ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Hevpeyvîn bi Bexşi Günay re

 

Sorgül Êzîdxan /NNÊ/ Bremen / Elmanya

 

Em diserîde Cejn, Batizmî û Sersala we ji nihada pîrozdikin. û pirsa xwe ya awilî ji we dikin. Hûn dikarin hinekî xwe bidine naskirin?

Gelekî sipas, berî ku ez bersiva pirsa we bidim. Ez cejna heri mezin di ola Êzîdatîyê Cejna Êzîd li we, xerxwazên gelê Êzîdî û tevahîya Êzîdxanê pîroz dikim. Di heftîyên pêşîya mede wê Batizmî, Bêlinder û Sersal bêne pîrozkirin, ez xwazim bi minasebeta vê hevpeyvînê Batizmî, Bêlinder û Sersala hemu xwendevanên Navenda Nuçên Êzîdxanê pîrozbikim û hevîdarim ku wê sala 2010 bibê salek biratî û aştîbiyê jibo hemu gelan û bibê salek bi xêr û bêr jibo hemu merovahîyê.

jibo pirsa wejî ez karim bêjim, ev pirsek ku bersiva wê jibo min herî zahmete, lê ez bahwerim, neçar divê bersivê bidim.

Bexşî Günay, lawê malbatek Êzîdî ji katagorîya mirîdaye, xwendina min li walêt mamostê alîkar, li Elmanya, Muhasebe, grafikeri, perwerda Journalistik û Çapê li Hamburg xelaskirîyê. Di sala 1996´de min Çapxana bi navê Weşanên Zerdeşt wekir û min karê Çapê ji A heta bi Z dikir. Di heman wextîde dinav Çapamanîya herêmî ya Elman´de, karê Rojnamevanîyê jî dikir (Behtirîn liser çandên cuda). Ji sala 1998 û şunve min di nav çapamanîya Kurdî´de jî, dest bi karê Rojnamavanîyê kir. Wê demê TV, Rojnama Rojane, mehane û kovarên Çandî habun. Evê xebata min hetanî 2005 berdewam kir. Di havîna 2005´de jiber ku di nav Çapamanîya kurdîde astengî ji xebatên min ên jibo gelê Êzîdî dihatin kirin derketin, min Çareserî bi awayekî lezgînî, di vekirina Malperek internetê û pêşkêşkirina bernameyekê di TV Elmanî ya herêmîde dît. Di sala 2005´de min bi çend hevalên xwere Navenda Nuçên Êzîdxan sazkir www.ezidi.com (ev malpara min di 2003´de hebu bes ne gelekî aktiv bu) bi sazkirina NNÊ me aktivkir û ji Temuza 2005´a û şunve jî, bernameyek bi navê Agir û Roj TV di TV Elmanî ya herêmîde pêşkêşkir. (Mehê 2 cara) ji sala 2008´e û virve navê Bernamê weke HB TV hate guhertin. Di sala 2006´de jî, me dest bi amadekarîyên Rojnameyekê jibo gelê Êzîdî kir. di destpêka 2007´de me Rojnameyek mehane bi navê “DENGÊ ÊZÎDXAN” derxist, lê mixabin ev rojnama me, jibo pirsgirêkên aborî û xebatên kurmê darê li dijber me, hişt ku em navberê bidin weşana wê rojnamê. Di sala 2008´de me amadekarîyên Televizîyonek ezmani kir, dîsa pirsgirêka aborî derket holê, em neçar man ku em weşana xwe ya televizîyone, bi rêya Internetê livestream http://www.ezidi.com/Eziditv.htm weşana xwe berdewam dikin.

- Çima Dengê Ezîdxan û armanca avakirina Rojnamê û Televizîyonek Êzîdîya çi ye? Hûn dikarin hinek agahdarîya bidin me?

Êzîdxan welatê Agir û Rojê e. Welatê qawmê Tawisî Melek e. Êzîdxan welatê ku ne 72 ferman, ez karim bêjim 1072 ferman bi serê Êzîdîyan de hatîya û liser her bostek axa wê xwîna Êzîdîya rijihaye. Êzîdxan welatê ku gelê Êzîdî bi milyona Cangorî (şehît) jibo vê axê dana. Lewma jî me navê Rojnama xwe kir “DENGÊ ÊZÎDXAN”

Gotinek pêşîyê me heye “rastî tahle” eznizanim hun vê çawa dibînin, ez tahl biaxivim?

