SERRUPEL
TEVAHÎYA NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Sala nu li tevehîya gelên Cîhanê pîroz bê..!!! Serhan ÎSA / Bielefeld / Elmanya

Meha Kanunê (12) îsal meheka pir pîroz bû, jiber ku divê mehêde pir cejin hatin pîroz kirin. Cejna Êzîd, Cejna jidayîkbûna hezretî Mesîh, Cejna Qurbanê û gelek cejnên din yên pîroz.

Bi helkeftina hatina sala nu binavê komela Kaniya Sipî ya Rewsenbîrî û Civakî em berê xwe didin berbijor berbi Yezdanê dilovan û em dibêjin ya Xweda tu tevaya miletên cîhanê biparêzê, tu vê surista me ya rengîn biparêzê.

Lê ciyê daxê ye, ku her sal ev cejin biser me de tê û hîna miletê Tawisî Melek bi axîn, nalîn û keser e, pistî wan dem û dewranên bi xwîn, pistî wan salên derbideriyê, wan rojên bêpariyê, wan kêlîkên azariyê, ku evî miletî çemê xwînê kirin qurbaniya bîr û baweriyên xwe.

Miletekî sivîl û bê guneh, tenê gunehê wan ewbû; dixwestin ku ew jî wekî hemu miletan bijîn, ew jî wekî bawermendên hemî olan, bîr û baweriyên xwe yên pak û bijwên biparêzên.

Lê ev yeka ne bidilê sîtemkar, xwînmij û xwedênenasa bû, jiber vê yekê bi sûrên xwe yên dev biqirêj, bi sûrên xwe yên ku kîn, rik û nemerovahî jê dibariya xwîna bi hezaran bawermendên vê ola herî pak, bijwên û dêrîn rijandin.

Lê tevî vê zilm û zorê, tevî vê kustin û qirkirinê, tevî 72 fermana jî, Miletê Tawisî Melek, rojekê ji rojan bi kîn û rik berê xwe neda hevparên Ciyografiya xwe, lê mixabin hetanî vê gavê jî hîna ev milet dibêjin ax û ax… hîna xwina me tê rijandin… hîna serê me tê kirin.

Îro roj li Iraqê û di seranserê dîroka vî welatî de, Êzîdiyan wekî hemwelatîyên Iraqî tu carî kêm û kasî nekirina erkên xwe yên netewî û hemwelatî û pistî rûxandina rêcîma Be,is a fasist, û pistî avakirina damûdezgehên dewleta nu, dîse careke din wekî cara miletê Êzîdî yê ku dixwest û dixwaze mil bi mil ligel birayên xwe yên kurdên dîtir, Kurdistaneke serbixwe û azad ava bikin, û mil bi mil li gel birayên xwe yên Ereb, Turkmen, Asûrî, Kildanî û kêmnetew û kêmolên din ên Iraqeke Demoqrat û Federal ava bikin, mixabin ku dîse ji mafê xwe yê rewa bê par dimîne û xedreka pir bê insaf liwan tê kirin.

Di sala 2007 an pir bûyerên giran bi serê Êzîdiyên cîhanê de hatin bi taybet bûyera – Sêxan – Behzanê – Singalê.

Li Turkiyayê li bakurê kurdistanê jî heta wekî vê gavê jî hîna rêcîma Turk bi wî mejiyê xwe yê kemalizmî bi wê siyaseta xwe ya asîmlasyûnê, bê parkirin û dûrkirinê danûstandinê bi miletê kurd bi kelemperî û bi miletê Êzîdî re bi tayîbetî dikê.

Ji bilî ku hemî bajar û gundên wan bê guhdan û bê saristanî mane, rêcîma turk hetanî nuha dirkêniyê bi ola Êzdayetiyê weku oleke bingehîn xwedî felsefe û bawerî û bi serê xwe nayînê, û li hember wan rêgeh, û grûpên ku Êzîdiyan weku kafir li qelem didin bê deng dimîne.

Lê rewsa Êzîdiyên li sûrya yê ,( rojavayê kurdistanê) necudatir e ji rewsa êzîdiyên bakur, basûr û sovyêta berê, ji bilî ku hîna ne di nav civata sûryayê de û ne jî, ji aliyê rêcîma samê dirkênî bi Ola Ezdahî weku Oleka serbixwe nehatiya kirin; merovê Êzîdî mecbûr dibe ku li gor serîheta Islamê kaxezên zewaca xwe çê bikin; û sagirtên Êzîdiyan jî mecbûr dibin di dibistanan de ku ola Misilmanetiyê bixwînin.

