SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

KELEHA ÊZÎDXAN HATE HEJANDIN DIVÊ NE HÊRIVÊ

6 Êlun 2007

Bexşi Günay

Gava min ew gotina ne xêrê bihîst, ez li Sitanbolê bum. 15 ê Tebaxê piştî nîvro seat nêzîkî çara bu. Ji Navenda Nuçên Televizîyona RTL Schwarzenberger Xatun li min gereha û got ez êşa we bi were pardikim (Herzliche Beileid), ez şaş mam û min got sipas. çi çêbuye? Ewê got „ doh piştnîvroya dereng du teqînê teroristî li hember civaka we çêbun, zêdeyî 200 kesî mir û bi sedan kes birîndarin.“

Berî ku ew gotina xwe xelaskê, min got ez siba dereng disiba li cihê buyerê me, emê li wêderê bi hevra biaxivin. Jibo 15 Tebaxê bilêt bi dest min neket 16´ê Tebaxê cih bi dest min ket, 16´ê Tebaxê piştî nivro ez gihiştim Mêrdînê. Wê şevê ez li Midyad´ê mam, 17 Tebaxê ez derbasî Îraqê bum. seat 12 ez gihiştim Kurdistana Başur. Biraderekî min ez pêşwazî kirim û em teva ketin tirimbila wî û me berê xwe da mala wî. Bi rêda bahsa bûyerê kir û got zirara herî mezin li Tilhizêr buye, zêdeyî 500 mirî heye û bi sedan birîndar hene.

Bi rêda tanê min ew guhdar kir, jiber ku gava ez li Tirkîyê bum ez pêre bi Telefonê axivîbum. Piştî 1,5 seatê rê em gihiştin mala wî. Di nava seatekê de civata me geriha, lê em neçar man ku em bexişandina xwe ji civata xwe bixwazin û em berbi Singalê ve ketin rê. Bi tevlîbuna Nuçegihanê Navenda Nuçên Êzîdxan Êzîdî Mîrza, me ji mala biraderê xwe û şunda bi tirimbêlek din rêwîtîya xwe berdewamkir. Mebest jî ewbu, ku tirimbêla em pê diçin NR. Musilê bu û bi vê yekê jî, hindik jî bê emê xwe kamufila bikin û emê bahla terorîsta nekişînin.

Piştî rêvîtîyek bi qasî 4 seata em gihiştin Gundênavêndî Tilhizêr, di çavê awilîde mirov bi awayekî vekirî şepirzeyî, belengazî û bê xwedîtîya Êzîdîyên Tilhizêr behtir ji hemu cihên Êzîdîya xwîya dikir.

Tiştê ku min li Tilhizêr û Siba Şêx Xidir dît, Beruvajîyên Nuçên Televizîyona bun. Alîkarîya bi Tira xwarin, Vexwarin Kinc, alîkarîya tibî u.w. axaftin û gotinê di Televizîyonada hemu balon nepixî valabun. Ne xwarin hebu, ne vexwarin, ne kinc û ne jî derman (îlac). Bijişkê li Tilhizêr bi ser minde girîya û got « jiber ku derman nine ez nikarim ti alîkarîyê bikim. Xwezî ez bimrama û min ev yek nedîya » mirova bi destê xwe lodên xanîyê hêriftî didan alî û li termên mirova digerihan, kesekî ku alîkarîya wan dikir nebu (Leşker, Pêşmerge û Mekîne).

Di Rojên xwe ên 2, 3 û 4´de li herêma fermanê, ez gihiştim qanahatekê, ku hin pilanê tinekirina Êzîdîya berdewan dikê.

Jiber ku pilanê tinekirina Êzîdîyên Çîyayê Şingalê ne niha hatîya kirin. Hîn di dema rejima Sadam Hüseyin´de pilanê tinekirina Êzîdîyên Çîya´yê Şingalê bi awayekî sistematik û dem dirêj hatibu kirin. Rejîma Sedam, biqasî 130 gundê Êzîdîyên çîya´yê Şingalê ji gundê van derxistin û li Gundênnavendî komkirin.

Ev Gundênnavendî li Bakur û Baxerbê Çîya´yê Şingale bi qasî 50 KM dur çêkirin. Bi vê yekê jî, Êzîdî ji pêdivîyên Jîyanê mîna Av û Xwarinê û ya herî girin ev ji kelaha wan ya ku Êzîdîyên Şingalê ji 72 Fermana parastî Çîya´yê Şingalê qutkirin û dur kirin. Ew kirin Çolek rut û bêxêr, bi vê yekê jî, merxasên Çîya´yê Şingalê, bê çek kirin û herebê derdor bi çekên girad ew kirin xwedî ewlekarîyek mezin. Kinasîya gotinê, Êzîdî kirin kerîyê berxa ên bê parastin di guhera gurande.