Berî hertiştî ez dixwazin bêjim, çima me pêwistî bi karekî wiha dît? Gava mirov li Çapamanîya Kurdistanî dinerê bi dehan TV, Rojnama û Kovar hene, lê mixabin

yek jivan jî, ne netewîye, hemu dibin bandora partîyên sîyasî ên Kurdistanî dene. Politika partîyên sîyasî jibo gelê Êzîdî jî, ji me teva ve heyane. Her partîyek sîyasî ligorî, menfaatên xweyî sîyasî nêzîkî gelê Êzîdî dibin. Ev yek bi daxwîyanîyê di derbarên hijmara Êzîdîyan de, bi şiklekî tazî derdikevê berçava. Hijmara Êzîdîya îro li Başurê Kurdistanê di ser 1.5 milyonare ye. Li Şengalê biqasî 670 hezar Êzîdî dijîn. Hijmara Êzîdîya li Başurê Kurdistanê, ligorî hin partîyên sîyasî 400 hezara ligorî hina jî 600 hezare. Ev hijmar ya wan Êzîdîyên ku fikrê wan partîyên sîyasî diparêzine. Ên ku fikrên wanî sîyasî naparêzin jibo wan ew tune ne. ev hijmar ji alîyên hevalbendên wan ên Êzîdî ve tê qabulkirin.

Ji alîyên dinve, gava mirov li Çapamanîya bi dîmen û nivîskî binerê, gelek bernama û pirtukên, ku bi îdîaya Êzîdatîyê tînin ziman bi sedan hene, lê belê rastîyek liber çavaye, evjî kitêbek ku bersiva hemu pirsên ku mirov lihev parbikê, di derbarên Êzîdatîyê´de weke çavkanî tuneye.Ya herî balkêş kesayet anjî rêxistinên gelê Êzîdî, ku di derbarê ola Êzîdatîyê´de kitêb nivîsandina, çavkanîyên xwe , ne hilimdar, Qewl û beytên ku bingeha ola Êzîdatîyê ne, didin xwîya kirin, wan kesên ku jibo ola Êzîdatîyê nebaş bidin xwîya kirin, bi hevre di pêşbirkê dene didin xwîya kirin. Bi awayekî berfireh min ev pirsgirêk di nivîsa xwe ya bi navê “Di rêça Tawisî Melek 1” de anî ziman.

Em weke Ezîdî TV, NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan) û Rojnama Dengê Êzîdexan li dijî van hewldana derdikevin û gotinên pêşîyên xwe “Dil neşewitê çav hêstira nakê, çavê li derîya xwelî li sêrîya” ji xwere esas digirin û piştgirîya tevegereke nu ya civaka Êzîdî, ji sedî sed Êzîdî dikin.

- Em bawerin liser çand, huner, örf , adet, jiyan û gelek tistên din ên êzîdiyan de gelek pirs hene di serê mirovan de ku divê zelal bibin, loma jî em dixwazin li ser van mijaran hin pirsan ji we bikin. Çend seklên ayînên (Qewl) ezîdiyan hene?

Ez karin bersiva vê pirsê, ligorî agahdarîyên ku min ji hilimdarên Êzîdî ( Bavê Şêx, Koçek, Micêwir, Faqîr, Şêx , Pîr û ji Qewlan) sitendîye bidim. Hijmara ahîn yanî Qewlên Êzîdîya 130 e. Lê belê hinek jivan qewla tanê navên wan têne zanîn, naveroka wan hatîya jibîrkirin.

- Ciyê tembûrê di çand û dîroka êzîdiyan de çi ye? Tembûr amûreke êzîdiyan e an ya elewiyan e?

Tembûr li cem Êzîdîya amûrek pîroze û bi vê minasebetê jî, tembur di zêdetirîn malê Êzîdîya de peyde dibê. Kevintirîn Sirudên bahwerîya ola Êzîdatîyê weke, Şerfedîne, Qadîşero û bi van ve girêdayî destana, “Gilgamêş” ku binavê “Mîr Mih” hîn dinav ola Êzîdatîyê de, bi awayekî sitran tê jîyandin, bi Tembûre tên gotin.

Pirsa we ya Tembûr amûrek Êzîdîya ya an ya Elewîyan e? Amûra herdu bahwerîya ye. Jiber ku Elewîtî, şiqtek ji ê dara Êzîdatîyê e. Tiştê ku Elewîtîyê ji Êzîdatîyê durdikê “Ehlîbeyt” e. Yani 12 îmam, zêdeyî van tu cudatî di navbera ola Êzîdatîyê û Elewîtîyê de tuneye. Weke mînak ez dikarim, pîrozîya Agir û Rojê, cejna Xocê Xizir bi mahna wê ve, pîrozîya licem mêra simbêl, li cem jina kezî, kincê sipî, katagorîya jibo zevacê, bahwerîya qencî û xirabî di mirov bixwedeye û Semah. Bêguman mirov dikarê bêjê ku di ribsala dawî ya 2000´de Elewîya dinav xwede reform çêkirin. Mirov dikarê bêjê ku evê reformê, tesîrek erênî (pozîtîf) kir, lê zêdetirîn tesîrek neyênî (negatîf)dinav bahwerîya ola Êlewîtîyê de kirîye. Ez naxwazim bikevim nav vê pirsê jiber ku, mijara me ola Êzîdatîyê e.

- Semah çi ye? Çîrok an mîtolojiya semahê û ciyê semahê di êzîdatîyê de çi ye? Êzîdî hîn jî semahê dikin? Eger dikin, di navbera semaha berê û ya îroyîn de ferqek heye?

Semah dinav mîtolojîya ola Êzîdatîyêde xwedî cihekî girînge. Ligorî mîtolojîya Êzîdatîye gava ku milyaketa adem anîna bihûştê û xwestin ji bihûştê derkevin, milyaket buna rist û Tawisî Melek jî, serkêşî kirîya, bi vî şiklî jî, ji buhiştê derketine. Belê hîn Semah licem Êzîdîya tê gerandin, lê tanê li Lalişa Nuranî di Cemahîyê de tê gerandin, çênabê ku semah li ti deverên din bêta gerandin. Ev yek jî, qadîmî û pîrozîya Semahê didê xwîya kirin. Semah ji alîyê 12 kesanve tê gerandin. Ev kes jî, kesên ku di civata ruhanîde cih digrin û karên olî dimeşînin. Dinav Elewîya de jî, Semah heye, lê belê piştî reforma dinav Elewîya de, Semah jî kirin civakî, yanî Semahê liher cihî digerînin.

- Mêrên êzîdiyan rû û bi taybet jî simbêlên xwe û jinên wan jî biskên xwe çima jê nakin? Taybetiya wan çi ye? Ciyê vê yekê di ola êzdayetiyê de çi ye?

Bêguman mirov dikarê bersiva vê pirsê, bi şiklekî berfirev bidê, lê ez xwazim ku bi şiklî bê fahmkirin û kin bidim. Di nav ola Êzîdatîyêde hinek qirîtêrên bingehîn hene. Di ola Êzîdatîyê de çiqas şeqs û mişayîx hene, sembolek wan heye. Ligorî bahwerîya Êzîdatîyê, sembola jinê kezîne û sembola mêr jî simbêlin. Lewma jî, çênabê ku jin kezîyên xwe anjî mêr simbêlên xwe jêkin.

- Sêx Hadî kî ye, dîroka wî rola wî ya di nav ola êzdayetiyê de û grîngiya wî ya nav êzîdiyan çi ye?

Ez xwazim di serîde vê bêjim ku du Şêx Adî hatine. Di derbarê Şêx Adî´ê yekemînde, çiqasî nivîsên cur be cur hatibun weşandin jî, Êzîdî di wê bahwerî dene ku, Sêx Adî çîroka Tawisî Melek dîtîye û bahwerî pê aniye. Sêx Adî, kurê Misafirê Hekarî e ku, di sala 557 an 558´de keras guherdîye ( mirîye) û ji aşîra dimilîya ye. Sêx Adî li pey xwe du pirtuk histine:

Cilwe û Mishefa Res.

