SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Di Rêça Tawis-î Melek´de (3)

 

 

Gulan 2007

Xwendevanên hêja, pistî vê komkujîya ku li Musil, li hember Êzîdîya pêk hat û dîmenê komkujîyê kete destê Navenda Nuçên Êzîdxanê û min ev dîmen temasa kirin, weke geleka ji we, bêhna min neda û nestend, tiştê ku min hîskir behtir ji xemgînîyê bu.

Fikrê min, mezîyê min, dilê min heta rihê min tistek ji min xwestin. Ji min re gotin li xwe mikur were û bi xwere sond bixwe.

Ez di wê bahwerîyê deme, çi Êzîdîyekî ku xwîna wî û rihê wî paqijbê, ne tenê Êzîdî, çi Kurdekî dilê wî û rihê wî pakijbê, wê vê sondê bi xwere bixwê. Ev sond, ne tenê jibo destê dinê, bêhtirîn jibo kurmê darê divê bê xwarin.

Jiber ku, jibo pêserojê hevî, jibo hêvîyê ramanek berfireh, jibo remanek berfireh, dilsozî û dilsawatîya bi welat û qewmê xwere, jibo dilsozî û dilsewatîya bi welat û qewmê xwere, xîret û jibo xîreta te jî, çêbibe divê ku tu lixwe mikurbê û bi xwere sond bixwê.

Ev li xwe mikurbun jî, wê bihêlê ku tu di rêçeka bi seref û rumet de bimesê. Min gelek cara gotîya û ez xwazim caraka din vê gotina xwe bêjin “li cihê ku hezjêkirin hebê, mirovahî liwir destpêdikê”.

Divê berî hertistî tu rihê xwe, ji cudatî, fesadî, xêrnexwazî û bê tehamulîya di hember qewmê xweda paqij bikê.

Divê ku tu di kurahîya kanîya akilê xwede, bingehek ku ticara rê nedê ti xerabuna, divê tu tenê ji qancîyê ava bikê.

Ji xwere bêjê, çi tistê ku ez dibêjim neraste û hemu yekkesên qewmê xwe, ku ez hatim ba wî û min nîqas pêre kir, ev nîqasên min wê liser tendirustîyek bas, hezjêkirin û serkeftinan bê.

Ezê hewl bidim ku hemu rêhavalên min xwe bi qedir û xwedî gotin bibînin.

Hemu kar û xebatên bên kirin, wê liber ronahîyê û jibo ronahîya pêserojê bê kirin.

Ezê hewl bidim ku nêta xweya bas têxim rastîyê û pratîkê.

Bêyî ku ez ti cudatîya bikim navbera qewmê xwe, tenê liser rastî û qancîyê bifikirim. Xebata min wê hertim jibo herî basîyê û rastîyê bê. Û jibo rastî û basîya herî mezin, ezê bi sebirbim û hertim armanca min wê serkeftina qewmê min bê.

Serkeftina birayê xwe ezê weke ya xwe bibînim û bi wê serkeftinê ezê serbilindbim. Tekosîna min, wê hertim jibo qancîyê bê.

Ezê sasîyên, ku di paseroja min de çêbuna jibîbikim û jibo serkeftinên pêserojê bi tevahîya hêrza xwe bi xebitim.

Êzê ticara serê xwe liber, kesê bi qewmê min re xayîn netewînim, ki dibin û çi dibin bila bibin.

Rêça min wê Rêça Tawisî Melek bê....

Jiber ku Rêça Tawisî Melek, rêça hêvîya berbi pêserojê e.

Rêçe Tawisî Melek, rêça parastina mirovahîye e.

Rêça Tawisî Melek, parastina hedalet û haqîye e.

Rêça Tawisî Melek, yekbun, mezinbun, zindîbun û fikrandina bi rihê Ola Êzîdatîye e.

Rêça Tawisî Melek, jîyana bi ola Êzîdatîyê ve girêdayî e.

Rêça Tawisî Melek, parastina mafê qewmê Tawisî Melek e.

Rêça Tawisî Melek, ola, îmana, şerefe, namusa, hisyeta û xîreta.....

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin