Nama vekirî jibo ronahîyên hevîyê

Bexşî Günay 16.11.2008 Elmanya

Ligorî bahwerî min, gotina hevîyê, jibo mirova tê wata hezjêkirina jîyanê, jibo mirova tê wata pilan û projên jibo pêşerojê. Ajotina gelan jibo netewbunêye, ya herîdin, jibo beşeryetê zeftkirina jîyanê bi herdu destaye.

Beruvajîyê ve tê wata mirinê. Cihên ku hevî xelasdibê, mirin liwêderê destpêdikê.

Gava ku hêvî bibê didilî, divê bila yekkes, civak anjî gel bin, ev tê wata bêhêrzî û bê bahwerîya wan, ya biwan. Bêhêrzbun jî, tê wata ku, ew bi helandinêre rubirune û ji asîmîlasîyonêre vexwendîne.

Bêyî ku ez zêde dirêj bikim, ez xwazim bêm ser mijara nivîsa xwe. Jibo min di giringîya rêza yekemînde gelê Êzîdî heye, yanî gelê min e. Ev bi sedsalaya ku di hember zordar û zilimkarede şer kirîye û bi jîyana xwe Çanda, Ziman û bahwerîya xwe parastîye.

Bi şerê di detpêka salên 80´de ku di navbera hêrzên dewletê û hêrzên Tevgera Şoreşa Netewa Kurdistan´de destpêkir re, weke gelek malbatên Kurd, Êzîdî jî, neçar man ku xaka pîroz biterikînin.

Êzîdîya di herikandina dîrokêde, bi sedcara bi zilmûzora sîstemkara û koçberîyê re, rubiru mabin jî, bi saya wan çîyayên ku hilmêza xwe ji wanre wekirin, rastî asîmîlasyonek giran nehatina. Lê di hemberêvêda bi jîyanek zor û zahbet re, rubiru mana. Ev koçberîya dawî, beruvajîyê wan koçberîyên din ku hatîya jîyandin çêbu. Gelê Êzîdî bi koçberîya dawî re, bi derketina ji xaka pîroz re rubiru ma û neçar ma bêyî xwesteka xwe welatê xwe biterikînê.

Bivê koçberîye re, pêvajoyek xerab jibo gelê Êzîdî destpêkir û bivêre jî jiber agahdarîyên çawt di derbarê ola Êzîdatîyêde, didilîyekê di navbera nivşanda (Genarasiyona) destpêkir. vê didilî tesîrek mezin liser gelê Êzîdî kir, dikê û hîn wê bikê. Heta, heger mirov vê didilîyê weke birîna bixwîn şîrove bikê jî, wê ne weke mezinkirina pirsgirêkê bê.

Bivê pêvajoya xerabre, xebata qirikê birhana û kerîyên xesîma ku di gotinêde jibo gelê Êzîdî bi şêweyekî nezanî têkirin, biser vê pêvajoya xerab vedibê û vê pêvajoya xerab bi kêşde serejêr dikê.

Ev kerîyên xeşîma yek tistî dikin, gelê Êzîdî çewt agahdardikin û bivêra jî civakê bê tifaq, tevger û bê hêrz dikin. Sebeba vê yekê jî eve, gelên bê tifaq û tevger tê wata masîyê dinav kumêde dijî, yani hêsan tê xapandin, haqaret lê tê kirin û tê şêlandin.

Xala ku min herî xemgîn û difikirînê, piştgirîya kerîyên xeşîma ji alîyên rêxistinên li ewrupa, ku liser navê Tevgerên Şoreşa Netewî, ku jibo gelê Êzîdî dibin ronahîyên hêvîyê dimeşînin e.

Ev gotina min jbo hemu beşên Kurdistanê ku Tevgera Şoreşa Netewî tê meşandin derbasdibê.

Nedîtina kemasîyên van kerîyê xeşîman ne mumkune.

Ev çavgirtina di hember van kerîyên xeşîmande, ligorî bahwerîya min tê wata nerastîya bi gelê Êzîdî re. Ne tenê, nerastîya bi gelê Êzîdî re, herwiha tê wata nerastîya bi çanda Kurda ku nehatîye asimilekirin reye.

Ez diwê bahwerîyêdeme, divê ku ew mirovên li welêt bi rihekî û dilekî paqij kar û xebatan jibo gelê xwe dikin, di hember van şaşîyên tênkirinde bêdeng nemînin.

Heger kesin rabin bêjin, ku ez gilihên Ewrupa liber welêt dikim, rast dibêjin…

EZ GILIHÊ EWRUPA, LIBER WELÊT DIKIM…!!!

Bivêra jî, çend pirsên min ji ranahîyên hevîyê hene.

Di derbarê biografîya kerîyên xeşîmada çiqasî agahdarîyên wan hene?

Di derbarê karên piratîk, ên van kerîyên xeşîmada çiqasî agahdarîyên wan hene?

Di derbarê perwerda van kerîyên xeşîmada çiqasî agahdarîyên wan hene?

Gotinek peşîya heye“kesên ku di teorîyêde xwe qenc bifroşê, di piratîkêde 5 kuruşa nakê(dinav gelde weke „zimandirêjê bêfihil“)tên naskirin.

Van kerîyên xeşîma heta niha çiqas pirsgirikên civakî, ên gelê Êzîdî çareserkirine, divê derhaqêde çiqasî agahdarîyên wan hene?

Başe, gava pêşveçunên erênî dinav civaka Êzîdîde çêdibin û ev kerîyên xeşîma nedinavdebin, binavê Tevgera Şoreşa Netewî, ev kerîyên xeşîma dixwazin van pêşveçuna asteng bikin. Divê derheqêde çiqasî agahdarîyên wan hene?

Di derbarên van kerîyên xeşîmada, ku her diçê pirsgirêkên gelê Êzîdî zêde dikin, çiqasî agahdarîyên wan hene?

Di haqîqatêde hewqa pirs hene ku dawî liwan nayê, lewma ez naxwazim zêde dirêjbikim, ez xwazim pirsa xwa dawî bikim

Başe tendirustîya gelê Êzîdî jibo we girînde?

Ez dikarim bersiva vê pirsê bixwe bidim, jiberku di derbarê giringîya tendirustîya gelê Êzîdî, jibo Tevgera Şoreşa Netewa Kurdistan, ez ticara neketim nav didilîyê, nakavim nav didilîyê û ezê nekevim navjî. Jiber vêya ku ez di derbarên pêvajoya xerabde ragihandina didim.

Ev bi salaye ku ez xebatên van kerîyên xeşîma, ji nezve dişopînim. danasîna van kesên ku xebatek hewqas negatîf, bê pilan û piroje jibo pêşerojê, di qalibekî tenk û bê alternatif dimeşînin, weke reber, ronakbîr û kanîya informasiyona diderbarê ola Êzîdatîyêde, gelekî bi gumana. jiber ku çiqasî zanyarîya van kerîyên xeşîma di derbarê Êzîdatîyêde ninajî, gotinên ji serê xwe weke felsefa ola Êzîdatîyê didin xwîyakirin.

Ev kerîyên xeşîma, van tevgerên xweyî xerab, weke daxwaza Tevgera Şoreşa Netewa Kurdistan didin xwîyakirin. Kesên ku naxwazin bibin hacet ji derew û xapînokên wan re, ew hewl didin ku wan kesa, weke kesên li dijî Tevgera Şoreşa Netewa Kurdistan bidin xwîyakirin.

Ev kerîyên xeşîma, bi şêweyekî vekirî navê Tevgera Şoreşa Netewî jibo menfahatên xweyî şaqsî bikartînin. Dinava van kesande, ew kesên ku di zimanên gelde weke „Revok“ tên naskirin jî hene.

Dawîyê ez dixwazim vê bêjim, çiqasî pêvajoyek ne dilrihat jîbê, ez ne bêhêvîme.

Jiber ku gelê Êzîdî bi sedsalaye, bi xwîn û xwêdana xwe ziman, çand û hunera Kurd weke hêka dilmê dinav destê xweda, li hember xwînxwar û zilimkara parastîye. Ez bi hêvîme ku gelê Êzîdî dereng an nezîk wê bêta fahmkirin û wê cihê xwe di asta herî bilinde, dinav gelê Kurd´de, ne tenê digotinêd wê di haqîqtêde cihê xwe bigrê. Bivêve jî girêdayî, hevîyamin ewe ku hunê tekilîyên xwe, ên bi van kerîyên xeşîmara diber çavare derbasbikin.

Ji min Rêzdarî

ÊZÎDÎ TV Zindî (Live)
Rediyo Dengê Êzîdxan
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
 
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)