ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Rediyo Dengê Êzîdxan
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
Bexşi Günay

TEVAHÎYA NIVÎSAN

BÜTÜN YAZILARI

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
 
SERRUPEL
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)

 

Hilbijartinên giştî li Elmanya

Bexşi Günay / NNÊ / Bremen 30.08.2009

Pêşbirka Hilbijartinê giştî li Elmanya çiqa diçê germ dibê û şirîkê rêvebirîya Hikumetê diranên xwe şanî hevdu didin.

Di berdewama kampanya hilbijartinada, Sekreterêgiştî ê CDU birêz Pofalla, got ku SPD pantolonê xwe tiji kirîye (bixweda berdaye). Pofalla, bal kişand ser nîqaşêen ku têk kirin û got Serokê SPD, Müntefering, bi şêveyekî tirsonek nezîkî nîqaşên liser Hänan (Vergiler, Steuern) buwîye û nîqaşa bi alîyên çewt´de dibê. Die hevpeyvînek FOCUS, bi Sekreterê Giştî ê Partîya CDU Ronald Pofalla´re, hate gotin ku Partiya Sosyal Demokrata SPD, ji nîqaşên bi mere bazdidê. Pofalla axaftina xwe wiha berdewamkir“ên Sosyal Demokrat dikarin nîqaşên liser Hänan (Vergiler, Steuern) yekser bi mere bikin. Lê belê SPD ji vê yekê bazdidê û Pantolonê xwe tiji kirîye. Müntefering nîqaşa yekser bimere naxwazê, jiber vê yekê berê nîqaşa didê alîyekî din.

Pofalla di berdewama axaftina xwede, bal kişand ser nîkaşen di heftîya pêşîya mede bên kirin û got „ Serokê SPD Müntefering, şuna nîqaşa liser Hänan, di xwazin nîqaşa liser pirsa perwerdê bikin. Vê yekê jî binavê dibistana wekhev (Einheitschule) û ya me sistemeke perwerde ku lihevbike.

Liser pirsa hikumetek bi şirîk, Pofalla, got ku xesteka wan şirîkatîya reş û zer e. yani CDU, CSU û FDP. Weke ku di kampanya hilbijartinada xwîyadikê CDU berdewama şirîkatîya hikumetek bi SPD´re naxwazê. Ji alî dinve Serok wezîrê berê Gerhard Schröder, naxwazê aktif dinav kampanya hilbijartina ya SPD´de cih bigrê. Bi vê yekê jî divê serokê SPD Müntefering û Endamê serokwezîrtîyê ê SPD Frank-Water Steinmeier, neçarin ku sîwaxa dîwarên wan herivandî bixwe çêkin.

Ligorî pirsên di derbarê hilbijartinanda ji gel tên kirin, karê SPD gelekî zore.

Jiber ku liser navê demokrasîyê partîya çep, wê gelek dengên SPD bibê.