Ev herdu pirtuk, pistî mirina wî, di sala 743´de, peydabûne. Felsefa wî jî, li ser du bingehan rawestîya ye; Guhdarkirin û Şîrovekirin.

Şêx Adî´ê diduwê di navbera 1074-1162 jîyaye û ew weke Reformîst tê naskirin. Jibo ku karibê Ezidiya bi rêk û pêk bikê û di hember misilmankirinêde wan bi parêzê had û sed danîye. Berî Şêx Adî´ê diduwê, ola Êzîdatîyê ji alîyê Pîranîyê ve dihata birêve birin. Û ewan cilên sipî li xwe dikirin,ev yek nîsana hilimdarîyê (Pîranîyê) bu. Dipey hatina Şêx Adî´ê diduwê re, ne tenê reforim dinav ola Êzîdatîyê de çêkir, rengê cilên hilimdara jî, bi rengê reş hate guherdin û navê wî kire Xirke. Sêx Adî û xwendekarên xwe, diketine nav jiyana nexwes û xwe ji xelkê dûr dikirin. Rojiyên dirêj digirtin û bi tenê giyayên nas dixwarin. Ew jî eger wan yan mirîdên wan ev geya çandibuna dixwarin. Wan xwarinê ne nas nedixwarin û ew qedexe dikirin. Ev yek hîn dinav Êzîdîya de heye. Weke nexwarina xas û kelema.

Bi hatina reformîstê ola Êzîdatîyê Sêx Adî re, rêkxistina olî ya kevin li cem Êzîdîya hate guherandin û sîstemeke nu bi navê Had û Sed hate danîn û ev sîstem heta niha jî, berdewam dikê. Xalên sereke Ên ku ji alîyê reformîstê ola Êzîdatîyê Şêx Adî´ê diduwe ve hatine danîn evin.

1. Sêx: ên çil ocaxin; Adanî, Qatanî û Semsanî.

2. Pîr: Ew jî, çil ocaxin.

3. Mirîd: Ew jî çil ocaxin û di nav wan de, du beşên ahînî hene; Qewal û Feqîr (fekîrên yeknav).

Bi danîna Hed û Sed re Sêx Adî, peywendiyên giran û aloz di navbera van beşan de, çêkirin. Divê her Êzîdîyek, bi sêx, pîr û bi birayê axretê bê. jibo vê yekê jî, ahengên taybet danîne ku bigerin û jê berpirsyarbin.

- Çi ferq hene di navbera êzdayetiya berî Sêx Hadî û pistî Sêx Hadî de, tu guherandin, çi erênî û eger hebin neyînî bûne?

Weke ku min lijor got, Şêx Adî gelek guhertin kir, lê ez karim bêjim ku guhertin tanê dinava civakêde kir. Yanî bingeha ola Êzîdatîyê ne guhert. Weke tê zanîn dahirbuna Şêx Adî, dipey derketina bahwerîya bi beşera reye, weke; zerdeşt, Ibrahim xelil, nebî Musa, nebî Hîsa û nebî Mihemed reye. Heger weke ku hinek dibêjin Şêx Adî, bixwesta xwe bikê cihê Tawisî Melek û xwe weke dahirê ola Êzîdatîyê bidê xwîyakirin, wê weka ola Zerdeştî, Musavîya û Asurî Suryanîya wê navê xwe li olê kira û wê xalên bingehîn ên ola Êzîdatîyê, weke bahwerîya bi Milyaketa, Agir û Rojê wê biguherta. Jiber vê yekê ez ne di wê bahwerîyê deme ku Şêx Adî rolekî neyênî leyîstibê. Jiber ku gava mirov li Hed û Sed´ên ku danîna binerê, mirov dîbînê ku ev hewldaneka erênî û pîroze. Heger îro Êzîdî bi serîyekî bilin bêjin em Kurdê resenin, ew minetdarê Şêx Adî´ne. Van Hed û Seda nehiştîya ku Êzîdî, ji ereb ecem û tirka bizewicin.

Ez naxwazim tu bahwerîya nebas bidim xwîya kirin, lê rastîyek heye. Ez xwazim di vê derheqêde serpêhatîyek xwe bêjim, heger hun derfetê bidin min. Em rojekê li bajarekî Elmanya bi çend hevalên xwere runiştîbun.

