û zere

Hadê tu meha nine

Liber bikê xebere

Û wiha berdewam kir.”ligorî mitolojî û felsefe ola Êzîdatîyê, Nîsan buka salê e. Çarşema Sor, roja ku ji alîyê xwedê ve Tawisî Melek hatî xwulikandin û di heman Rojê de xwedê biryara bi rihkirina erdê yanî zindî kirina erdê taya Tawisî Melek û di vê rojê de birih liser erdê çêbuna, lewma jî çênabê ku di vê rojê de rih bêne sitendin. Jibo vê roja pîroz Çarşema Sor, çênabê ku sevalek bê gurandin”

Bexşî Günay, di berdewama axaftina xwede bal kişan ser bê serwerîya civaka Êzîdî jî û sebeba vê yekê jî, wiha da xwîya kirin”heta niha civaka Êzîdî jibo xwe ne axivîyê, ne nivîsîyê, jıbo xwe nîqaş nekirîye, her tim civaka Êzîdî kirîya ku kesên din jibo wan bi axivin, bi nivîsin û liser pêşeroja wan niqaş bikin. Lewma jî heta niha jibo civaka Êzîdî çi hatîya gotin şaş hatîya gotin, çi hatîya nivîsandin şaş hatîya nivîsandin, pilan û pirojên jibo pêşeroja van hatina kirin bi alîyê şaşda çuna û civaka Êzîdî kirina teqanê. Ez weke mirovekî Êzîdî, êdî Êzîdîyê serê xwe berdidin ber xwe û tenê weke ku guhdar kin naxwazim. Ez Êzîdîyê ku enîya wan bilin û li çavê wan kesên ku idia dikin jibo Êzîdîya di xebitin dinerin û pirsa dikin dixwazim. Heger Êzîdî vê yekê nekin wê bahwerîya wan bi hevdu nemînê û wê bibin weke nexweşekî ji dest û linga ketî. Yanî wê tenê ziman dirêjîya bê fihil bê kirin. Bi hevîya pêşerojek weke meha nîsanê xweş û geş. Ez dubara cejna Çarşema Nîsanê, li civata Ruhanî, Babe Şêx, Mîrê Şêxa, we mevanên hêja û tevahîya Êzîdxanê pîroz dikim.” Piştî axaftina Lekolîner û Rojnamevan Bexşî Günay, Koma Bira bi deng û awazên xwe ên xweş şeva şahîyê zindî kirin. şevê hetanî derengî şevê berdewamkir.

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
SERRUPEL
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)