Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Bexshî Günay / Oldenburg

Di 24 Temuzê 2005´de oldarê Êzîdîya bi nav û deng Pêshîmam Îsmaîl Deniz jiyana xwe ji dest dabu. Roja merasima cenazê Pêshîmam Îsmaîl Denîz, ez karim bêjim ku herd hejiha bu. Him li Elmanya bajarê Oldenburg û her wiha jî li Ziyareta Êzîdîya ku girêdayê Nisêbînê ya Qubê Hesen Begê. Heta Serokê Mala Êzîdîya Oldenburg, kek Telim Tolan, di sihbeta meda wiha digot"ev bi salayê marasimê cur be cur li Mala Êzîdîya çêdibin, lê ev cara yekemîne ku hevqas mirov lihev kombune" rast bu Êzîdîyên dilsoz ku wê carê lihev kom buwibun, jibo Reberekî xweyî mezin kom buwibun. Bi teybetî jibo Êzîdîyê ku li Tora Rengîn û derdora wê dijîn, Rêberê sedsalê bu. Jiber wê yekê bi hevîya cara davî ku Pêshîmamê xwe bibînin lihev kom buwibun.

Bi hêvî hatin lê bê hêvî çun

Di 40 rojîya Pêshîmam Îsmaîl Denîz´de disa bi hezaran Êzîdîyê dilsoz û Hevalên Wî lihev kom buwibun. Vê carê jî dîsa li Mala Êzîdîya Oldenburg bu û dîsa bi qasî hezar kesî lihev kom buwibun. Lê vê carê bi hevîyek din hatibun. Dixwestin valahîya di rêbertîya ola Êzîdîya de bi teybetî Êzîdîyê li Tora rengîn û derdora wê dijîn, bi hindikîjî bê bêya dagirtin. Yanî ji hindikayîjîv yek ji malbata Peshîmam bêjê ku ewê hevl bidin karê Pêshîmam Îsmaîl Denîz, hildê ser milê xwe.

Lê mixabin berî ku 40 rojîya Pêshîmam Îsmaîl Denîz, çêbibe hêvîya civaka Êzîdî shikest. Jiber go roja jibo 40 rojîya Pêshîmam Îsmaîl Denîz, roja Yeksembê (lahdê) hate diyar kirin. Li gorî bîr û bahwerîya Êzîdatîyê, roja bîranîna 40 rojîye anjî heftîyê divîbu ku di çarshemb anjî di pencshembê´de bê çêkirin.

Pîrozîya van roja ji alîyê civaka Êzîdî ve bash teya zanîn. Lê malbata Pêshîmam Îsmaîl Denîz û shêwirmendê wan, hewqasî ji Êzîdatîyê dur buwibun ku ev rastî nedîn anjî ne xwestin bibînin.

Civaka Êzîdî bi dîyar kirina Roja 40 rojîya Pêshîmam Îsmaî Denîz, re nerazîbuna xwe anîn ziman, lê Heyala Pêshîmam Îsmaî Denîz, Dayê Nadil, Kurê wî Shêxmus Denîz û shêwirmendê wan Shewqî shemo (qirdik), li ritmê bilura ku wan dizanîbun dan û 40 rojî di roja yekshembê de çêkirin.

Dîsa jî Civaka Êzîdî, jibo ku girêdana xwe ya bi Pêshîmam Îsmaîl Denîz, re bidin xwiya kirin, biqasî hezar kesî tevlî 40 rojîya Pêshîmam Îmaîl Denîz bun.

Shashîtîya Malbata Pêshîmam Îsmaîl Denîz û shêwirmendê wan di 40 rojîyêda jî berdewam kir. û rastîyek dinjî nedîn anjî nexwestin bibînin.(" her herêmekî ku Êzîdî lê dijîn Pêshîmamê wan jihev cudane")

Pêshîmam Îsmaîl Denîz, çiqasî Pêshîmamê hemu Êzîdîya bê hesibandin jî, herêma ku Pêshîmam Îsmaîl Denîz, heta dawîya emrê xwe xizmeta Pêshîmamtî û reberîya Êzîdîyê ku li Tora Rengîn (Bacin, Kocan, Derwan, Taqa, Xerabya, Kefnas, Kîwex, Kunar, Qulika, Fisqîn, Xanika Shêxa, Mezre, Gelîyê Sora, Shekrîn û Sewlîtk) dijîn kir.

Lê di Protokola 40 rojîyêde navê yekî ji Êzîdîyê Tora Rengîn û derdora wê nebu. Ji xeyn vê jî di rêza rumetê de disa dewsa kesekî ji wan kesê ku bi Pêshîmam Îsmaîl Denîz, re di hemberê xêrnexwazê Êzîdîyada ked û bi hevre di rêya çuwin û nehatinêde rêwîtî kiribun xwîya nekir..

Di pêshkêshîya bernama bîranînêde, shêwirmendê malbata Pêshîmam Îsmaîl Denîz, Shewqî Shemo, shemotîya (qirdik) xwe berdewamkir û dest bi pesindana malbata xwe kir. Çiqasî hatibê hishyar kirin jî, dev ji pesindana malbata xwe berneda, liser vê yekê bi sedan Êzîdîyê ku liser xera 40 rojîya Pêshîmam Îsmaîl Denîz, bêyî ku ji xêra wî bixwin salon terk kirin û di nava xweda gotin "Peshîmam Îsmaîl Denîz mir mir"

Pishtî ku shêwirmendê malbata Pêshîmam Îsmaîl Denîz, hat naskirin. Em ji weke ezidi.com tevlî gotina Êzîdîya dibin û dibêjin bila rahma xwedê li Rêberê me Peshîmam Îsmaîl Denîz be. Û em ji Êzîdîyên dilsoz re dibêjin, çiqasî ji alîyê malbata xweve bê dunde bêjî, emê parêzerê rêça wî bin. û emê li hember wan qesê ku bixwazin ji menfahatê sheqsîre Wî bi kar bînin bisekinin û destê me wê di qamçika wan debe..!!