SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Di Rêça Tawis-î Melek´de (2)

 

 

Sebat 2007

Gava mirov bi şunda li dîroka civaka Êzîdî dinerê û li def û dolabên liserê civaka Êzîdî hatin gerandin û ev gerandina van def û dolaba dubare, sêbare û çarbare hatine gerandin dibê. Mirov gah bi hêrz dibê, gah jî bê zar dibê û dikevê nav gera bersiva, pirsa, çima hewqasî civaka Êzîdî rihet hatîya xapandin û tu derz ji serpêhatîyên xwe ne girtine?

Dinav derya bersivada, mirov rastî nêhta civaka Êzîdî ya qenc tê. Nehta qenc çiqasî erênî bê qabulkirin jî, jibo civaka Êzîdî rolekî neyênî (negatif) leyîstîye û bêhtirîn zerara nêhta civaka Êzîdî ya qenc daye wan.

Jiber ku nêhta civaka Êzîdî ya qenc buya sebeb, ku qenc û xerabê xwe û dost û dijminê xwe ji hev nasnekê. Lewma jî civaka Êzîdî gelekî hêsan hatîya xapandin û di karên civakîde tu serkeftin bi dest nexistina.

Mixabin û sedcarî mixabin, di sedsala 21´da jî, ev yek hîn berdewam dikê.

Bi teybetî rêxistinên civaka Êzîdî dinav vê şaşîyê dene. Gava mirov li rêxistinên civakî ên Êzîdîya dinerê mirov dibînê ku di kar xwede ne ji sed sed jibo civaka Êzîdî di xebitin. Sebeb jî ewe, jiber ku her rêxistinek ya civaka Êzîdî bi partîyek sîyasî ya Kurdistanî ve girêdayî e. Ev yek jî, dibê sebeba ramanê cuda di navbera rêxistinên civaka Êzîdî´de.

Niha 13 komelên Êzîdîya hene, bi vanra jî, bi dehan Profesör, Bijişk (Doktor) Rewşembîr,Rojnamevan, Nivîskar, Dîroknas û Zimanzanê civaka Êzîdî hene.

Lê mixabin mirov bi awayekî gelekî vekirî dibîne, ku ji xelkê re, Profesör, Bijişk (Doktor) Rewşembîr,Rojnamevan, Nivîskar, Dîroknas û Zimanzanin, lê ji qewmê xwe û ola xwe re (Êzîdîyan û Êzîdatîyê re) gelekî XEŞÎM û NEZANIN.

Ev yek jî, bi nivîsên ku di derbarên pirsgirêkên civaka Êzîdî´de tên nivîsandin, gelekî baş tê fahm kirin. Ev kesên ku, ji wan navên li jor li xwe dikin û xwe bi wî şiklî binav dikin, gava ku mirov bahsa pirsgirêkên civaka Êzîdî dikê, ji wan ra weke ku mirov bahsa cihaneka cuda bikê. jiber ku di navbera wan û civaka Êzîdî´de newalên kur hene, lewma jî, pirsgirêkên anjî kanîya pirsgirêkên civaka Êzîdî nasnakin.

Gava ku mirov bahsa pirsgirêkên civaka Êzîdî dike û hinek kes an derdora rexne dikê. Ev kes, weke minaka beruyê “ku ji şikenîkêde ket û ji şikenîkêre got devê tê çende” dikin. Û bi gotarên xwe ê bê bêhn û tahma Êzîdatîyê, xwe ji xelkê derdor re, dikin lihbog.

Dijware, lê rasta ku di pirsa lêkolîna ol, dîrok û çanda Êzîdîyan de em dereng mane. Û çêdibê ku, ji alîyê zanyarîyê ve civaka Êzîdî qalsbê. Lêbelê divê ev jî baş bêya zanîn ku, tiştê civaka Êzîdî heya niha liser pîya hiştîya ne zanyarîya wana Bahwerî û xîreta wana.

Di rihê mirovada du hêlîn hene. Hêlînek jê, ya qencîyê û yek jî, hêlîna xerabîyê e. kesên ku di rihê wande, hêlîna qencîyê mestir ji ya xerabîyê bê, bahwerîya wî kesî zêdeye.

Bahwerî bingeha xîretêyê, xîrêt riknê mirovahîyê e, mirovahî jî, rumeta herî mezin ya liser ruwê erdêye. Ev mirovên ku orf, adet,çand û zimanê xwe bi xwîna milyona şehîda parastina yanî Civaka Êzîdî, di wê bahwerîyêdeye ku her bostek ji axa Kurdistanê xwîna şehîdekî rijîyaya ser û lewma jî civaka Êzîdî tucara tifî ser axa welatê xwe nekirine û nakin.

Civaka Êzîdî hemu şehîdên ku jibona Kurd û Kurdistanê, weke şehîdên 72 fermana dibînin û li hember wan şehîda xwedî rêzek mezinin. Lawma jî mafê tu kesî tuneye ku zimandirêjî vê civakê bikin.

Gava ev kes an derdor vê yekê bikin, ez xwe weke mirovekî ji civaka Êzîdî mafdar dibînim ku, di derbarên daxwîyanî û nivîsên di derbarên civaka Êzîdî û ola Êzîdatîyê´de tên weşandin, nerîn û rexne xwe di derbarê van kesande dîyar bikim. Heger ev nivîs û daxwîyanî zêde çewtbin û zerarê bidin civaka Êzîdî, ez wî mafî jî, ji xwere dibînim ku, ez rexnê tûj jî bikim.

Di vê pêvajova nude, ku netewperestîya civaka Êzîdî zêdebuya û berbi tifaqek mezin ya civaka Êzîdî diçê, divê kesên weke apê minTosinê Reşîd û ên din, tevlîhevîya di serê xwede, nekin mal û milk ji civaka Êzîdî re û bela xwe ji Êzîdîyan vekin. Heger ew ji Kurdîtîya xwe şibhe bikin, mirov jî, wê ji Êzîdatîya wan şuphe bikê.

Ev kes hîn gotina Êzîd fahm nekirna û lawma jî, sernivîsên wan bi Êzîdî nîvnivîsên wan bi Êzdî û dawîya nivîsên wan bi Êzî tê nivîsandin. Li gorî bahwerîya min ne newal di navbera van kesa û ola Êzîdatîyê´de hene, cîhan di navbera van kesa û ola Êzîdatîyê´de heye.

Xwendevanên gotarên min, pir baş dizanin ku ez navnîşanê rexnê xwe hertim diyardikim. Di gotara min dawîde, min rexnê xwe bi gotinên nerm dîyar kiribun. Dîsa jî, ez di wê bahwerîyê deme ku navnîşanên rexnê min diyarbun û wê bên dîyar kirin jî.

Ez di wê bahwerîyê deme, ku van kesa navaroka nivîsa min bi navê “Di Rêça Tawisî Melek´de (1) fahm nekirîne. Jiber ku xwedîyê gotarê sergotara min jî şaş nivîsîya û wiha destpêdikê “ Min van demên dawî li malpera” internêtê de” gotara Bexşî Guney “Di rêça Melek î Tawis de” xwend.

Ew gotar ji destpêkê heta dawîyê rexne ne û pirî caran rexnên gelek tûj, lê tu cîha navnîşan, adrês tune, em usan jî pê nizanin ka xudanê gotarê kî rexne dike.”

Xwedîyê gotarê, apê min Tosinê Reşîd, piştî vê nivîsa xwe li jor wiha berdewam dikê ” Bê guman şaşî, kêm û kurtî wê hebin. Minê bixwesta, êzê minetdar bûma û ez hê jî bendême, wekî kesên di pirsên jorgotî ve gîro, rexne li min bikirana, kêm û kurtîyên pirtûka min bianîyana ber çavan. Ji talebextan re di wê pirtûkê de şaşîyên çapê jî ne kêmin, bo nimûn min her cîha peyva ‘Êzdîyatî' bi kar anîye, lê ser rûyê pirtûkê 'Êzîdîyatî' hatîye nivîsar, çi ku dijî bawarîya min e.”

apê min Tosinê Reşîd, ji alîyekîve dibêjê, navnîşan ne dîyarin û ji alîyêdinve jî, bersiva rexnê min daya.

Û berdewam dikê ” Ew dinvîse:”Roja îro jî, bi gotina “Êzîdî Kurd´en an na?” Êzîdatî kirin nîqaş ji xwere”.

Belê, îro ew pirsgirêk heye û pirsgirêkeke gelek giring e, ji bo çi gerek nebe mijara gotûbêjê, ‘niqaş' ê. Ji kesên ser wê pirsê nivîsîn yek jî ez bûm, gelo mafê min tune bû ez binvîsim? Kesên beşdarî wê gotûbêjê bûne, şaşîya wan çîye?”