Malayekî ku nasê havalê min bu, hate cem me.

Bi hatina malê re, mijara me bu olî. Malê bahsa bahwerî ola îslamê kir û dev avêt olên din, bêguman Êzîdî jî kirin nav wan. Bi qasî nîv seatê tanê di derbarên olên din de bi awayekî neyênî axivî. Berê xwe da min û got mesela Êzîdî bahwerîya xwe (bi gotina xerab) tînin, tabihê xerabîyêne mesele hun çima navê xebera xerab nabêjin. Min ji hevalên xwere got ez bahwerim mafê minî axaftinê jî heye û min got mele çend pirsên min ji we hene, hun dikarin ji kerema xwere guhdar bikin. Got “keremke”.

Min jêre got hun bahwerîya xwe bi yek xwedayî tînin? Ewî got “belê ev bahwerîya meye”

Qeweteke ku xwedê pê nikaribê heye? Ewî got “haşa, qey dibê”

Tiştekî ku xwedê nexwazê dikarê çêbibê? Ewî carekadin got “haşa tiştek nikarê bê biryara xwedê çêbibê”

Hinek dikarîn serê xwe liber xwedê rakin? careka din got “haşa, hun me gunehkar dikin”

Gava wî ev gotin got, min jêre got melayê hêja, ez bahwerim hun nizanin çi dibêjin, heger hun zanibin hun çi dibêjim, wê gavê hun derewa li vê civatê dikin. Gava min ev got mahdê malê hate guherandin. Min got ezê vê yekê bi we bidim fahkirinê.

Başe heger hun bahwerîya xwe bi yek xwadîyî tînin, heger ti qewet nikaribin li hember xwedê bisekinin û tiştek bêyî daxwaza xwedê nikaribê bibê. Em Êzîdî bixwe diwê bahwerîyêdene lewma jî, em dibêjin qencî û xerabî girêdayî dil û mejîyê mirovaye. Lê ew gotina ku we berîniha got, (xebera xerab) çi nebasî dibê ev dikê tê çi watê? Gava min ev got malê serê xwe berda berxwe û got “ez diçim lawabo” çawa ew rabu, hevalên min gotin em bahwernakim ku mele bighê lawabo.

Ez di wê bahwerîyê deme, jiber ku parêzgerê ola Êzîdatîyê ninin lewma jî hewqasî hêsan Êrîşî ola Êzîdatîyê tê kirin. Ez vê yekê weke kêmasîya kesên ku xwe weke hilimdar û rewşembîr dibînin, dibînim.

 

- Di navbera jiyan, çand, rabûn û rûnistina êzîdiyan a li welat û ya niha li derveyî welat de tu ferq hene? Ku hebin yên herî balkês çi ne?

Heger mirov darek ji cihê wê kir û li devereke din çand ne mumkune ku, ew dar weke xwe bimînê. Mirov jî weke darê ne

- Cejnên êzîdiyan çi ne, kengî û çawan tên pîrozkirin û cejna wan a herî grîng kîjan e?

Cejnê Êzîdîya ên sereke Cejna Xidir Elyas Pencsemba awilî dipey 13´ê sebatê re, Cejna şiştina bi agir yanî Cejna Newrozê (Nurojê)21´ê adarê e, Çarşemba Sor îna awilî dipey 13´ê Nîsanê re, Cejna Çilê Havînê, Cemahîya Lalişê (Cejna derwêşa)ji 6 heta 13´ê Cotmeh´ê, Cejna Êzîd îna dipey 13 meha Çila pêşîre û berî cejna Êzîd, cejna Xwedana û cejna Şêşims hene. Şahîyên herêmî weke Batizmî li Bakur û Başurê Rojava, li Başûr jî weke Bêlinder tên pîrozkirin. Û cejna Çilê zivistanê.

- Ferqa navbera êzîdayetî û elewîtiyê çi ye?

Min li jor jî got, di navbera Êzîdatî û Elewîtîyê de, ji alîyên Êzîdîya ve (had û sed) yanî ketina katagorîya yeknav û dunavîyê ya nav ola Êzîdatîyê û ji alîyê Elewîya ve (Ehlîbeyt) yanî 12 îmam heye.

- Ferqa navbera êzîdayetî û zerdestiyê çi ye?

