Bexşî Günay ........................................................17.10.2006

bexsi_guenay@hotmail.com

bexsi_guenay@ezidi.com

Pisîk çima nankor e?

Hezjêkirina mirovan di hember lawiran da (heyavanan da) û kedîkirina lawira, berî miladê bi 8 hezar sale. Û çiqasî mirovahî pêshketîye, ev kedîkirin jî, berfireh buya û niha mirov dikarê bêjê ji 70% ji shiklên lawira, ên kadîkirî hene.

Divan salên dawîde, bi teybetî li welatên Kurdistan dagirkirine, ev hezjêkirin çiqa diçê zêde dibê. Li welatêkî weke Tirkîyê ku dev ji mafê mirofên mezin berdin mafên Zaroka, ê jîyanê ji destê wan tê girtin. Gelek mirov dexisin jîyana lawirên kedî. Heta bi deha Komelên Parastina lawiran hatina avakirin.

Ez xwazim divirde du lawirên ku di malêde tên xwedîkirin, mînak bidim xwîya kirin: yek jê Pisîk êdin jî Se. Ka werin em cudatîya di navbera Pisîk û Sê, ji nezîkve bishopînin.

Gava mirov ev lawir kedîkirin, li benda wanin, ku çi jiwanra bê gotin bînin cih.

Divirde Se, ne berpirsîyare. Mirov çi dixwazin dikarin bi Sê bikin, lêdixin, küfrîya pê dikin,wî di hember qawmê wîde tînin bikaranîn, çi dixwazin davêjin ber, ew jî dixwe. Yani çi tishtê xwedîyê wî dibêje bê shert û merc qabul dike.

Em bên ser Pisîkê. Pisîk bi tevahî beruvajîyê Sê ye. Çi tishtê ku xwedîyê wê dibêjê nakê û li benda xwedîyê xweye ku, di hemberê wêde bi awayekî berpirsyar tevhev bigere. Pisîk di hemberê niheqîya xwedîyê xwede, di cihde reakiyonê dê xwîya kirin û li hember nihaqîyê serî radikê. Jiber vê yekê jî kesên ku bixwazin vê lawirê (heyvanê) xwedîbikin divê hemu teybetmendîyên wê nasbikin.

Beruvajîyê vê bê kirin, wêdemê wê gengêshî dinavbera Pisîkê û xwedîyê malêde derkevin. Ligorî bahwerîya min kesên ku Pisîkê bi nankorîyê tarambar dikin, ewan kesa tishtek ji pêshweçunê demsalî negirtine û ji rihê berxwedanî tishtekî fahm nakin.

Divirde Pisîk dibêjê ku " te ez anim mala xwe tu dixwazê min xwedîbikê, lê ez ne pêlîska teme " û dibêjê " ez dixwazim ku em herdu alî jî, ligorî kural û qaîde tevhev bigerin "Pisîk di hember nihakîya xwedîyê xwede, ev berxwedan kirîyê û dikê.

Gelek mirovên nezan ku feqîrê zanyarîya demsalêne, jibo çewisandina Pisîkê, yekser êrîshê dibin ser Pisîkê.

Dinava civakên, ku gishtîya teybetmendîyên Pisîkê fahmnekirina da, ji Pisîkêre weke nankor ditê gotin.

Gava ku min ev nivîs nivîsî, pêshveçunên dawî en li Kurdistan, Tirkîyê, Eraq, Surye û Îran´ê bi teybetî jî rewsha civaka Êzîdî hate berçavên min. û tishtê herî ku min weke Rojnamevanekî ji civaka Êzîdî xemgîn dikê, gotina ku « Êzîdî kurdin an na ? » ev gotin bixwe heqaretek mezine ku li civaka Êzîdî tê kirin.

Jiber ku bahwerîya Êzîdatîyê tenê di Kurdistan´êd heye û qawl û beytên ku riknê vê bahwerîyêne, tenê bi Kurdîne. Êzîdatî Bahwerîyek Kurdistanîye û bingeha zimanê Kurdîye. Bahwerîyên din, çêdibin ku Ereb, Tirk an Hecem bin, lê ji civaka Êzîdî re ev gotin bê rikin û rêye.

Jiber vê yekê, divê ne tenê kesên ku, civaka Êzîdî weke ne Kurd dibînin, bên rexnekirin û dijberî wan bê derketin. Li gorî bahwerîya min, heger gotinek bi vî awayî derketibê holê, jiber qalsîya kar û xebatên Sazî û Rêxistinên Kurdistanî, di derbarên civaka Êzîdî´dene.

Bêyî ku teybetmendîyên pisîkê zanibin, Sazî û Rêxistinên Kurdistanî yekkesên ji civaka Êzîdî ku di konuma pisîkêdene, wan weke kesên nankor didin xwîya kirin. û kesên ku ji teybetmendîyên Pisîkê fahm nakin û xwe nêzîkî Sê dibînin, dikin xwedî gotin û qedir. Bi vê yekê jî civaka Êzîdî ku, bingeha çend û Hunera gelê Kurdin, shahidê dîroka Kurdistanê zindîne û Kurdê Resen´in, di derbarên rastîya Sazî û Rêxistinê Kurdistanî bi civaka Êzîdî re dikê nav gomana û bahwerîya civaka Êzîdî li Sazî û Rêxistinên Kurdistanî qels dikê.

Dibê sebeba reshbuna gotina Welatparêzîyê, Kurdîtî û Kurdewarîyê, liber çavên Civaka Êzîdî.

Ev gotina min jibo hemu Sazî, û Rêxistinê Kurdistanî, li Bakur, Bashur, Rojhilat û Bashurêrojava Kurdistanê derbasdibe.

Êdî zikê civaka Êzîdî ji wan gotinên kilasîk û tenê di teorîyêde dimînin têre. Divê ku gotinê Sazî û Rêxistinên Kurdistanî êdî di piratîkê de bê xwîya kirin.

Divirde ez xwazim gotina pêshîya »ji qahra xwe avêtin bahra » bînim bîra we.

Ez hevîdarim ku Sazî û Rêxistinên Kurdistanî wê van shashîya bibînin û xwedî li kanîya Paqiz ya mitolojîya Kurda derkevin. Jiber ku ev gotin çiqasî ji qahra Sazî û Rêxistinê Kurdistanî jî, bê gotin. Jibo herdu alîya jî, rureshîyek mezine.

Jiber vê yekê, divê Sazî û Rêxistinê Kurdistanî, bi teybetî wan kesên ji civaka Êzîdî dinav wande xebatê dikin û di rola Se û Pisîkê dene jihev cuda bikin.

Jiber ku, ên zerarê dibînin, ne ew kesên ku, ji Pisîkê re dibêjin nankore, kanîya paqij ya Mitolojîya netewa Kurd dibîne.

Ew kesên ku ji Pisîkê re dibêjin nankore, ew kesen ku ji teybetmendîyên pisîkê fahm nakin û xwe nezîkî Se, dibînin.

Divirde banga min, jibo hemu Sazî û Rêxistin, Serok û Rêberên Kurda, ku dilê wan jibo Kurd û Kurdistanê davêjê; Rêxistinek ya civaka Êzîdî bi rêk û pêk wê behtir xizmetê ji, bingeha çend û Hunera gelê Kurd, shahidê dîroka Kurdistanê zindî û Kurdê Resen´re bikê û ev yek wê bibê minasebeta gavê lezgîn jibo Kurdistan´ek serbixwe û azad. Xwedîderketinek bi vî, rengî, wê di qada sîyaseta navnetewîde jibo doza Kurd û Kurdistanê, rolek pozitif bileyîzê.

Jiber vê yekê, divê bi awayekî lezgînî shuna Sê, pishtgirîya Pisîkê bê kirin. çêdibe ku sibe gelekî derengbê. û Se wê nikaribin tu kesî, ji pelên resh, ên dirokê azad bikin.

Shîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin
Kurdî Deutsch Türkçe
Nivîskar
Di rêça Tawis-î Melek´de (1)
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di wî borî re derbaskin
Bê Tehamulîya FKÊ
Edî Bese
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Pısîk çıma nankor e?
Tevahîya nivîsên wî

silav,

birayê hêja, Bexsî Günay.

ez jî weke xortekî Êzîdî bi tereme. Tawisî Melek sahidê mi û tebê, ti çi bêjê û çi bixwazê ezê bikim. ez bi tereme.

silav û Rez,

mamostê hêja birez Bexsi Günay, bi rastî gava ku ez navê we dibihîzim û nivîsen we dixwînim, dilê min rihat dibê. û ez xwazim bifirim û ez dibêjim sikir ku tu heyî. edi biratiya bi derewe em naxwazin. bêtahamulîya di hemberê wede ev yek bas derxistîya bercava. ciqa kuçikê wan hebin bila bas zanibin ku civaka Êzîdî jî jêrê wan weke we hene. ez wekirî dibêjim ku wiha bê berdewa kirin em edî Kurdistanê xwazin. em Êzîdistanê xwazin. û bila ew ji welatê me derkevin herin cem birê xwe ereb tirk û ecem.

destê tawisî Melek li pista webê mamostê mezin

Tîmê Tevgere Êzîdîstanê

 

silavên germ birayê hêja Bexsi Günay,

ji bo we rexne, pesnîyarî û pist girtina min heye. rexna min ez naxwazim ku tu xwe bi kesên nezan re bikê yek keskulê. pesnîyarîya min. tu bixwe jî dizanê ku kesên weke te zane û dilsewatê civaka Êzîdî bi qasî hezmara tilîyên destaye. divê tu ne li benda ti rêxistin û sazîya bê, tistê ji te bê divê ti bikê. ez ji sedî sed bahwerim ku tu dikê, mebesta min ewe ku tu navberê nedê karê xwe. tu jî bas dizanî ku welatême wekî daristanêye. çeqel, revî, kuçik û heftar pirin lê sêr û piling kêmin. divê ku tu civaka Êzîdî dinav destê çeqel, revî û kuçika´de bi tenê nehêlê.

soza min jî binavê tawisî meleke ku ez û malbata xwe gista bi te rene.

silavên biratî

Bazê Lalis