SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Kazim ê Mala Müro

Şerfedîn Yêkîtîye

 

 

Gulan 2007


Loda Sapê pûç î sivik li ber bê debor nakê. Ba lê dixe bela dike. Lê dema ku babilîsok lê radibe tiştek dibinda namîne.

Civake bê tifaq û serwêr jî Wiloye (wisa) ne.

Her carê li cihanê bi hevçûnek peyda dibê civakên wilo bêtir zirarê dibînin.

Civaka me: Êzîdîyan vêga di wê rewsê de ye.

Em Êzîdîne! Firq nîne çî Êzîdîyên Îraqê, yên Tirkyê yan Sûryê, yan jî yên Rûsyê, em tev jî Êzîdîne, bawarmendê olekêne, em jihev ne cudane, qedera me, bextê me yeke, çiqilê darekêne.

Weke ku dîyare palayê malxirabûnê di nav me da pirin, lê yê avakirinê kêmin. Başe em li hîvyê ne ku qewateke (Şerfedîn) ji der wê dahir bibe me ji zulm û zora dijminê me xilaske.

Çi kes ê bê ku vê bêtifaqyê ji nav me rakê?

Gelo meriv kare tek bi xewn û xîyalan bigihîjê xwestin, miraz û mafên xwe?

Bêguman ez ne bawarim.

Raste em: Êzîdî ji ola xwera dilsozin, lewra jî di rojên resda em li bal hevin û ji hevra alîkarin. Tifaqeke bê dom di nav meda peyda dibe, paşê çawe zû peyda dibe, wisan jî zû tê ji bîrkirin.

Bi vê bûyara Şêxan dîsa devê birîna meye kevn vebû, agir li nava dilê me ket û qedera kal-bavên me hate bîra me.

Ji hemû demê buhurtî zedêtir em hêvîdar û dua'çîne ku Şerfedîn rabe û parastina me ji zulm û zorê bike.

Lê em nafikirin gelo Xwedê hiş ji kesên bê tifaq û palayê malxirabbûnê dike?

Li gorî bawarya Êzdiyan Xwedê hevalê tifaq û tevayêye.

Ji van êrîşên nû teze ji me gelek pê hesyan ku ev birînên kevn kûrin û bi xederin.

Ez ji xwe dipirsim: “ Gelo bersîva van êrîşên bikirêj û hov wê di nav Êzîdîyan da yekîtî û tifaqê bê?” Ev jî xewna mine.

Ez bawarim gelek ji Êzdiyan ne dixwestin zanibin ku em di bin zulm û zorê dane. Wan xwe ker dikir. Lê belê ew nikarin xwe kor jî bikin, bûyara nebînin. Vê dema Intêrnêt, fotohêndyada her tişt, her bûyarê dinyayê da diqewimin liber çevane. Bira êdî kesek xwe nexapîne ev bûyarên nû gişk bi belge û bi îzbatin.

Ji alyê diva jî, hinek ji wan kesên ku dengê xwe bilind dikin jî, hevalên wan ker û kor mane û ji wan bêtir zirarê didin civaka me.

Ne bi dengê bilind, ne jî bi çalakyên bêfikire bi serê xwe li ser navê Êzdiyan ten li darxistin, me nagihîjin tu xwesteka. Bi qewmyeteke giştî, bi serwêr em karin di va demê nû da, li hemû deran, ku lê Êzîdî dijîn bigihîjin encaman. Bibin oleke xwedîy maf.

Bitebyetî li Başûrê Kurdistanê.

Bi vî rengî em karin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Dîsa em dipirsin: “Gelo kî dikare di wî varî da li mafên me xwedîy derkeve û pirsgirêkên me çareser bike?”

Carke din em bala xwe didin xewn û xiyalan, ji ber ku bawarya me bi hevdu nayê, em li

hîvya Şerfedînin, ku bê û me ji zulm û zorê xilaske, ji ber ku Xwedê xîret ji me stende ye.

Em ji bîr dikin, ku Şerfedîn alyê xîretêye, civaka xwedî xîretbe, Şerfedîn di nav wan da  peyda dibe.

Em di sedala 21 ê da dijîn. Gerekê êdî em neyên xapandin û em xwe nexapînin. Em baş dizanin ku gelek caran em ji alyê gelek Êzdiyan va jî hatine xapandin. Wana ji bo kara xweye şexsî civaka xwe firotine. Gerekê em firsendê nedine wan ji bo menîfeta xwe ya aborî û sîyasî me bixapînin û me bifroşin.

Careke din hinek ji me wê bêjin: “ Em li hîvya Şerfedînin, ku ew rabe, wê me ji van kesên pûç û vala xilaske.”

Ji dema dinya hatye efrandin heta niha tu meriv bi xewn û xiyalan bê sêrsebeb negihîştye mirazê xwe. Lê em tim bi vî rengî xwe dixapînin.

Ez dipirsim: “Gelo kesê bi hewara xweva neçe, dikare hîvyê ji Xwedê xwe bike?”

Ez ne di wê bawaryê dame, ku Xwedê bi hewara wî kesî va bê. Ji ber ku Xwedê gotye: “ Tu rabe, ez bi tera.”

Ez gihîştime wê bawaryê ku Şerfedîn yan jî hewara Xwedê qewimye, yekîtîye, rastîye, biratî  û wekehevtîye. Dema ku em: Êzdî hewara xwe vê rabin, hingê Xwedê û xwesê Xwedê û Milyaket jî wê bi hewara me bên û ye ji mera bibin alîkar. Civaka bê qewmyet û tifaq bê Xwedê û Xwedane, li hemû cîya bê bahar û bê mafe.

Banga min rewşembîr û sîyasetmedarên Êzîdîya, bila ew xwe arzan nefroşin. Rewsembîr û sîyasetmedaren me bi civaka xwe qedirgiran û bihane.

Ew karin yekîtyê di nav meda çêkin Ew karin Xweda û Şerfedîn bi hewara me bigîhînin.

Civaka Êzidyan, ka çima hûn tifaqê di nav xweda çê nakin, destê xwe nadin hev û Şerfedîn bi hevra xwva nagihînin.

Hûn baş dizanin, ku encemên bêtifaqyê qirkirin, talankirin û fermanin!

Rabin, rê ji ber van çalakyên qirêj û hov, ku li dijî civaka me pêk tên bigrin, me ji vî halî xilaskin!

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin