SERRUPEL
TEVAHÎYA NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

KELA ÊZÎDXAN HATE HEJANDIN DIVÊ NERÛXE (2)

foto: Êzîdî Mîrza /NNÊ /Tilhizêr /Êzîdxan

Bexşi Günay 18 Cotmeh 2007

Min di beşa nivîsa xwe ya yekemînde, ez karim bêjim ku bi awayekî lezgînî nivîsî û ez diser agahdarîya re derbasbum. Sebeba vê yekê jî ewbu ku, bi awayekî lezgînî agahdarîyên bê alî bighînim raya giştî. Weke ku mam Xidir Usiv Derweş ji Siba Şêx Xidir, ji minre got “ tiştê bu hew tê vegerandin, ya pêwist ewe, ev birîna hatî vekirin wê çawa bêta derman kirin.” Ne mumkune ku mirov tevlî gotina apê Xidir nebê.

Bêguman di derbarê komkujîya li navenda Êzîdxanê Şingalê çêbuwî de, pirsa ku herî mirov dixwê û mirov rihet bernadê,

Pirsa pilanê fermana 73, ji alîyên kêve hate kirin e.

sebeba fermanek bivî şiklî çîye? Destê kîjan nemerda, dinav vê fermanêde heye? Kesên ku di pişta perda pilanê vê fermanêdene kine? Û hin gelek pirsên din.

Piştî taqînê, bêguman ez jî weke mirovekî ji vê civakê li bersiva van pirsa gerîyam û di gerihim.

Ez karim bêjim ku sebeba çuna min ya sereke li harêma Fermanê (Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir) jî, evbu. Lê belê bersiva van pirsên lijor hatin kirin, mirov nikarê di demek kurtde zelal û dîyarbikê. Mebesta min bi zelalkirinê; pilanê fermanek bivî şiklî, ne ji alîyên çend kesa ve hatîya kirin. Ez karim bêjim ku pilanê vê komkujîyê navnetewîye, ên ku pilan kirin û ên ku çavê xwe ji vê fermanê re girtin. Mebesta min bi dîyarnekirina agahdarîyan jî; agahdarîyên ku hatina bi destxistin bên dîyarkirin, wê bibê sebaba pêşî girtina agahdarîyên berfireh û wê bibê sebeba derketina alozîyên din.

Lewma jî, ez dibêjim her tiştekî wextekî wê heye.

Tiştê ku bi lezgînî wextêwêye, divê alîkarî jibo bermayên fermana 73 bête kirinê..!

Li gorî bahwerîya min heger birîn habe û jê xwîn bê, divê di destpêkêde xwîna birînê beta sekinandin û birîn beta derman kirin.

Îro herêma Şingalê (Tilhizêr û Siba Şêx Xidir) birîndarin û birîna wan jî bi xemêy. Jiber Çile yanî sivistan tê, nêzîkî devê dêrî dibê. Lewma ez dibêjim wextê alîkarîyê bi awayekî lezgînîye.

Piştî komkujîyê, liser navê Şingalê ez karim bêjim ku, li tevahîya başurê Kurdistan û tevahîya Ewrupa kampanyayên jibo alîkarîya bermayên fermana 73 hatin destpêkirin. Alîkarî ji alîyekîve, ji alîyê rêxistanave hate komkirin, ji alîyekîve jî, ji alîyê komisyonê serbixweve hate komkirin û gelek yekkesan jî alîkarî komkirin.

Tevlî hinek bêhnê nexweş ku di derbarê komkirina alîkarîyêde hatin jî, ez vê kampanya alîkarîyê serkeftî dibînim. Jiber ku Kampanya ku li Başurê Kurdistanê û Ewrupa bi awayekî berfireh hatin destpê kirin, ligorî agahdarî û daxwîyanîyên di derbarên kampanyada, tanê li başurê Kurdistanê nêzîkî milyonek dolar hatîya komkirin.

Li Ewrupa jî, disa ligorî agahdarîyên ji alîyên rêxistin û komîtên komkirina alîkarîyê ve hate dîyarkirin ku diser 400 hezar Euro re alîkarî hatîya komkirin. Gava ku mirov livan reqama binerê, ji alîyê aborîve ti pirsgirêk nemaye. Pêwistî tanê bi xebatek piratîkî heye.

Diser fermanê re zêdeyî 2 meha derbasbu. Jibo alîkarîya bermayên fermana 73 heta niha Hikumeta Federal ya Îraqê, Hikumeta Herêma Kurdistan û Hêrzên Yekbuwî ên Amerika, biser vanve girêdayî rêxistinê civaka Êzîdî li derveyî welat di piratîkêde çi kirine û divê çi bikin?

1. divîbu ewlekarîya herêmên Êzîdî lê dijîn bihata sitendin û ev ewlekarî bi riya xortên Êzîdî ku tevlî hêrzên çekdar ên desthilatdar buwî û bibuna bihata kirin. Ev xwesteka Êzîdîyê herêma Şingalê bu. Ewan digotin ewlekarîyek (hîmayek) bi vî şiklî wê bibê sebeba rihatîya nişte cihên gundên Êzîdîya.

Heta niha encamên bidest hatina xistin ji devehê guh.. !

2. Ji alîyê hîygênîve tedbîr bihatina sitendin. Bi teybetî li Tilhizêr, jiber ku hîn term dibim xanîyê hêriftîde hene. (tevlî dermankirina birîndarên sivik ku li Tilhizêr û Siba Şêx Xidir)

Heta niha encamên bi dest hatina xistin ne tiştek.. !

3. mirovên ku xanîyên wan di fermanêde hatina hêriftin, ji nuvê bihatine çêkirin û ên zerara sivik dîtine bihatina tahmîrkirin. Xanîyên wan ligorî xwesteka nişta cihên herdu gunda bihata çêkirin. Jiber ku gelek malbata bi dehan ferdê malbata xwe di vê fermanêde cangorî dan, heger bêjin em hew dixwazin livan gundên navendî bijîn em dixwazin herin gundên xwe ên berê, ez bahwerim ev mafên wan ê herî xwezayî e.

Heta niha encamên bidest hatina xistin ne tiştek.. !

4. Qutê sivistanê ê nişte cihên Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir bihate danîn. Jiber ku ev zêdeyî salekê bu ambargo liser herêma Şingalê hatibu dayîn. Zêdê nişte cihên herdu gundê navêdî Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir, ne di wê dirumê dene, ku bixwe qutê xweyî sivistanê deynin. Ji xwe li Musilê ti bazirgan bazara bi kurdan re nakin ji xwe bi Êzîdîya re qet nakin . tevlî xeterîya rêwîtîya ji Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir hetanî Musilê, pirsgirêka bazirganê Musilê jî mezine.

Rêça din ya Êzîdîyên Şingalê, diser Rebîha re Dihok e. Rêwîtîya diser Rebîha re, bi qasî 4 seataye û weke ku xwîşka Nurê got”rîya çuwin û nehatinêye” tevlî vê pirsgirêka mezin, hijmara tirimbêlên gundê Navêndî Tilhizêr ku hijmara malên wî diser 5 hezara reye, tanê bi dehan tirimbêlê wan hene. Sîba Şêx Xidir ku hijmara malên wî diser 7 hezar reye, ha kese.

Ligorî çavnêrî û bahwerîya min, heger tanê alîkarîya dirava (pera) ji bermayên fermana 73 re bêta kirin, wê pirsgirêka wan hîn berdewam bikin.

Heta niha encamên bidest hatina xistin ji devehê guh... !

Hêvîya min, ku ji niha û şunde bi awayekî lezgînî ev xalên lijor hatin destnîşankirin bêne cih.

Bivê minasebete jîö banga min ne tanê jibo Hikumeta Federal ya Îraqê, Hikumeta Herêma Kurdistan, Hêrzên Yekbuwî ên Amerika û Rêxistinê civaka Êzîdî li derveyî welat heye, herwiha banga min bi teybetî jibo Çapamanîya Kurd heye, ku herêma Şingalê bikin rojeva xwe û alîkarîya ku tê kirin bi şopînin û agahdarîyên berfireh bi weşînin.

Jiber ku Şingal ne tane, Keleha Êzîdxanêyê herwiha Keleha Parastina kahnîya pakij ya Çan û hunera Kurd û Kurdewarîyê e.

Jibo ku ev Keleha hatîya hejandin, neruxê, divê hemu rêxistin û kesayetên Kurd dinav tevgerek awerte debin.

Bexsi_guenay@ezidi.com

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin