SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Peyama Sala nu...!

Tevlî, êş, derd, kul, jan, rojên reş û şahî, kefxweşî û rojên xweş me saleka din şun xweve hişt. Bêguman sala 2007 jibo gelê Kurd bi teybetî jî, jibo civaka Êzîdî salek tiji derd û êş bu. Êşa herî mezin jî, ew bu ku xelekeke din bi hijmara zincîra fermanên li Êzîdîya hatibun rakirin, vebu.

Di destpêka sedsala 21 an de, ku mafê hemu bi riha tê parastin û dibin parastinê deye, lê mixabin di sala 2007 hate xwîya kirin ku ev yek jibo gelê Kurd û bi teybetî civaka Êzîdî derbas nebuye.

Hîn di destpêka sala 2007´de, amadekarîyê komkujîyê hatin kirin. Di meha sebatê´de xêrnexwazê Welatê me û dijminê ola Êzîdatîyê hêrîş birin ser Şêxan (Esifnê), gelek cihên pîroz ên ola Êzîdatîyê şewitandin. Di meha Nîsanê de, ku weke meha herî pîroz di ola Êzîdatîyê de tê qabulkirin, 26 mirovên Êzîdî ên bêguneh rastî terora hirç û hova ku bi navê îslamê hatî kirin bun û bi awayekî hovanê hatin qatilkirin.

Di 14 Tebaxê de careka din terora hirç û hovê ku bi navê îslamê tê kirin, ruwê xwe ê bi qirêj şanî Êzîdxanê da û li herêma Şingalê, li gundên navendî Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir 746 Zarok, jin, Buk, Zave, Mêr û Kal hatin qatilkirin, 132 lorîkên hîn çavên xwe li jîyanê venekiribun, jîyana wan tevlî ya dayîkên wan hate sitendin ji van 6 cêwî bun ( ev hijmara ku dihat zanîn bu) 350 kes birîndarên xedar û bi hezara kes sivik birîndarbun. Bivê hêrîşa terorî ne tenê Êzîdî hatin qatilkirin, herwiha birka liber kahnîya Kurdewarîyê hate ruxandin.

Ez di wê bahwerîdeme heger tifaqa Êzîdîya hebuya û destê xîyanetê ne dinav Êzîdîya debuya, ev tişt wê hewqasî rihet nehata serê Êzîdîya. Jiber ku dîrok şahidê vê yakê e. Heta niha di hemu fermanande, Êzîdîya bi mêrxasî li berxwe dane. Lê di van hêrîş û komjîyên sala 2007 de, dev ji berxwedanê bigerin destê xwe nedana bara serê xwe. Ligorî bahwerîya min, sebeba vê yekê jî, ewe ku kesê ji ola Êzîdatîyê durketine û ti rihê Êzîdatîyê bi wan re nemaye û dinav dijberê Êzîdîya de cih digirin, lê hîn navê Êzîdatîyê liser wane. Bi vê yekê jî, dijminê Êzîdîya ne dîyarin, anjî gelekî rihet têne kamufile kirin. Min di Kanuna 2006´de, bi nivîsa “Di Rêça Tawisî Melek´de, bi awayekî berfireh nivîsîbu. http://ezidi.com/nivisBGdRtM1.htm

Jiber ku di wan komkujîyên dinde, kesên ku diketin vê merhelê, ji dîn derdiketin û diçun misilman dibun û duvre jî, bi wan re hêrîş dianîn ser Êzîdîya. Êzîdîya jî, bi awayekî merxasî û bi xîret liber xwe didan. Yanî dijminên wan wêdemê dîyarbun.

Îro ew kesên ku wê demê diçun misilman dibun û didan peşîya misilmana dianîn ser wargeh û gundên Êzîdîya, dinav Êzîdîya dene, yanî marê di paşilêde xwedîkirîne. Ew kesên ku tenê bi devê xwe Êzîdîne, bi rihê xwe, ji ol derketîne.

Di hember van buyerande, me hemuya dît bê çapamenîya Kurd çava guhê xwe û çavê xwe jivan buyeran re girt. Heger hinek nuçe weşandibin jî, ligorî menfaatên xwe ên sîyasî ev yek kirin.

Me weke NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan) û Rojnama DENGÊ ÊZÎDXAN, tevlî hemu astengîya, ligorî derfetên di destê xwede, hewl da ku raya giştî agahdar bikin. Ev xizmeta me, ya jibo ola me û civaka me, wê di sala 2008´de jî, bi bahwerîyek mezin berdewam bikê û durusma me wê „şuna kurdekî resen yanî„REBEN“ Êzîdîyekî bi Şeref û Xîret bê.....!

Bi hevîya salake nu, bê êş, derd, kul, jan û rojên reş. Bi hêvîya saleke bi şahî, kefxweşî û rojên xweş. Bila sala nu tenê, aştî, biratî û wekhevîyê bînê tevahîya Cîhane û welatê me. bila sala 2008 bibê destpêka pêşerojeke Êzîdxanê bê dilgamar û xwîn gemar......

Dubare, Batizmî û Sersala nu, li tevahîya mirovahîyê bi teybetî li Êzîdxanê Pîroz dikim...!

Bexşî Günay

Êdîtor û Sernivîsarê

NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan) û Rojnama DENGÊ ÊZÎDXAN

Bexsi_guenay@ezidi.com

www.ezidi.com

www.ezidi.de