Qatilê mirovahîyê hate dardakirin

Mahmud Helebçe / www.ezidi.com /Bagdad 30 Shemî 12.2006

Saddam Huseyîn, vê sibê seat di 4´ê sibehê li Bexdayê hate dardakirin. Herdu biryarên din, hîn wekirîne.

Ligorî shahidên dardakirinê, dardakirin gelekî bê deng û zû derbasbu. “Sedam di dema dardakirinêde zû mir” ev gotin ê berdevkê rêvebirîya hikumeta Eraqê´ne. Sadam Huseynê 69 salî ku fermana biryara dardakirin û komkujîya bi sedhezara mirova kiribu. Bab, bira û bavpîrê wan kesa vê sibahê ew biryar jibo sedam dan.

Serokwezîrê Eraqê Nzrî al Maliki, daxwîyanîyek da û got“Jibo qedrê mirovahîyê mezin me dardakirin zû kir.“ Û got ku doh ewan sedan Huseyin ji Amerîakana girtine. Sedam huseyin, tishtê hebuna xwe radestî nîvbirayê xwe kirîya. Li gorî agahdarîyên hatin girtin, biryara dardakirina nîvbirayê Sadam Huseyîn, Barsan al Tigrîtî û serok dadgehê berê Awad al Bander hîn vekirîya û çêdibe ku ew jî vê di dawîya roja shemîyê bêna dardakirin.

Ev hersê kes 05.11.2006 jibo komkujîya Dujail ji alîyê dadgehêva bi cezayê dardakirinê hatibun mahkumkirin.