Tê zanîn ku ev bi dehê sala ye, ku rêcîmên ku li hukumranî li sûrî dikirin û dikin, siyaseteke awarte di danûstandina bi miletê kurd re ji aliyekî ve û bi herêmên kurdî re ji aliyekî dîtir ve didan û didin mesandin, ji hêla guhdana saredarî û avadanê ve, hêrêmn kurdî pir belengaz û bê avedan mane, her weha siyaseta asîmlasyûn, koçberî û dûrkirinê li ser miletê kurdî bi kelemperî û miletê Êzîdî bi tayîbetî didin mesandin.

Her weha rewsa Êzîdiyên komarên Sovyêta berê jî bi vê pergalê ye, eger ne xerabtir be, ev siyaseta dûrkirin, neguhdan, birçîbûn û nepejirandinê li ser wan jî didomîne.

Ji ber van sedeman û gelekên din, miletê Êzîdî berê xwe da welatên rojava, û li hindek welatên Ewrupî cî girtin.

Lê mixabin encama danûstandina van welatan û berjewendiyên wana bi hevûdin re, dîse Êzîdî ji wî hestê hemwelatiyê, danûstandina asîtiyane û merovane bê par man. Û dîse wekî her car xwe dibînin mîna çûkê li ser hejik.

Yek ji encama wan siyasetên nemerovane ew e, ku nuha mafê penaberiyê yê ku di salên hestêyî de (1980 ) Êzîdiyên Turkiyayê bi dest xistin, weku kêmoleke bindest û bê maf, careke din ji wana tê sitandin, û dikevin nava sêl û bêliyeke bê sînor.

Lê ji aliyekî dîtir ve jî gereke em li xwe mukur werin ku em jî di vî warî de gunehbar in, ji ber ku me nikarîbû hetanî vê gavê jî ku em xwe weku kêmoleke serbixwe û xwedî taybetmendî û xwedî çandeke pir zengîn û dêrîn bi komelgehên van welatan bidin pejirandin.

Em weku komelgehek biyan û cihêwaz me nikarîbû xwe biparêzin, û xwe li gor çand û yasayên van welatan biguncîn in.

Hêjayî gotinê ye, ku Saziyên Êzîdiyan jî di vî warî de xwedî guneh in, ku wan nikarîbû karekî bi rêk û pêk li ser bingeh in olî rewsenbîrî, lîbralî û hevalhez bi miletê xwe bidin fêrkirin, û karibin serkêsiya komelgeha xwe a reben û biyan bikin.

Ev jî bû sedemeke bingehîn ji sedemên ji hevxistin, ji hevdûrkirin û ji hevnehiskirina ku di nava civata me de peyda bû.

Lê hindek Êzîdî jî li ser astê takekesane ketin hindek sasîtiyan, û hidek sînorên sor derbas kirin, sînorê nerêzgirtina yasayên van welatan û ev yek ciyê daxê ye, ku van karûbarên wisa ziyan û bandoreke nêkatîf li komelgeha Êzîdiyan bi tevayî kir.

Ji ber vê rewsa ku civata me ketiya yê, û ji ber van sedemên ku me li jor destnîsan kirina, û daku em karibin bi yek destî bi yek dilî li hember van kêm û kasiyan li hember van nexwesiyên ku derbasî gewdê civata me bûne rawest in, me di KOMELA KANÎYA SIPÎ YA REWSENBÎRÎ Û CIVAKδde biryar da ku em liser rêçeke pir zelal û askere xebata xwe bikin, û rewsê bi zelalî ji miletê xwe re wek ku em dizanin ragihînin.

Gelî Êzîdiyan ev welatên Ewrupî ku em di wana de dijîn welat in, xwedî saristanî yasa û dadwer in, ji me tê xwestin û ferz e li ser me, ku em rêzê ji yasayên wana re bigrin, û em bê destûrname gulekê ji bexçeyên wan neçinin.

Her weha pêdiviyeke sincî, merovanetî û dîrokiye li ser me ku em karibin xwe fêrî zimanên van welatan bikin, daku em sepirze nebin, daku em karibin rastiya Ola xwe, rastiya civata xwe ya pir tenik, pir rasteqîne, pir bijwên pir hevalhez bighînin xelkê.

Eger em dilxwaz û xêrxwazê milet û olê bin, û em bixwazin ku em jî wekî miletan xwedî pêseroj û maf bin, û em jî xwedî par û pisik bin di avakirina saristaniya merovanetiyê de, divê em dest bi dest mil bi mil çi li welat û çi li biyanistanê, nerîneke istiratîcîk û hevbes ji bo pêseroja miletê xwe amade bikin.

Û em hewil bidin ku em hindek alav û projikteyan ji bo pêkanîna vê pêserojê Saz bikin.

Hêvîdarin ku sala nuh sala asîtî û azadî û biratiya gelan be

Serhan ÎSA

berpirsiyarê ragihandinê di komela kaniya sipî ya rewsenbîrî û civakî de

26.12.07 Bielefeld / Elmaniya

 

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin