SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Werin van kera di vî borî re derbaskin

 

 

weşan 17 Temuz 2006

Xwendevanê heja, mijara nivîsa min îro liser "Xîyanetêye" gava mirov ve gotinê dibihîze laşê mirov dilerize. Bi teybetî dinav civaka Êzîdîde gotinek "tabu"´ye. Jiber ku cihê xîyanetê dinav ola Êzîdatîyêde tuneye.

Mînaka herî baş jî, "Êzîdî ne din û ne disitînin. Di ola Êzîdatîyê de gava mirovek ji ol derkeve û derbasî olek din bibê, çênabê ku carekadin bikevê nav ola Êzîdatîyê. Sebeba wê jî wiha tê şîrove kirin"kesê carekê kir wê hezar carî jî xîyanetê bikê.

Kesekî ku ji oleka din jî, bixwazê bibê Êzîdî ew jî neyê qabul kirin. Sebeba wê jî wiha tê şîrove kirin."kesê ku xîyanetê li qewmê xwe bikê, wê li ê min bê ku bifkirê bike". Jiber vê yekê jî Êzîdî, ne din û ne disitînin.

Û dîrok jî şahidê vê yekê ye. Rastî eve. lê di 13 Temuzê´de nivîsek bi imza dı gotinêd serokê FKÊ, maşika destê xelkê di rojnama "yeni özgür politka"´da hate weşandin. Û di wê nivîsa ku serokê FKÊ mashika destê xelkê û havalê xwe ên guh dirêj, nivîsîndina deö Êzîdî jiber ku tekilîyên xwe bi axa û teybetî mala Çelebî, re çêdikin bi xîyanetê tên sucdar kirin. Û ji gundîyê gundê Êzîdîyare weke kesê kirêj û gemar tên gotin.

Lê gelekî balkêşe ev kesê ku mashika destê xelkêne çiqasî paqijin. Xwendevanên hêja qirêjî, gemarî, bêaslî û xîyaneta ên weke Serokê FKÊ û havalê wî di karê wan dibin navê FKÊ´de xweyaye. Wan heta niha liser navê civaka Êzîdî, çiqa qirêjî, kotîtî û gemarî kirin civaka Êzîdî baş dizanê.

Tiştê ku nayê zanîn karektêra ên weke Serokê FKÊ û hevalê wîye. Lê terbîya min rê nadê min ku ez, destê xwe di kurika terbîya ên weke wan kim.
Di derhaqa kar û xebatê van mahlukande, min di nivîsa xwe ya bi navê "bê tehamulîya FKÊ di hember malên Êzîdîyan de" berfireh anîbu ziman. Piştî vê nivîsa min ruwê wanî reş dibin maska sipîde derketibu berçava.

Û herdu malê ku girêdayê FKÊ, Mala Êzîdîya Celle û Mala Êzîdîya Emmerich jî dev ji FKÊ berdan û tevlî Hevkarîya Komelên Êzîdîya bun. Û bi vî awayî jî gotina ku min jiwanra gotibu"ji xwer dibin bûk û zave" rast derket. Niha ti Malê Êzîdîya bi FKÊ´re neman.

Divirde, ez xwazim rêvebirîya Hevkarîyê Pîroz bikim û di karê wande serkeftinê dixwazim. lê hişyarîyek min jibo wan heye.
Sindoqa sêvê we pir başe, gava we sêv avêtin nav sindoqa sêvê xwe, wan sêva baş kontrol bikin, heger hun sêvê xerabuwî bavêjin sindoqa xwe, sêva xerabuwî wê sêvê we ên baş jî, bixwera xera bikê. Ev gotina min, ne jibo malaye, jibo kesaye….

Piştî vê kurte peyama xwe ez caraka din wegerim ser mijarê. Ev mahluq çiqas diçin bi tenê dimînin, jiber vê yekê jî, bêhnpişka dawî, bi wan ketîya û bi rêya "yeni özgür politika" haqaretê li civaka Êzîdî dikin.

Ez kefxweşim ku balona derewa ya wan kesên dibin navê FKÊ´de, xwe wek serokê hemu Êzîdîya didîtin û di çapemenîyê de dan xwîya kirin teqîya. Ez xemgînim ku rojnama di pey "ÖZGÜR POLITIKA"´re derket û idia kir ku ewê rêça "ÖZGÜR POLITIKA" bi şopînê,yani "yeni özgür politika" bu hacet jivan kesare, ku haqaretê li civaka Êzîdî bikin.

Ne tenê hacet bi zanêyî an bi nezanî, ku pif dikin balona wan ya dereva. U hevl didin ku balona wan ja derewa mezin bikin. Jiber vê yekê, ez weke mirovekî Rojnamevan ji civaka Êzîdî ku bi salaye Nuçegihanî ji rojnama "ÖZGÜR POLITIKA" MEDAY TV, ROJ TV û Pishtî ku rojnama "ÖZGÜR POLITIKA" hate girtin û di vê salêde rojnameke nu bi navê "yeni özgür politika" derket min karê xwe berdewam kir.

Bi derketina "yeni özgür politika"´re rêvebirîya rojname jî hat guherandin. Bi guherandina revebirîyê re, alozî liser civaka Êzîdî di navbera min û wande derketin. Sebeb disa ên weke serhanê cemil mashika destê xelkê, eli saçik, ûhw. çend kesên din bu.
Ji min re hat gotin ku divê ez derbarên Malê Êzîdîyan de nuça nenivîsim.

Ez li hember derketibum û min bi nivîsekê dirutîya wan anîbu ziman. Çiqasî di dest pêkêde rêvebirîya rojnamê bê alî mabê jî, di vê dema dawîde hinek kesê dinav rêvebirîya rojnamêde ku xernexwazîya civaka Êzîdî dikin,jiber ku rêvebirîya FKÊ ligor xwesteka wan tevhevgeriya, edî ewjî bun pişt ji FKÊ re.

Dilopa ku ji bo min qedeh biserve bir, nivîsa dıgotınêde serokê FKÊ mashika destê xelkê, ku ji alîyê "yeni özgür politika" ve hate weşandin bu.

Piştî vê nivîsê bi dehan telefon ji minra hatin û nerazîbunê xwe anî ziman. Liser vê yekê ez jî, bi navenda rojnamêre bi Cemal Turan´re axivîm. Piştî ku Cemal Turan bi awayekî vekirî xwedî li nivîsa ku haqaret li Êzîdîya hatibu kirin derket. Min jêr got ku nivîsa ku min şandî naxwazim bê weşandin.

Dipey axaftina min bi navendê re min daxwîyanîyek bi tirkî ji rojname re şand û min daxwîyakirin ku, heta rojnama "yeni özgür politika" jibo ve nivîsa ku haqaret li Êzîdîya hatî kirin arza xwe nexwazê û politika weşana xwe di derheqa Êzîdîya de ne guhere, ezê di rojnamêde ne nivîsim û ezê têkilîyên xwe bi wanre bicemirînim.

Xwendevanên heja, armanca ên weke rêvebırîza FKÊ maşika destên xelkê û hevalên wî dixwazin Êzîdîya bikin alî ji gengêşî, alozî û pefçunare. Cihê Êzîdîya ne alîyekî şere. Cihê civaka Êzîdî divê nav karwanê aşîtîyê bê. Jiber ku di hilm beyt û qewlê Êzîdîya jî de, bi awayekî vekirî tê gotin ku çênabê zilm, zor û çavsorî li ti morova bê kirin û mirov bên katil kirin.

Gava ku ezîdî herin Nisêbîn, Wêranşahr, Bismîl, Midyad, Batman û Hezexe, xwe bi alîyekî ve girêdin ligor bahwerîya min tiştê herî çewte. Ligorî ku serokê FKÊ mashika destê xelkê û hevalê wî dixwazin, divê ku êzîdî livan dere dijminatîyê bikin.

Tam beruvajîyê wê divê civaka Êzîdî bibê hêvîya aştîyê ji gelê herêmê re. Divê civaka Êzîdî bibê kasıd (elçîyê) aştîyê. Jiber vê yekê divê bê ku ti cudatîyê bikin navbera gelên herêmê, silavê bidin Mala Çelebî , silavê bidin Mala Cimo, silavê bidin Mala Batê, silavê bidin Mala Serhên û silavê bidin Hawinê û edın.

Gava ku Êzîdîya ti ferk û mehlî nekir nav wan, Êzîdî wê wî çaxî bibin xwedî gotin û qadir. û wê jibo hizur û tifaqa herêmê bibin qasidê aştîyê.

Ya din jî, serokê FKÊ maşika destê xelkê û hevalê xwe ji minre dibêjê ku ez salê 7-10 diçim welêt û ez bi axara hevdîtinê çêdikim. "De werin van kera di wî borî re derbaskin.....!
Haqê wan heye ku tishtekî din bifkirin. Jiber ku di xwîna wande heye, û her kesî jî wek xwe dibînin. Hawqasî tevlîhevin ku nizanin ez kesekî rojnamevanim.

Û bivêra jî shikir ez kesekî Êzîdîme. Tishtê ku logorî bahwerîya min ji civaka Êzîdî re rast dibînim, ez wî tishtî, ji xwere jî rast dibînim. Gava ku ez diçim herêmê, ez weke rojnamevanekî ashîtîxwaz diçim herêmê.
Di penusa minde xwîn nine, hibir heye. Jibo biratî, ashtî û tifaq li welatê min çêbibê, ez diçim herderî û cem herkesî.

Heger li cihê ez lê, alozî û pefçun çêbibin, ezê li defa hawarê xim. Lê ne defa hawara ş êr. Ezê li defa hawarê jibo aştîyê bidim. Ne ez tenê, divê ev karê hemu Êzîdîya bê.
serokê FKÊ maşika destê xelkê, bahsa hevdi kuştina gundê Bacinê dikê.

Li cem min cihê gunde Bacinê gelekî mezine. Gunde Bacinê ji minre cihekî pîroze, keleha jibo Êzîdîyê ku li tora rengîn dijîn. Sebeba xerabuna keleha Êzîdîya gundê Bacinê, ne axê derdorêne, sebeb bekoawanê weke serokê FKÊ maşika destê xelkê ne.
Edî turkê FKÊ ê reş, liber ronahîya rojê hate vala kirin.

Gotina dawî ku ez ji wanre bêjim, edî Êzîdî ne Êzîdîyê berêne. Edî bi kurnazîya Gunda hun hew dikarin Êzîdîya bi xapînin
Hêvîya min ji hemu Êzîdîya ku avakirina tifaqê xwurt bikin.

Jiber ku devera tifaq lê habê, cihê bekoawana çênabe…..!