SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Keşe Dêra Selhê hate revandin

Daniel Bulut / NNÊ /Mîdyat 28 Mijdar 2007 Çarşem 18:00

Keşîşê dêra Selhê Edîp Danîel Savci, gava ku ji Midyad´ê diçu dêra Mor Yakup ku li gundê Selhê e, ji alîyê kes an kesan ve hate revandin. Rêya Keşê 55 salî di navbera Midyad û Selhê de, di seat derdora 15:00´de hate birîn û ew bi zorê ji tirimbêla wî derxistin û revandin. Piştî ku buyer hate bihîstin, Qaymaqamê Midyadê Îsmaîl Karadax, Metropolitê Dêrhamarê Samuel Aktaşû koma leşkera li cihê buyerê lêgerîn kirin. Berçavk û şifqa keşîş Edîp Danîel Savcî di tirimbêla wî de hate dîtin.

300 hezar Euro fidye hate xwestin

Serokê civaka Suryanîya ya Midyadê Yuhan Aktass, daxîyanîyek da û got” kesên ku keşîş Daniel Savci revandina, li Dêrzahferan gerihana û gotine ku ew 300 hezar euro fidye dixwazin. Me jî leşker û polîs ji vê yekê agahdar kirin”

Serokê rêvebirîya dêran li Midyadê, Anto Nuay jî got ku Piştî buyerê, bi telefona keşîş Daniel Savci li rahba gerîyana û gotina ku keşe di destê wandeye û ewê di hember 300 hezar euro da wî berdin. Anto Nuay axaftina xwe wiha berdewam kir”wan kesên ku bi telefona karyo gerîyana bi heman telefonê sms şandina û gotina” bi aqil bin, heger hun 300 hezar euro neyînin emê wî bikujin.”

Ji alîyê Dêran ve civîna awerte hate lidar xistin

Metropolitê Derzahferan, Salîba Özmen, Serokê Weqfa Civaka Suryanî Hanna Cilli, keşîş Gabrîel Akyüz li dêra Midyadê hatin cemhev û buyer nirxandin. Di derbarê navaroka civînêde tu agahdarî nehatin dayîn.

Gera leşker û polîsa li herêmê berdewam dikê.
Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin