“Ew war bu, lê ne ew bihar bu”

Bexşî Günay 01.03.2008

Bi rastî gava mirov dibê şahidên buyerên dîrokî û dixwazê van buyera bînê ziman, dîtina gotinên ku têra şîrovekirina liser van buyer û gavên dîrokî pir zore. Weke ku tê zanîn, artêşa tirk di dawîya sala buhirîde dest bi bombabarankirina liser Herêma Parastina Medya kir û vê bombabaranê hetanî 20 ê sebatê bi ketina 10 hezar lêşkerê tirk ya başurê Kurdistanê bi dawîbu. Vê bombabaranê biqasî 3 meha berdewamkir.

Ligorî çapamanîya tirka, ku ez di wê bahwerîdeme lêkirina navê çapamanîyê weke heqaret li çapamanîya azad û objektiv dibînim. Lewma bivê gotinê ez naxwazim çapamenîya azad û objektiv bikim rêheval ji çapamenîya tirk re. Ya wan ne karê çapamanîye e, karên wan karê delêlîyên derwîne. Jiber karê ku delêlîyên derwîn ê tirka yanî digotinêde çapamenîya tirk dikir û dikê, tenê berdevkîya sererkanê artêşa tirk Büyükanit e. Piştî her bombabaranê bi nuçeyên flaş ku ji a-z derewbun, hijmarên mezin ên kuştîyên gerîlayên HPG didan û weke sortîyên biserketî binav dikirin. Gotinek pêşîyên me heye “ çira derwîne tanê şevekê pêketî dimînê” nuçên delêlîyên derwîn ê tirka tanê çend seata didomandin, di peyra nuçên rast ji herêmê dihatin û balona derewên wan diteqîya.

Nuçên ji harêmê dihatin beruvajîyên wanbun, gundîyên bê guneh û kerîyên pez ku di hewşanda lihev kombuwîbun hatibun kuştin. Bi her bombabaranekê re dilên Kurdan dihat guvaştin, lê belê vê guvaştina dilê gelê Kurd ew ne berbi herdêve kurmisandin beruvajîyê ve ew rakirin serpîya û bu sebeba lehîyên serhildana. Dinav vê demêde jî, dewleta tirk pilan û pirojên xwe jibo operasîyona bejayî hilandikir. Delêlîyên derwîn ê tirka, sînorên nu neqişandin hineka jiwan digot bila sînor 30 km dinav Kurdistana başurde herê, hineka digot bila 40 km û hineka jiwan, gotinên ji xwe mestir dikir û digotin bila xewna me bibê rast, hey diçin bila heta bi Kerkukê herin. Bivan daxwîyanîyên xerab xwestin pîsîkolojîya gelê Kurd xera bikin. Lê belê ew tahma jibo belavkirina Hêrza Tevgera Şoreşa Netewa Kurdistan û başurê Kurdistanê, ku ketibu davê wan, di qirika wande ma.

Weke ku Serleheng û Pehlewanê Kurdistanê Dr. Bahoz Erdal got; ewan digot ji xwe di perwerdêdene, me bi hêrîşên hewayî hêrza wan şikan emê di 3 rojanda Zapê bigrin û herêmeke tempon avabikin, da jibo di pêşerojêde rihet karibin operasîyona li tevahîya başurê Kurdistan bikin. Lê hisabê wan derneket û di vî şerîde têkçun.” Bêlê bi rastî jî, hesabê wan ê mal û sukê lihev derneket.

Ew war bu lê ne ew bihar bu. Jiber ku di hêrîşên 1997´de bê tifaqîya Kurda hebu, destê xerabîyê dinav Kurdadebu, Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava ne yek deng bu, ya herî giring Behdînan û Botan ne di kêleka hevdudebun. Lê vêcarê xwesteka tirka gelekî dîyarbu û mezin bu, di hember vê xwestekêde jî Kurd bi xîret û tifaq bun. Başur, Bakur, Rojava û Rojhilat tevda yek deng bun.

Di hember dagirkerî û hêrîşên tirka de, ne başur, ne bakur, ne rojhilat û ne jî rojava bêdeng ma. Pêlên serhildanê ku ji Paytexta Kurdistan Amedê rabun, Rojava, Başur û Rojhilat jî da berxwe û bu pêlek serhildana giştî ya netewa Kurd. Van serhildanên netewî herzek û moralek mezin da gerîlayên HPG, vê moral û hêrza gel gerîla di şerê li hember artêşa tirk de biser xist.

Serkeftina Gerîlayên HPG yekemînek dîrokîyê. Ev yekemîn cara, ku artêşa dagirker di hember hêrzên Kurdistanîde enîyê windadikê. Ne tenê jibo Bakurê Kurdistanê her wiha jibo Başurê Kurdistanê jî ev yek derbasdibê. Bi vê yekê jî, xwedî derketina birayê mezin li birayê biçuk derket berçava. Ligorî bahwerîya min ne tenê serkeftina Lehengê Kurdistanê lihember arteşa tirk yekemînek dîrokîya herviha dawîya xapandina Kurda bi rêça îslamîtyetêye jî.

Heqîketek heye, heta niha hemu serhildanên Kurda bi rêça îslamê têkçune, şahidê vê yekê jî dîroka kurdaye. Mebesta min ne ewe ku ez îslamîyetê nebaş bidim xwîya kirin, mebesta min ewe ku ez bêjim bi rêça îslamê xelkê dewlet ji xwere çêkirin lê me Kurda dewlet û tifaqa xwe xerakir. Lê bivan serhildanên di destpêka sala 2008, ev tabu hate şikandin.

Lewma ez dibêjim hêvîya Gelê Kurd jibo aştî û azadîyê mezin buye. Bi operasîyona, bi navê rojê, roja hikumeta AKP û arteşa tirk li Kurdistanê, bi ş êweyekî bê dawî çuwîya ava û Roja gelê Kurd geş buye. Adin jî, hikumeta AKP û arteşa tirk baş fahm kirin ku Kurdistan ne tirada bavê wane û ew nikarin çawa dixwazin hespê xwe têde bibezînin. Êdî wan û tevahîya cihanê baş fahmkir ku xwedîyê çîyayê Kurdistanê Gerîlayên dibin pêşengîya PKK dene.

Gotina xwa dawî ez xwazim vê bêjim, serkeftina Zapê liserê sîyasetmedarê Kurd jîbê (darısı Kürt siyasetçilerin başına).

Bi hêvîya pêşerojek RONAHÎ …

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)