Piştî hilweşandina Rejîma Sedam, devera herî bêxwedî ma, Êzîdîyên Çîya´yê Şingalê bun. Partîyên Kurdistanî, ku ketin wêderê jî, tanê karê fitne û fesadîyê kirin. Weke pezê bê xwedî ji alîyên dizoka ve bê lihev parkirin. Hijmara Êzîdîyên ku li Kurdistanê dijîn biqasî 1 Milyon û 300 hezarîya. Hijmara Êzîdîyên Şingalê tanê 670 hezare, van Partîyên Sîyasî ên ku di gotinêde Kurd û Kurdistanê di parêzin, hijmara Êzîdîya ligorî Êzîdîyên ku fikrê wanî sîyasî diparêzin dan xwîyakirin, carna kirin 400 hezar, carna jî ,kirin 600 hezar. Êzîdîyên din ku fikrê wanî sîyasî ne parastin veke tune dan xwîyakirin, kesên ku qaşo xwe weke şewirmend û berpirsyarê Êzîdîya didan xwîya kirin, ewan jî tanê sêlê wan alastin.

Axa û Muxtarê Çîya´yê Şingalê, ketin derdê zikê xwe û seatxweşekê, ku ji kesên bihêrz ên welêt (Partî û rêxistin) bistînin.

Şingal kirin Tirad (Qad-Meydan) jibo Cidîda Siwarên Serxweş. Herkesî ligora xwe cidîda xwe kir, (Hina Êzîdî kirin Tirk, hina kirin Ereb û hina jî kirin Ecem) bivê yekê jî, heqaratek mezin li Şehîdê 72 fermana, ku jibo Ola Êzîdatîyê, Çand û Zimanê Kurdî Şehîd ketine kirin. Bi vê jî ne kirin, fermana 73 li Êzîdîya rakirin. Îro Tilhizêr´a ku 40 hezar têde dijî û Siba Şêx Xidir ku nêzîkî 50 Hezar mirov têde dijîn. Piştî Fermana 73´ê ku 746 Sehîd, 300 giran û diser hezarî re birîndarên sivik dan, îro bê xwedî û xwedan mana û li benda alîkarîyêne.

Di gera min ya li Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir´de, xwesteka nişte cihê herdu Gundênnavendî hebu, “heger alîkarî ji alîyên Êzîdîyên Ewrupa ve bêkirin bila ne bi rêya Axa û Muxtarên me bê kirin. Bi xwe alîkarîya xwe bighînin me, heger hun alîkarîyê bidin Axa û Muxtarên me, wê ti alikarî neghê destê me.” Di çavnêrîya min ya biqasî 4 rojade, min rastîyek din dît, keleha Êzîdxanê Şingal hatîya hejandin, çi dibê bila bibê, divê ev keleh neyê hêriftin û çavtirsandî nebê.

Pêşnîyarîya min jibo hemu rêxistinê Êzîdîya, ku 14 Tebaxê bi navê “Roja Rêş” bê binav kirin û di heman wextîde bibê roja bîranîna Şehîdê 73 Fermana….

BERDEWAM HEYE......

Tevahîya Rewîtîya min bi navê “ROJA REŞ” tê amadekirin di demek nêzikde wê bê weşandin….

bexsi_guenay@hotmail.com bexsi_guenay@ezidi.com

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin

Bila sonda xortê Êzîdî tolhildan bê.

Ez weke xortekî Êzîdî vê komkujîya ku li Şingal li hember gelê Êzîdî hatî kirin şermezar dikim û banga min ji hemu xortên Êzîdî re, ku sonda tolhildana fermana 73 boxun. li ku dibê bila bibê.

Min tiştek fahmkir, dinav hov û hirçanda mirov bi dilşewatî nikarê bijî, lewma ez banga hemu xortên Êzîdî dikim ku tevlî Tîmê Tolhildana Êzîdxanê bibin.

ez di şeqsê Bexşî Günay de NNÊ pîroz dikim, ez bahwerim ku ew kesên demekê birayê Bexşi Günay rexne dikirin îro ji xwe şerf dikin. birayê Bexşî rîya te vekirîbe û destê xwedê û Tawisî Melek li pişta teye..

Sılav û Rêz

Bavê Firaz

Birêz Bexşî Günay,
berî her tiştî ez vê fermane 73 ya ku liser gelê Êzîdî hati kirin şermizar dikim û bejna xwe liber hemu Şehide fermana 73 di tewînim û ji birîndare şîfa dixwazim.
Ber herkes vê baş zanibê, bi 73 fermanên din jî, wê nikaribin Êzîdîya xelas bikin.
Gelê Êzîdî wê tucare Şehîdê xwe jibîr nekin.
Di vê gele Êzîdî ê li Ewropa, li Şingalê û gelê Êzîdî ê li Îrakê, biher awayî xwedî derkevê.

Birêz Bexşî Günay,
ez te pîroz dikim. jibo we keda te ya ku tu jibo gelê Êzîdî dikê.
Baş  tê xweyakirin, ki jibo gelê Êzîdî xabetê dikê, rastî wextê ku min bihîst, ku tu çuwî cihê ku bûyer lê çêbuye( ŞINGAL ). min hêdî baş femkir ku tu jibo gelê Êzîdî, tu karê canê xwe jî bide.

Ez hevîdarim ku tu di demek kinde rêwîtîya xwe bi navê ROJA REŞ amade bikê û di virde biweşînê.
Ez di hamu xabetên tede serkeftinê jibo te dixwazim

Bi dilekî xemgîn û şikestî
sila û hürmet
Mihyeddin