Li gorî bahwerîya min, tenê gotina Êzîdî Kurden an na? Heqaretek mezine jibo civaka Êzîdîye, lewma ez dibêjim, heger ev kes bi rihê Êzîdatîyê pêçayîbuna wê ticara gotina “Êzîdî Kurdin an na?” nekirina mijar ji gotarên xwere. Divîbu kesên weke apê min Tosinê Reşîd û ên din, peyamên nerazîbunê dîyar bikirna û rê nedana van nîqaşên ku ji civaka Êzîdî re tiji heqaret.

Jibo ku ev kesên ji xelkêre bi gotûbêj û ji civaka Êzîdî re kerûgêj baş fahm bikin, bê çima divê nenivîsîna ez pêwistîyê bi nivîsa van gotinan dibînim gava ku xwendin jî, bila destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û biryara xwe bidin.

Mirov ji rih û bedenê pêk te. Bingeha ola Îslamîyetê Erebîya û xizmetê ji zimanê erebîra dikê. Ne wiloye? Kesên bahwerîya xwe bi vê bahwerîyê bînin, divê hînî zimanê erebî bibin, gelek an hindik, titiştî nekin divê ezan bi herebî bê xwendin. Ew jî ne wiloye? Gelek tespîtê min ku ez minak bidim xwîyakirin hene, lê pêwistî tuneye ku ez teva binivîsim.

Başe. Bingeha ola Êzîdatîyê ne Kurdistanîye ? xizmetê ji zimanê Kurdî re nakê? Kesên ku vê bahwerî kebul bikin ne mecburin ku hînî zimanê kurdî bibin.?

Em bên ser Kurda û biratîya di navbera Kurda´de. Min li jor bahsa rih û beden kir. Kurdên misilman rihê wan îslametîye û kalibê wan Kurdîyê. Gava ku bixwazin xwe nêzîkî xwedê bikin divê civaka Êzîdî weke dijmin bibînin û vê civakê bi perçiqînin. Gava bi xwazin weke kalibê xwe bikin divê dev ji nezîkbuna xwedê bi rêya Îslamîyetê berdin. Ne raste?

Ez hevîdarim ku ev kesê ji xelkê re bi gotûbêj û ji xwere kerûgêjin, wê bi xwe bihisihin û dev ji darikîtîya hewdalê berdin.

Li gorî bahwerîya min tu kes bi nivîsandina pirtukêkê an du pirtukên ku bi naverokek vala nabê nivîskar.

Careka din em bên ser rexnê min, di gotara min ya bi navê”Di Rêça Tawisî Melek´de (1)”

“ Licem kesên anjî derdorên ku xwe weke Serok û Rêberê Kurdistanê û en ku xwe weke welatparêz dibînin, gelo çima gotina Êzîdatîyê (Êzîd) hewqasî xeter dêta dîtin? Ma qey ola Êzîdatîyê xizmetê ji ereb, ecem, an jî tirkare dikê? Qawl û beytê Êzîdîya bi erebî, farisî anjî bi tirkî ne? Evqa fermanên ku biserê Êzîdîya´de hatin, jiber çi hatin? Ez rastî dibêjim, jibo girêdana wan kesa bi Kurd û Kurdistanê re jî, ez bi gumanim (gotina min bi teybetî jibo ên li Ewrupa´ye).”

Ez gelekî meraka dikim, gelo kesên ku navaroka vê rexna min li jor fahm nekirne çend kesin? Jibo kesên ji civaka Êzîdî re, Xeşîm û Nezan fahm bikin, êzê bi zimanekî din binivîsim.

Niha 3 Partîyê Kurdistanî hene û 3 seroka wan hene ne wloye?! Ev hata fahm kirin? Êzîdî Zerdeştîne? Na û sed carî jî na. Di beşên nivîsên min bi navê „Di Rêça Tawisî Melek´de“ ku bênde ezê liser bisekinim. Ez karim destê xwe deynim ser Agir ku hemu Sazî û Rêxistinê Kurdistanî jî, dizanin ku Êzîdatî û Zerdeştîtî di olê cudana lê nêzîkî hevin.

Û em hemu dizanin ku em bavpîrê wanin, ne wloya?! Çima şuna gotina Êzîdatîyê gotina Zerdeştîyê bikar tînin? Çima ji civaka Êzîdî re dibêjin Êzîdîyên Kurd? Ez di wê bahwerîyê deme, heger em bi rihekî Êzîdatî bifkirin emê vê baş fahm bikin. Ez hevîdarim ku ev minakên ku min dan, wê bibê alîkar ji wan kesên ku, jibo fahmkirina pirsgirêkên civaka Êzîdî zahmetîyî dikişînin û neçar dimînin.

