SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Gavek dîrokî ji Hunermendên Êzîdî

www.ezidi.com / Sulingen

Xebata jibo avakirina tifaqa Hunermendên Êzîdî, piştî 8 meha bi çêkirina Kongrê ev xebat hate tac kirin.

Kongrêya ku di 14 Nîsanê´de li salona Yêkîtîya Ciwanê Şerfedîn li Sulingen hate çêkirin, di seat 13 :00´de bi dekayekê rêzgirtina jibo Şehîdê 72 fermana bi muzîka Qadîsero destpêkir. Axaftina vekirinê ji alîyê Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay ve hate kirin. Bexşi Günay, bal kişan ser keda heta niha ji alîyê Yêkîtîya Ciwanê Şerfedîn, gelek Hunermendên Êzîdî û wî ve jibo çêkirina tifaqakê di navbera Hunermendên Êzîdî hatî kirin û wiha berdewamkir » ev karê ku heta niha hatî kirin karê herî zorbu, jiber ku di navbera civaka Êzîdî´de temelekî ku riknê tifaqê liser bê dayîn xêrnexwaza nehiştine, lewma jî heger îro bi seda Hunermendên Êzîdî piştgirîya vê tifaqê bikin, ev tê wata ku xebatek xurt hatî kirin.

Kedkare Aşxa ên roja Kongrê

Birayên min ên ku, dinava vê xebatê de cih girtin, rumet dan min û gotin, »em dixazin tu rêvebirîya Civînê me bikê »û min jî, bi kefxweşî kabul kiribu. Îro ez gihîştim dawîya karê xwe, ez hevîdarim ku, di wan civînên ku hatin çêkirinde dilê ti birayên min ji min nemabê. Ez xwazim vêjî bêjim, ji niha û şunde jî, destê min ê biratîyê wê li pişta webê, ez xwazim hun vê jî zanibin, ji niha û şunda, weke xebatkarên Çand û Hunerê hunê karê xwe berdewam bikin. » piştî axaftina Bexşî Günay, dîwan ji pênc kesa, Hozan Zerdeşt, Azad Bêwar, Hozan Alan, Dengbêj Cemîl Can û Hozan Wezîr hate hilbijartin, Serokatîya Dîwanê Hozan Azad Bêwar, hate hilbijartin.

Xerakirin pir riheta lê avakirin pir zore

Kongrê ji di bêşa pêkhat. Beşa yekemîn agahdarî di derbarê kar û xebatên heta Kongrê hatibun kirinde, ji alîyê Hozan Zerdeşt ve hate dayîn. Hozan Zerdeşt, bal kişan ser, bi tanê hiştina Hunermendên Êzîdî û wiha got” ez bahwerin weke yekkes em dizanin çiqasî pêwistîya me bi tifaqê heye, ne em Hunermend bi tenê, pêwistîya Civaka Êzîdî behtir ji hemu wextî wî wextî bi tifaqê heye. Divê em Hunermendên Êzîdî, bi vê tifaqa xwe bibin minak ji Civakê re. Divê em vê jî, baş zanibin, xerakirina tiştên avakirî pir hêsane, lê belê avakirin beruvajîyê vêye, ev bi qasî 8 mehaye ku em xebatekê dimeşînin, heta ku em gihîştin konaxa Kongrê, lê bi belabuna xwe di navbera 5 dekade em karin xebata 8 meha vala derxin. Daxwaza min ji hemu Hunermendên Êzîdî ewe ku bi awayekî berpirsyar tevhev bigerin.” Hozan Zerdeşt axaftina xwe bi banga tevgerek, bi biratîyê bidawî kir.Hunermendên din jî, nerînê xwe anîn ziman û wiha gotin.

Hozan Arî; ez weke mirovê ku tevgera Netewa Kurdistan nasdikê û çûwiya welat, ez xwazim bêjim ku divê Êzîdî ji navê xwe netirsin û bê tirs karibin tiştekî ji xwer bikin. Ez bixwe çum Kurdistanê û min rewşa wêdê baş lêkolînkir, weke ku vê demê, bê qadrîya Êzîdîya dinav Rêxistinên Kurdistanîde heye tu cara çênebubu. Ev jî, tê wata ku divê êdî civaka Êzîdî bikêrî xwe bê û tifaqek xwe avabikê. Heger tifaqek Êzîdîya çêbibê wî çaxî dikarin mafên xwe li Kurdistanê bi parêzin.

Hozan Alî Şingalî; mixabin jiber rêya dur û bê derfetîyên xwe ez tevlî civînê din nebum, lê min bi rêya telefonê hêstên xwe anîbu ziman û ez îro careka din dibêjim, biryarên ku ji alîyê rêvebirîya Rêxistina meve bê sitendin min jî girêdide û piştgirîya min bê dawîye. Birayê Gara Sazkar jî silavên xwe şandin û got ku, ez dikarim liser navê wî bi axivim û silên wî ji were bêjim.

Navê Rêxistinê N.Ç.û H. Ê ( Navenda Çand û Hunera Êzîdxan)

Di beşa duem xala yekemînde Navê Rêxistine hebu, piştî nîqaşek dirêj Navê Rêxistinê hate kabulkirin. Di nav, navên hatina pêşnîyarî kirinde

-Tevgera Hunermendên Êzîdî”,

-Yêkîtîya Hunermendên Netewa Kurdistan”,

-Yêkîtîya Hunermendên Kurd”,

-Yêkîtîya Hunermendên Kurdên Êzîdî”,

-Tifaqa Hunermendê Êzîdî”,

-Mala Çand û Hunera Êzîdxana Kurdistanê”

-Yekîtîya Hunermendên Şerfedîn”,

-Sazîya Hunera Resen”,

-Yêkîtîya Hunermendên Laliş”,

-Mala Çand û Hunera Kurdistan”,

-Tevgera Hunermendên Welatê Rojê û

-Navenda Çand û Hunera Êzîdxan” hebun.

Navê ku deng sitendin;

-Yekîtîya Kurdên Resen 6 deng

-Yêkîtîya Hunermendên Kurdên Êzîdî 12 deng

-Tifaqa Hunermendên Êzîdî 5 deng

Mala Çand û Hunera Welatê Rojê 17 den

Navenda Çand û Hunera Êzîdxan 39 deng girtin û bi vê yekê jî, Navenda Çand û Hunera Êzîdxan bi piranîya denga hate qabulkirin.

Piştî navê rêxistinê, destura bingehîn hate gotûbêj kirin. Dipey destura rêxistinêra Rêvebirîya Rêxistinê hate hilbijartin. Kesên hatin Hilbijartin

Hozan Alan, Hozan Wezîr, Hozan Azad, Dengbêj Cemîl Can, Hozan Zerdeşt, Hozan Alî Şingalî, Hozan Celal Sansar, Hozan Melek, Hozan Bangîn, Hozan Xesan û Hozan Diljar.

Komisyona Şêwirmend

Ekrem Reşo, Pîr Adnan, Pîr Êzdîn, Aydîn Ronak û Hozan Arî

Serokê Rêxistinê Hozan Zerdeşt hate hilbijartin.

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye