Li Bielefeld Xeyala şikestî

Bexşî Günay 28.12.2008 Elmanya

Xwendevanên hêja, ez xwazim diserîde Cejnên buhirî, Batizmî û sersala we, ji dil û can pîroz bikim û bêjim bila hemu xwestekên we, ên qanc bêne cih.

Bêguman dilê min dixwest, bi pîrozbahîya Cejnan û Sersala nure, agahdarîyên ku dilê mirovan xweşdikê bidim û nivîsek ku şahîya dilê mirove zêde dikê binivîsim.

Lê mixabin, jiber ku hertim kesên din axivîne, civaka Êzîdî gudar kirîye, xelkên din gotine û civaka Êzîdîya kirîye. Yanî hertim civaka Êzîdî kar û xebatên xwe ligorî xwesteka xelkên din kirîya. Lewma jî, xebatên heta niha dihatin kirin buna sebeba bê hêvî û xeyalên şikestî.

Xeyalên tên kirin, pelê dara hêvîyêne. Yani bi xeyala mirov dikarin dara xwe ya hêvîyê bixemilînê. Lê carna jî, bi xeyalên mezin mirov diçê deverekê anjî nêzîkî pêşveçunekê dibê, di wêderêde xeyala mirova dişkê û ev yek dibê sebeba dilsarîyê.

Yek jivan xeyalên şikestî ên gelek Êzîdîya û ya min jî, binavê kongra sazîyek nû li Elmanya bajarê Bielefeld di 24 u 25 ê meha 12´de pêk hat bu. Weke hemu gavên nûjen ku jibo Êzîdîyan tên avêtin alaqayek mezin jibo vê gava nûjen hebu, biqasî 200 kesên Êzîdî ji hemu beşên civakê di salona Kongrêde cihê xwe girtibun û bi hêvîyek mezin hatibun wêderê.

Jiber ku berî kongrê bi mehan dihat îdîa kirin, ku ev rêxistin wê rêxistinek, ku ji alîyên kesên ji alîyên civakê ve tên hezkirin, kesên bê alî, dilşewatên gelên Êzîdî, Rewşenbîr û Ronakbîrên Ezîdîya ve, wê bê birêvebirin. Jibo Kongrê, bi şêweyekî fermî ez jî hatibum vexwandin.

Ez rastî bêjim, jiber ku min ew kes baş nasdikirin, ez ji nûjenîyek û rêxistinek serbixwe û bê alî ne bi hevîbum. Ne bi hêvîme û ezê ne bihêvîbim jî. Jiber ku nûjenî di serê mirovade destpê dikê, nûjenî di rihê mirovade destpêdikê. Ez bi xwe, ne di wê bahwerîyêdema ku ev kesên serkêşîya vê rêxistina nû binavê “EZD” anji “Ezid” dikişînin, ji nûjenîya civakî zêde fahm bikin.

Divê ev kesên, ku van axaftina dikin û xwe weke Rewşembîr, Nivîskar, Rojnamevan û Moderator didin xwîyakirin, divê baş zanibin ku bi gotinê tiştek naqadihê. Ligorî bahwerîya min, ew kesên van nava lixwe dikin, heqaretek mezin liwan kesên, ku di haqîqatêde Rewşembîr, Nivîskar, Rojnamevan û Moderatorîyê û bi xwendina xwe gihiştina wê konaxê dikin.

Ez xwazim hinek mînak ji nûjenîya civakî bidim.

Nûjenîya civakî; divê mirov bê farq û mêhlî nêzîkî hemu beşên civakê bibê, divê cih jibo bêtahamulî, fesadî, dirutî û dijberî re nebê. Bi rihekî paqij û qawimperestî nêzîkî hemu beşên civakê bibin. Min di nivîsa xwe ya “di rêça Tawisî Melek 3” http://www.ezidi.com/nivisBGdRtM3.htm de anîya ziman. Ezê gelekî dilşadbuma, heger van kesa ev nivîsa min, bi xwenda û duvre bihatina Kongre anjî amadekarîyên Kongre bi wî rihî bikirina.

Lê mixabin, nêzîkbun û amadekarîyên vê Kongrê beruvajîyên vê yekê hate kirin. Ev yek jî di destpêka Kongrêde baş hate xwîya kirin.

Sebeba tevlîbuna min ya Kongre, diserîda min ne xwest, ez bikevim cihên wan kesên dardakirina bê guhdarkirin dikin. Lewma min xwest ez Kongrê bişopînim.

Ez û 3 kesêndin em çun salona Kongrê. Di devê salona Kongrêdê serokê Mala Êzidiya Celle, li devê dêrî ji minre got emir hatîya dayîn çênabê Bexşi Günay bikevê Salona Kongrê. Min jê pirsî wê çima di wextê xwede ez agahdar nekirim? Ez hewqa rê hatim. Ewî ji min ra got qarar saat 2 ê şevêde hate sitendin.

Min pirsî sebeb çîya? Ewî got nuça ku we di derheqa FKÊ´de weşandîye.

Min got qey ev Kongrêya FKÊ e? ewî ji min re got, “ez nizanim dibê ku emrê desturê hatibê dayîn, divê ez bipirsim” û ji cem min çû. Bi çiwina xwere li piştxwe nerî û bi mahdekî tirsonek ji xizmetkarê devê dêrî re got, wî bernedin hindirû. Ez bi wî û halê wî kenîyam û min jêre got, pêwistî bi panîkê tuneye, ez libenda te disekinim.

Çu û bi lezgînî wegeriha, ji durve bi işareta got na. Ez ji devê dêrî durketim û min xwest bi şunda wegerim lê çend mirovên din ên Êzîdî ku tevlî Kongrê buna pêşîya min girtin û nexwestin ez herim û ji min xwestin da ku ez wegerim salonê. Di wê navberêde zêdeya mirovên beşdar buwî bi pirsgirêke hisîyan û mudahele li biryara Diktatorî û paşverutî hate kirin.

Çiqasî xwendevanên NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan), nuça di derbarê pirsgirêkêde xwendibin jî, ez xwazim careka din bahsa wan bêtahamulîyên di hember Êzîdîyade hatina kirin bikim.

Ji wextê Salona li Nienburg Saal2000 hatî avakirin, ji alîyê malbata Rahmetîyê Şêx Hasê ve, hemu şahîyên olî ên Êzîdîya di salonêde beyî ku sentekî (Cent) bixwazin dikin hizmeta gelê Êzîdî. Îsal jî weke hemu sala amadekarîyên Cejna Êzîd berî bi meha hatibun kirin û hunermend hatibun vexwandin.

Di roja şahîyêde, ji alîyê Hunermendê ku tevlî şahîya cejna Êzîd buwîya ve hate gotin ku FKÊ (Federasiyona Komelên Êzîdîya) gotîya çênabê tu derkevê serdikê û ew hunermend beyî ku derkevê serdikê salona şahîya Cejna Êzîd terikan. Piştî şahîyê jî, Mala Êzîdîya Sulingen (YECŞ) li Hunermendê ku di şahîyêde hunera xwe pêşkeşî 700 kesî kiribu ra got “çima tu tevlî vê şahîyê cejna Êzîd buwîya”.

Başe destê xwe deynin ser ûjdanên xwe û bêjin rihê Êzîdatîyê çiqasî, bi van mirovên tehamulîya wan lihember Êzîdîyade nine, heye? Başe ez, ji we xwendevanên hêja dipirsim, heger weke mirovekî Rojnamevan min çavên xwe ji vê betahamulîya di hember Êzîdîyade hatî kirin bigirta, weyê di derhaqa minde çi şîrovê bikire? Ez di wê derheqêde nerîna xwe bêjim. Minê ew tewra xwe weke dirutî û xîyaneta di hember Qawmê xwe û pirensîbê rojnamegerîyê ên agahdarîya rast, bêalî û objektif bidîta. Ez hevîdarim ku rastî baş hatibê fahmkirin.

Ez careka din wegerim ser mijara xwe, yanî rêxistina nû !?

Gava ku ez ketim salona Kongrê û bi çavêkî Rojnamegerî min li Salona Kongrê nerî, atmosfêrek cemidî hebu. Jiber ku ti îşaretek, weke Kongra Rêxistinek Êzîdîya dida xwîyakirin tinebu. Bi vêyekê jî, ev Kongrê min ne weke destpêkek nu jibo civaka Êzîdî dit, bêhtirîn destpêkek gelekî qels, jibo civaka Êzîdî dît. Yanî bêhna asîmîlasîyonê bi salona Kongrê ketibu.

Di salonêde bi şêweyekî vekirî dihat xwîyakirin, ku pilan û pirojeyek helandinê di hember Êzîdîyên ku şunmayîyên 73 fermanabun, hatibu amadekirin û ji alîyên hinek kesan ve dihat xwestin ku wan weke kerîyên berxa komî serhev bikin û berê wan bidin guhera gura.

Tiştên ku min hewqasî di vê derheqêde bi bahwerî dikê, rut û tazîbuna Salona Kongrê bu.

Heger mirov bixwazê gelekî anjî civakekê asîmîle bikê, ji sembolên wan destpêdikê. Yani wî gelî anjî wê civakê ji sembolên wan dur dikê û bi vê yekê jî, wî gelî an wê civakê hin bihin, li bingeha wî xerîb dikê. Kongrêya binavê nûjenîyê, weka destpêka vê yekê min dît. Dipey hilbijartina rêvebirîya vê rêxistinêre, texmîna min rast derket û evqas xirecir tenê jibo kariyêrê, menfaat û navbu.

Yani bi silogana pirofesonalîyê, amatorî hakimbu û bi navê nûjenîyê paşverutî habu û şuna demokrasîyê dîktatorî dihat meşandin.

Di vêderêde ez xwazim bahsa çend xalan bikim.

Tevahîya Kongrê bi şêweyekî amatorî dihat meşandin.

Mînak; desturnama Rêxistine, zêde bi şêweyekî amatorî hatibu amade kirin. Ya herîgiring Desturnama Rêxistinê tenê bi Elmanî hate xwendin û wergerandina hindek xala hate kirin ev wergerî jî, gelekî bisînorbu. Kesên beşdarî Kongrê bun, bêyî ku navaroka Desturnamê fahm bikin gotin erê. Yanî ti nîqaş, guft û go liser desturnamê nehat kirin.

Rastîya wê: divîbu, jibo amadekarîyê Desturnamê, wext behtir bihata dayin û desturname bi Kurdî jî bihata amade kirin. Nîqaşên liser Desturnamê hewqasî ne bi sînorbuna.

1. Şuna nûjenîyê paşverutî hebu. Jiber ku çiqasî mirov fermî hatibun vexwandin jî, paşverutîya wan zora nûjenîya wan bir û mirov di devê dêrîde hatin sekinandin. Yek jiwan kesan ezbum. tevlî bi 6 alîya ez vexwandibum Kongrê û Kongrê ji Çapamanîyê re vekirîbu jî, astengî ji çapemenîyê re çê kirin. Sebeb jî, jiber ku min tucara çavên xwe ji şaşîyên wanre negirt û agahdarîyên bê alî û objektiv didan û ev yek bubu sebeba panîka hinek kesan û ev kes dinav komita amadekardebun, yani li dîwanê runiştibun, jibo xwe bêhizurî kirin û ên derdora wan an li çepikan dan anjî bê deng man.

Rastîya wê: divîbu bi avakirina vê rêxistinêre, pêvajoyek nû dest pêbikira. Çawa Cejn û Rojên Pîroz dibin minasebeta aştî û biratîyê, divîbu roja Kongrê jî, bibuya hemen munasebet. Pêvajoyek nû, destpêkek nû, rihekî hevdu tihamulkirin derketa holê. Ez di wê bahwerîyê deme, heger dîyalog hebuya û ji xwe razîbun tinebuya ev kêmasîyên ku ez îro bahsa wan dikim ya wê nebuna anjî wê gelekî hindik buna.

Pêşnîyarîya min jibo serokatîya rêxistinê; mezinbun di xwe biçuk xwîya kirinêdeye. Yanî heger şaşîyek di hemberê civakê anjî kesayetanda bê kirin, divê ku ev rêxistin karibê herza xwe bixazê. Divê rêvebirîya vê rêxistinê, fahm bikê ku rêbertî nayê mahna hikimdarîya Civakê, tê mahna xizmeta Civakê.

2. Şuna demokrasîyê dîktatorî hate meşandin. Ligorî şert û mercên rêxistinî karê Komîta amadekar bi destpêka Kongrê re diqadihê, lê ewan beyî ku desturê ji zêdeyî 200 kesî bixwazin, bi xwe dinava xwede dîwan hilbijartin.

Kursîyên dîwanê têra wan nekir, 2 diwan çêkirin, kesê ji teknîke berpirsyar di nava herdu alîyada weke ala ku ba lêbidê diçu vî alî û wî alî. Mafê axaftinê ji alîyê moderatorê dîwanê ve bi şêweyekî bê hurmet an dihat redkirin anjî dihat birîn. Yanî binavê zanyarîyê xeşîmtîya herî mezin û binavê demokrasîyê dîktatorîya herî mezin dikirin.

Ligorî kural û qaîdê rêxistina, kesekî dinav rêvebirîya rêxistinek dinde kar bikê çênabê bikevê nav rêvebirîya rêxistinek din. Anjî divê berî ku Kongrêya Rêxistina nû çêbibê, ji karê xwe îstîfa bikê.

Rêvebirîya rêxistina bi navê 'ezid' herdu kesên weke serok hatina hilbijartin, yek jê serokê rêxistinek dine û yek jê jî, sekreterê rêxistinek dine. Ji xwe rêxistinên liser navê ezidiya tên avakirin, dibin tirad ji haspên hineka re.

Rastîya wê; divîbuya berî Kongrê destpêbikê, Kalek, Şêxek anjî Pîrekî Kongrê birêve bibra, hetanî dîwan bihata hilbijartin. Divîbu tu kes, ji ên dinav Komîta Amadekarde, dinav dîwanêde cih negirtina. Kesên dinav rêvebirîya rêxistinên dinde, divîbu, dinav rêvebirîya vê rêxistina nûde cih negirtina. Anjî berî hingî ji rêxistina xwe îstîfa bikirna û ev agahdarî bi beşdarvanê Kongrê re bihata parvekirin.

3. Nerastî û balona vala hate nepixandin. Di destpêkêde navê zêdeyî 60 rêxistinî hat xwendin. Nerazîbun di hemberê çend navên ne hazirde hate dîyarkirin. Moderator jî, weke ku mirovek bêjê zêde hate avêtin, dubare navê rêxistina xwend û vê carê li 44 nava sekinî. Lê tiştê herî balkêş ew navên xwendin tanê biqasî 7 mal û 4 tîmên goka linga hebun (hene) navên din hemu xeyalîbun.

Yani navên din, bi meqseda nepixandina balonê dihatin xwendin. Mînak mala Êzidiya Bremen, Herford, Bergen, Sehnde, baskê Yekitiya ezidiyen ciwane şerfedin Emsland û êndin, li va herêma tu rêxistin tinena. Bi şêweyekî vekiri celda, şemîtonkê dihat rastkirin. Mala Êzîdîya Bielefeld heger habê jî, serkêşîya wê ew kesê ku ji dîn derketî dikin. We rast bihîst, ew kesê di Kongrêde liser navê Mala Êzîdîya Bielefeld axivî kesekî misilman bu. Belê weke gelek Kurdên misilman ên bav Êzîdî, ewjî, Kurdekî misilman bav Êzîdîbu. Mal û Komelên Êzîdîya, van kesa weke serokê Êzîdîya di hilbijêrin û liser navê Êzîdîya dixebitînin.

Ev kes wê çiqasî jibo Êzîdîya karibin bi rastî bixebitin?

Ez xwazim vê bêjim, pêwistî bi ti rêxistinê nu tuneye, pêwistî bi nûjenîya kesên idia dikin ku rêberîyê ji Êzîdîyare dikin heye. Guherandina kinca, nayê mahna guherandina mirova. Divê civaka Êzîdî pir hişyarbê û mecalê nedê van mirovên ku bi salaye pêşîya bi rêxistinbun û tifaqa Êzîdîya digrin.

Rastîya wê; divîbu, bi agahdarîyên rast nêzîkî beşdarvana bibuna. Jiber ku agahdarîyên çewt, dibin sebeba xeyalên şikestî û barê giran jibo rêvebirîya rêxistinê. Yanî barekî ku nikaribin dibinde rabin.

Heger weke ku hate gotin 44 rêxistin tevlî Kongrê bibuna, divîbu ji hindikayîve biqasî 600 kesî di kongrêde amadebuna. yani 44 ji hindikayîve di 10´de ev 440 û hijmara kesên bê alî ku tevlî Kongrê bibuna jî.

Ji alîyên dinve, hijmara kursîya derdora 200´î bu. Tukesê serpîya jî min nedît. Yanî divîbu hijmar hewqasî nehata nepixandin jiber ku nerastî dikarê zerarek mezin bidê rêxistine. Ya din divê, dinav rêvebirîya rêxistinên Êzîdîyade tanê Êzîdî hebin. jiber ku nêzîkî 130 komkujîyî bi serê Êzîdîyade hatine ji van %90 bi destê wankesên xwe weke birayên Êzîdîya didin xwayakirin hatin kirin. bila şaş nayê fêhmkirin , ku ez dixwazim bêjim bila dijminî anjî dijberîya wan bê kirin. Ez dixwazim vê bêjim, divê mesafe di navbera meda habê. Yanî hemu derîyên me ji wanre ne vekirîbin. Heger beruvajîyê vê bê kirin, ev yek wê bibê sebeba dilsarîya civaka Êzîdî di hember rêxistinên wande.

Di dawîya gotara xwede, ez xwazim vê bêjim, hevî û daxwaza min ewe, ku şaşîyên di avakirina vê rêxistinêde hatin kirin, di berdewamîya karên wêde neyî kirin. Yadin jî, kesên dinav xebatên vê rêxistinêde cih digrin, wê karibin pêşîyê li cudekarî, bêtahamulî, dijberî û zikêşîya di hemberê civaka Êzîdî anjî yekkesên civaka Êzîdîde bigrin û wê rêbidin mezinbuna rihekî bi Êzîdatîyê xemilî, ku cih nedê bêtahamulîya di hember birên xwede..

Bi silavên germahîya Agir û ronahîya Rojê

Sirove
ÊZÎDÎ TV Zindî (Live)
Rediyo Dengê Êzîdxan
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
 
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)