Ji xwe, min di nivîsa xwede pirs kiribun û dabu xwîya kirin ku bersiva van pirsa wê di berdewamîya nivîsên min ku tên de, wê bên dîyar kirin. Lê hat fahm kirin ku ev kes ji zimanê Kurdî jî fahm nakin lewma jî, ji Kurdîtîya xwe fikara dikin.

Çiqasî min zaningeh xwendibê jî, jiberku bingeha rihêmin li gundê Tora Rengîn û qontara çîyayê Bagokêye, Ji xwe ez bahwernakim ku, ticara ez weke gundîyekî hişk û ew weke nermikê bajara ji hev fahm bikin.

Ez xwazim sê e-Name (e-Mail) ku ji Nisêbîn , Amed (Dîyarbakir) û Stembolê ku di derbarê gotaramin bi navê “Di Rêça Tawis-î Melek´de (1) nerînê xwe dîyar kirina peşkeşî we bikim.

“Kurd û Kurdistan wê tenê dibin Serokatîya Êzîdîyan de herê azadîyê.”

Ez xwazin di serîde kefxweşî, dilşadî û bextewarîya xw, jibo nivîsa we ya bi navê “di rêça Tawisî Melek´de” bidim xwîyakirin. Ez we bi rihekî Kurdayetî î pakij pîrozdikim.

Xwezî kesên weke we ku Êzîdatîyê bi rihekî pakij diparêzin bi hezara hebyana û berî bi 30 salî destpêbikira. Bahwerbikin wê îro Kurdistan azadbîya. Bêguman heya vêga gelek serhildan jibo azadîya Kurdistanê çêbune lê belê jiberku ne bi rihekî Kurdistanî ev serhildan çêbuna lewma jî ev serhildan teva têkçuna.

Minak Qadî Mihemed xwest bi navê islamîyetê bikê têk çu. Yezdan Ş êra xwest bi navê islamiyetê bikê û di destpêkêde dest bi katilkirina Êzîdîya kirin, têk çu. Ş êx Saît xwest bi navê islamîyetê bikê û di serîde dest bi kuştina Elawîya kir, têk çu. Li başurê Kurdistanê ku ji alîyê PDK û YNK, ev nezîkî 20 salaya hikimdarîya kurda heye, jiber ku dixwazin bi navê islamîyetê bikin siyaseta wan têk çuwîye. Li bakurê Kurdistanê hetanî çizgîya PKK liser riknê Êzîdatîyê bu, hertim peşve diçu piştî ku çizgîya îslamîyetê ji xwere esas girt, ji hêrz ket. Piştî hewqas rastîyên tazî ez bi xwe weke mirovekî kurd û xwedî 5 şehîda, bahwerîya min eve, tenê bi serhildanek dibin serokatîya Êzîdîya de wê Kurdistan biçê azadîyê. Halit Önder Sitambol

Gava mirov li vê e-name jor binere û bi fikirê, mirov dilşad jî dike û xemgîn jî dike. Dilşadî ewe ku mirovên derdor bahwerîya xwe bi rihên Êzîdatîyê paqij tînin û xelasîya Kurd û Kurdistanê bi bi rêça Êzîdatîyê dibînin.. Xemgînî jî ewe ku, ew kesên xwe weke Rewşembìrên Êzîdîya dibînin hîn jî, ji Kurdayetîya xwe bi gumanin.

“Azadîya rihê kurdan î dîl girtî, azadîya wî tenê bi rihekî Êzîdatî mumkune. Ez dixwazim weke Doktorekî ku bi salaye serê xwe bi doza Kurd û Kurdistan ve êşandîye, we jiber vê nivîsa ku haqîqatê ditînê ziman pîroz bikim. Ez gihiştime kanaatekê ku çiqasî Şoreş ji bo Kurd û Kurdistanê çêbiben bila çêbiben eger serokatîya van şoreşa ne bi rihekî Êzîdatî be, wê ticara bi sernekevin. Divê kurdên ku bi rihekî kurdayetî dijîn û Rewşembîrên Êzîdîya vê baş zanibin. Nurî Altinkaynak Diyarbakir”

Êdî dîyare, di vê pêvajoya nude pêwistîya civaka Êzîdî bi ziman dirêj û bê fihla tuneye. Ew kesên ku civaka Êzîdî ji xwere weke birhan û xwe jî weke Teyran li ezmana dibînin divê baş zanibin ku xort û keçên Êzîdîya wê baskê wan qut bikin. Û ewê civaka xwe ji tu kesîre nekin birhan. …

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin