SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Di Rêça Tawis-î Melek´de (1)

 

 

weşan: 08.12.2006

Di derbarê ola Êzîdatîyê de, heya îro kesên dizanin û ên ku nizanin jî, bi dêzîyên mezin gotin, gotin. Carna bi gotinê ji cem xwe, xwestin ku Êzîdatîyê bi Yezid´ê kurê Muavîye´ve yani bi Amevîtîyê ve girêdin.


Roja îro jî, bi gotina “Êzîdî Kurd´en an na?” civaka Êzîdî kirin mijar ji nîqaşê xwere. Ji xwe berî niha jî, carna gotin Êzîdatî bahwerîyek ku di pey hatina Şîxadî El Hakarî belavbuya(weke bin misafir jî tê naskirin), carna jî gotin berî Şîxadî El Hakarî ev bahwerî ne dîyare û liser ola Êzîdatîyê, ligorî menfahatê xwe nîqaşên puç û vala dan destpê kirin. Gotin Êzîdî tabihê xerabîyê ne û gotin ku Êzîdî çira di tefînin, bêyî ku dayîk, xwîçkê û ên din jihev cuda bikin.

Gotina ku mantiqa mirovahîyê ticara qabul nekê ji Êzîdîya re hate gotin û bi van gotinê tiji haqaret Êzîdî hatin biçuk xistin. Gotin destkuja Êzîdîya nayê xwarin û bi vê yekê jî, sînor kirin nava mirova û şurê dijminatîyê dinavbera mirovada tuj kirin. Gotin kuştina Êzîdîya helala û kesên ku ev gotin, qadir û qîmet dîtin û ew bilinkirin hildan ezmana. Ji alîyê, hinek komên sîyasî ve, sirf jibo kuştina Êzîdîya çalakî hatin organîze kirin û heta niha ne 72 fermanên bi xwîn 1072 fermanên bi xwîn li Êzîdîya hatin rakirin.

Lê belê hertim ev rastî hate beruvajî kirin û hertim heta ji destê wan hatîye,Êzîdî nebaş dan xwîyakirin. Di nava vî karîde bi zanîn an bi nezanî kesên ji civaka Êzîdî, carna bi awayekî çalak (aktif) dinav komkujîyade cih girtine û carna jî bi sixurtîyê cih girtine.

Diroja îrojîde hîn ew yekkes dinav civaka Êzîdî de hene. Û hîn jî, li ba hinek kesen ku xwe weke Serok û Rêber û Rewsembîrê civaka Êzîdî dibînin, gotina Êzîdatîyê tabuye.

Hin dibêjin ezî hin dibêjin Ezdî, lê gelekî balkêsa ku gava dinav gotin anjî nivîsên wande, navê Malên Êzîdîyan derbasdibe, nabêjin Mala ezîyan, an ezdîyan. Dibêjin Mala Êzîdîyan. Ew gotinê weke gotina yezidi, ezi anjî ezdi ligorî xwesteka hinek xêrnexwazê ola Êzîdatîyê tê gotin. Yani ki jibona Êzîdîya bixwazê tiştekî bikê, di destpêkêde divê Êzîdî ne wek Êzîdatîyê bin, divê Êzîdî wek wan bin. Xebata tenê jibo civaka Êzîdî weke xebata li dijî Kurd û Kurdistanê dibînin.

Licem kesên anjî derdorên ku xwe weke Serok û Rêberê Kurdistanê û en ku xwe weke welatparêz dibînin, gelo çima gotina Êzîdatîyê (Êzîd) hewqasî xeter dêta dîtin? Ma qey ola Êzîdatîyê xizmetê ji ereb, ecem, an jî tirkare dikê? Qawl û beytê Êzîdîya bi erebî, farisî anjî bi tirkîne? Evqa fermanên ku bi serê Êzîdîya´de hatin, jiber çi hatin? Ez rastî dibêjim, jibo girêdana wan kesa bi Kurd û Kurdistanê re ez bi gomanim (gotina min bi teybetî jibo ên li Ewrupa´ye).

Civaka Êzîdî jiber fermanên bi xwîn, li nikarên cihanê hatin belav kirin. Tirkîye, Îraq, Îran, Sürîye, welatên wan li çar perça hate parkirin û li Sovyeta berê bi awayekî belawela dijîn. Çima ev mirovên ku hijmara wan zêdeyî 3,5 milyonaye, ev bi sedsalaye ku heqaret liwan tê kirin û tên biçuk xistin?

Û çima Êzîdîya di navbera xwede tifaqek bi rastî avanekirine?

Ew kesê ku bi herikandina dîrokê re, pêşî li tifaqek bi rastî ya Êzîdîya girtina, kine? Ev marên ku civaka Êzîdî di paşila xwede bixwedî kirine û dikin kine? Ma qey xîreta Êzîdîya ewkas kem buya? Êdî wextê gotina, Êdî bese nehatîye?


Îro gava mirov li çapamenîya bi dîmen û nivîskî binerê, gelek bername û pirtukên ku bi îdîa Êzîdatîyê tînin ziman bi seda hene. Belê rastîyek liber çavaye, ewjî kitêbek ku bersiva hemu pirsên ku mirov lihev parbikê, di derbarên Êzîdatîyê´de weke çavkanî tuneye. Alîyê herî balkêş kesayet anjî Rêxistinên civaka Êzîdî, ku di derbarê ola Êzîdatîyê´de kitêb nivîsandina. Çavkanîyên xwe ne Hilimdar, Qewl û beytên ku bingeha ola Êzîdatîyê ne, didin xwîya kirin, wan kesên ku jibo ola Êzîdatîyê nebaş bidin xwîya kirin, bi hevre di pêşbirkê dene, didin xwîya kirin.

Hinek derdorên bê perwerde, xwe pêşnexistine, tenê bi hiskirina guha xwestina rêçê şanî mirova bidin û mirovên ku li pey wan diçin, gelek jiwan kesa jibin konrolê derketina û hewl didin ku bahwerîya ola Êzîdatîyê jiser bingeha wê durbixin. Ev kes ögeyên ku bingeha Êzîdatîyê dinijinînin qebul nakin û weke ku ninin didin xwîya kirin (anjî hewl didin ku bidin xwîya kirin)

Hinek dibêjin “Êzîdatî oleke”, hinek dibêjin “Êzîdatî felsefeyeke” hinek jî li hember derdikevin û dibêjin “Êzîdatî geleke”

Jiber lihevnekirina kesayetî û rêxistinên civaka Êzîdî, buya sebeba ku civaka Êzîdî jihev biqetihê. Bi rêxistinbuna civaka Êzîdî behtirîn bi alîyê polîtîk û şaxsî çêbuye. Jiber vê yekê jî, bahwerîya ku rihê wê liser Aştîyê û gotuna wê liser mirovahîyê hati avakirin. Hatîya bê hêrz kirin.

Jiber kesên digotinêde serkêşîyê ji vê ola kevnar dikin, civak kirina nav gerek ava bêqam û civaka Êzîdî mixabin liber xeniqandinêye. Di rastîya ola Êzîdatîyê´de çira nayên tefandin tên pêxistin, mînaka herî baş jî, şeva Ş îlanêye. Pîrozîya dayîk û xwiçkê jî, di qawlên ku riknê ola Êzîdatîyê avadikin, dirêj dirêj hatîye şîrove kirin.

Weke mirovekî Êzîdî min xwest bi vê minasebetê û hîn gelekên din, ola Êzîdatîyê, bi rêvebir, hilimdar, qawlbêja ve, horf, edet, diha û qawlê ola Êzîdatîyê ji çavkanîyên rast pêşkêşî zanyarîya we xendevanên hêja bikim.

Jiber ku mijar di rojevêdeye, ezê hewl bidim ku di derbarê Êzîdatîyê´de “Êzîdatîya rast” we agahdar bikim. Bivê minasebetê , min bi kesên weke qewlbêj, dinav civaka Êzîdî´de tên naskirin, bi malbata Mîr re ku weke rêberê Êzîdîya tê zanîn, Pîr, Qewal, Şêx û Pêşîmama´re hevdîtin çêkir. Di beşên nivîsên xweyî dinde ezê hewl bidim ku bi awayekî berfireh liser pêvajoya nu ya ku civaka Êzîdî têdeye bisekinim.

BERDEWAM HEYE...... jibo heman nivîsê bi zimanê tirkî>>>