Êzîdatî bahwerîyek ku bahwerîya xwe bi yek xwadayî tînê û dibêjê ku qencî û xerabî ji yek derî tê. Yanî her mirovekî ku ji dayîk dibê bi rihekî bakij tê ruwê dinê. Xerabî, ji dilê mirov û mejîyên wan çêdibe. Ola Êzîdatîyê oleke Mîtrayî e. (Şemsanî)zêdetirîn ji Zerdeştîyê nêzîkî Hinduîzmê e.

Zerdeştî bahwerîyek ku bahwerîya xwe bi du xweda tînê. Xwedê qencîyê, xwedê xerabîyê, xwedê ronahîyê xwedê tarîyê, xwedê şevê xwedê rojê û dibêjin heger xwedê xerabîyê xurtbibê xerabî çêdibin. Heger xwedê qencîyê xurt bibê, wî çaxî xerabî çênabe.

Zerdestî olek kurd e?

Ligorî bahwerîya min, Zerdeştî ne oleke Kurdîye oleka acemaye. Çiqasî bişibihê ola Kurda Êzîdatîyê jî, du olên ku bingehên wan jihev cudane. Mînak Zerdeştî olek ku bahwerîya xwe bi du xweda tînê (xwedê qancîyê Ahura Mazda û xwedê xerabîyê Ahrîman) ola Êzîdatîyê olek ku bahwerîya xwe bi yek xwedayî tînê (ligorî bahwerîya ola Êzîdatîyê qencî û xerabî ji yek derî tê, her mirovekî ligorî hemelê xwe). Ligorî bahwerîya min, ev hewldana ku ji alîyê Medya Kurdî ve tê dayin, ku zerdeştî oleka Kurdîye. Jiber hikimdarîya islamîyetê liser Kurda tê. Jiber ku hatîya dîyarkirin ku Kurd ne misilmanin û bi şur misilman bune. Hun jî dizanin ku gotina Êzîdatîyê jibo islamîyetê çiqasî girane, sebeb jî, jiber ku Êzîdatîyê pêşî li erebbuna kurda girtîya, çand û zimanê Kurdî parastîya. Gotina Zerdeştî´yê gotineke ku ji alîyê misilmana ve bê tahmulkirine lewma ev gotina ku Kurd Zerdeştîne derxistin hole.

-Em dizanin ji xeynî kurdan jî zerdestî û elewî hene, lê ji xeynî kurdan êzîdî jî hene gelo?

Min lijor jî got, ev gotina “Êzîdî Kurdin an na” berdewama propaganda Kurd Zerdeştîne. Heta niha çi jibo Êzîdîya nehat gotin?

Carna gotin Êzîdatî bahwerîyek ku di pey hatina Şêx Adî´ê diduwe belavbuya, carna jî gotin berî Şêx Adî´ê diduw´ê ev bahwerî ne dîyare. Herkesî ligorî menfahatê xwe nîqas liser ola Êzîdatîyê dan destpêkirin. Gotin Êzîdatî tabihê xerabîyê e. û çira di tefînin, bêyî ku dayîk, xwîçk û ên din jihev cuda bikin. Gotinên ku mantiqa mirovan tahmul nekê ji Êzîdîya re gotin û gotin destkuja wan herame, bi vê yekê haqaret li Êzîdîya hat kirin û Êzîdî hatin biçuk xistin.

Hun dizanin kê ev yek kir, dikin û wê hîn bikin?

Ew kesên digotinêde kurdin...

Karên ku Ereb, Tirk û Acema dikirin û biser neketin, yanî çikandina kahnîya çand û hunera Kurdewarîyê. Îro xwesteka wan, devê min nagerê ku, ez ji van re bejim kurd, dixwazin bikin.

- Pirsên me ev bûn, gotinek ku hûn bixwazin lê zêde bikin heye gelo?

Jibo vê derfeta we da min, ez sipasîya we dikim û di demek wiha ku çi wahşîyet û hovîtîya heye li welatê me pêk tê, banga min ji hemu kesên ku dilên wan jibo mirovahîyê dawêjê, bila destê xwe bidin hev û bi yek dengî û yek rengî li dijî vê wahşîtî û hovîtîyê derkevin.

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe