Gavek Dîrokî ji Êzîdîyên Çêlka Sorgul Êzîdxan / NNÊ / Elmanya-Bremen 02.11.2008

Li Elmanya bajarê Bremen, di 2 meha 11.2008´de bi tevlîbuna hemu Gundên Êzîdîyên Çelka civînek dîrokî hate çêkirin. Civîna ku li Elmanya bajarê Bremen taxa Blumthal´ê, bi tevlîbuna zêdeyî 80 berdevkên gund û bavika di seat 12´de bi deqeyek bêlivandina jibo cangorîyên Êzîdxan destpêkir. Axaftina vekirinê ji alîyê Lêkolîner û Rojnamevan Bexşi Günay ve hate kirin. Bexşî Günay di axaftina xwede balkişan ser pirsgirêkên civaka Êzîdî û wiha berdewamkir“ çima me ev civîna xwe tenê jibo Êzîdîyê Çêlka amade kir? Jiber ku ez di wê bahwerîyê deme, kesên ku bi kêrî xwe neyê, bi kerî malbata xwe jî nayê, kesên bi kêrî malabata xwe nayê, bi kêrî gundîyê xwe jî neyê, kesê bikêrî Gundîy ê xwe neyê, bikêrî qewmê xwe jî nayê. Lewma min got divê di destpêkêde Êzîdîyên Çêlka bên cemhev û van biryarên di derbarên rakirina nextêde serrastbikin û armanca xwe diyar bikin Duvre jî mirov dikarê vê pêşnîyarîya xwe bibê ji heşîrên Êzîdîya ên din re.“

Bexşî Günay, di berdewama axatina xwede wiha got“ Tevlîbuna viha mezin jibo min tê vata, ku hun di karên tifaqêde bi biryarin û hun dilşewatê qewmê xwene. Gotinên pêşîyên me di derbarê qewimandina biryarade gelekî hişyarkarin, lê divê em wan gotinê pêşîyên xwe jixwere hesas bigrin. Weke gotina „Çavên li derîya xwelî lisêrîya“ ev bi salaya ên din di gotinêde xwestin ku tiştekî ji Êzîdîya re bikin. Heta niha çi kirin? Netiştek!.

Çima nakirin jiber ku „dil neşewitê çav hestira nakê“ ne dilşawatê Êzîdîyane. Bi xwe di kongra xwe ya salêde dibêjin „di destpêka salêde 30 pirsgirêkên civakî habun heta niha me 40 civîn çêkirîya niha jî 70 pirsgirêkên civakê hene.. Tê wata ku, her civînek wan çêdibe pirsgirêkek zêde dibê. Yani ne rêxistinin, rê xerakirinin. Ev tişt, nikarin tikarî ji Êzîdîyare bikin û şikir Êzîdî jî, ne bixêra wanin. Minaka herî mezin ev civîne.” Piştî axaftina vekirinê dîwan ji penc kesan hate hilbijartin. (Lêkolîner û Rojnamaven Bexşi Günay, Nezîr ê Helîk, Pêşîmam Şexmus Deniz, Ferhanê Karo Hamar Efşi). Tevahîya gundên Çêlka weke Bacinî, Koçanî, Kefnasî, Xerabî, Taqî, Derwanî, Efşî, Kîwexî , Mihoka, û Bahnimnî, di civînêde amadebun.

Civîn bi 2 beşa hate çêkirn. Beşa yekê , xwendina navaroka civ înê, nerin û pêşnîyarîyên beşdarvana. Beşa duemîn dengdana biryarên hatin sitendin, hilbijartina Komisyona lihevkirinê sodxwarin û Dawî.

Di beşa dawîde jibo dengdanê hevgirtin û tafaq di peşdebu, jiber ku biryarin hatin sitendin hemuya bi yek dengi kabul kirin.

Gundên ku tevlî tifaqê bun, Bacinî, Koçanî, Efşî û Xerabî.

Gundên din jî, daxwîyanî dan û gotin ku ewan jî, biryara rakirina nextê sitendîne û biryarên ku îro livêderê hatine sitendin lirê û pîroz dibînin. Lê jiber ku hin dinav gundê wande liser hijmara rakirina nextê di nîqaşadaya, lewma jî, nikarin xwe tevli biryarên îro hatine sitendin bibin. Lê dan xwîyakirin ku jibo civîna duemîn wê jibo tifaqa van gunda ku avakirîye wê amadebin. Kesê ku nikarîbun tevlî civînê bibin û bi rêya tefonê xwe gihandin me Bahcola, Şifqata û Kemalê Hamê Ji Taqa, ewan jî got ku tifaqa ku hatîye çêkirin ew jî qabul dikin.

Komisyona Lihevkirinê: ji Koçanê; Mirad ê Cemil, Tayîb ê Cercur, Mihê Derbês û Hamar ê Çelê, ji Bacinê; Nedîm ê Nezîr, Ferman ê Miradê, Erdem ê Zoro û Ferhan ê Kero, ji Efşê; Cibur ê Felit, Zaredîn ê Karaca, Nezedîn ê Hiseynê Fendî, Faredîn ê Geler û Ferhun ê Osmên, Xerabya; Ahmed ê Hamarê Tuma, Medenî ê Gernus, Azîz ê Felît û Ahmed Debe.

Komisyona Amadakarîya Civînê; Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay, Alî ê Ferhên, Mamoste Hemer û Erdem ê Zoro

ÊZÎDÎ TV Zindî (Live)
Rediyo Dengê Êzîdxan
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
 
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)