SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Çarşema Sor bi coşek mezin hate Pîroz kirin

Bexşi Günay / ezidi.com / Elmanya

Cejna Çarşema Sor, li herçar nikarê Cihanê cihên ku Êzîdî lê dijîn bi coşek mezin hate pîrozkirin. Li Elmanya Bajarê Nienburg, Celle, Hannover, Berlin, Bielefeld, Oldenburg, Leer û Gießen bi tevlîbuna bi hezara Êzîdî hatin Prîoz kirin.

Pîrozbahî li Nienburg weke her sal bi coşbu

Pîrozbahîya ku ji alîyê Yêkîtîya Ciwanê Şerfedîn ve hate organîze kirin. Bi tevlibuna Hilimdarên Êzîdî Koçek Merwan, Ş êx Ahmed Çali, Ş êx Mirat Çelîk, Ş êx Rigan Kaska, Şêx Tahsîm û (700) kesî di seat 18:00´de li salona Saal2000 Nienburg hate pîrozkirin.

Pîrozbahîyê bi deqeyekê jibo rêzgirtina Şehîdê 72 fermana destpêkir û di peyre axaftina wekirinê Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay axivî û bal kişan ser giringîya van rojê pîroz û wiha got” ev rojên pîroz divê ku wateye wan bê cih. Divê dawî li qahr û kîna nav xweyî bê û tovê tifaqê bê çandin, divê giringî û pêwistîya partastina orf û adetê Êzîdatîyê bên daxwîyanîkirin. Mahna van rojên pîroz dirêj dirêj bê gotin û bersiva pirsên di derbarên van rojên pîrozde bên dayîn.”

Ji Koçek Merwan banga tifaqê

Piştî axaftina Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay, Koçek Merwan Xelîl Cindi, Qewlê Çarşema Sor û çend sebeqeyên Qewlên din gotin û şîrove kirin. Dipey gotina qewla re, wî jî bal kişand ser reşa civaka Êzîdî û xwest ku civaka Êzîdî xwedî li Çand, Orf û Adetên xwe xwedî derkevin. Koçek Merwan Xelîl Cindî, axaftina xwe wiha berdewamkir” di sebeqeyeke Qewlî´de dibêjê “ez çum dîwana îlahî min li wir dît xweşî û şahî, serê her tiştî tifak û tebahî” heger tifaq habê tiştekîdin ku nebê nabê. Heger tifaq habê, wê hemu pirsgirêk bêna çareserkirin. Lewma jî divê tifaqek xurt dinav Êzîdîya´de çêbibê, heger tifaq çênebê bahwer bikin ev kêmasîyên dinav civaka Êzîdî´de wê mestir bibin û li van welatê bîyanî wê gelekî rihat bi helihin. Ez dîsa dibêjim tifaq her tişte.” Biştî Koçek Merwan Xelîl Cindî, Koma Zarokên Şerfedîn sebeqe ji Qewla xwendin û ritwalên olî pêşkêşkirin.

Pîrozbahî neqeba Stêrkên Hunera Êzîdxanê bu

Berî pîrozbahîya Çarşema Sor bi di roja, rêxistinek Hunermendê Êzîdî bi navê Navenda Çand û Hunera Êzîdxan hatibu sazkirin, tevlîbuna Hunermendên Êzîdî weke, Koma Dîlan, Hozan Zerdeşt, Koma Sor, Hozan Azad, Hozan Arî, Hozan Emer, Hozan Bêno, Hozan Önder, Hozan Eco, Hozan Wezîr, Hozan Sevo Derbas û Hozan Rojhat a pîrozbahîyê Çarşema Sor bi vê coşê bu lewma jî, Nienburg bi Hunera xwe hejandin. Şahîya Pîrozbahîyê hetanî dawîya şevê bi joşek mezin berdewamkir.

Li baytext Berlîn´ê şahîya Çarşema Sor

Ji cihên ku şahîyên Çarşema Sor lê çêbun yek ji wan jî paytexta Elmanya Berlîn bu. Şahîya ku ji alîyê Mala Êzîdîya Berlîn ve hate organîze kirin bi tevlîbuna bi sedan mirova hate pîrozkirin.

Pîrozbahîya ku li Navenda Çandî li Wissmannstrasse di seat 16:00´de bi axaftina vekirinê ji alîyê Endamên Rêvebir ê MEB Yilmaz Günay û Nurhan Kizilhan ve hate kirin . Di peyra bi deqeyekê rêzgirtina jibo bîranîna Cangorîyên 72.

ji alîyê Serokê Mala Êzîdîya Berlin Şêx Cengizxan Hesso ve Qewl hatin gotin û di derbarê cejna Çarşema serê Nîsanê axivî û bal kişan ser qedîmîya vê roja pîroz.

Beşa pîrozbahîyê ya hunerî gelekî zengîn bu. Hunermendên ku di şahîya Çarşema Sor´de cih girtin evbun Hozan Bangîn Agirî, Hozan Nejdet Hewran, Hozan Dilnirîn, Koma Hip Hop a Berlin, Hozan Bêno, Hozan Emer, Koma Sano ya Mala Êzîdîya Berlîn, Koma Zerdeşt û weke helbestvan Yilmaz Günay, Nurhan Kizilhan, Gulistan Ferho û Xezal Bacho amadebun û hunera xwe pêşkêşkirin. © Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye