SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Mihema Reşan

Ev Kîne?

 

 

Gulan 2007

 

Ji dilê Êzîdxan Musilê, silavên biratî jibo xwendewanê NNÊ. Xwendevanê hêja, dîroka Êzîdîya gelek hindik em dizanin. serpêhatîyên Êzîdîya ên xerab, xwîn, qatilkirin, talankirin wêrankirin û ev yek sed caran bi serê Êzîdîyade hatîye û sebeba ku ev yek biserê Êzîdîya de hatîye tenê bahwerîya wana.

Kesê ev yek bi serê wande anîne, dîsa kesê ku ji vê bahwerîye qatîyane û ev yek bi serê Êzîdîyade anîna. Ne 72 ferman li Êzîdîya rabuna, bi sedan fermê biçuk û mezin li Êzîdîya hatina rakirin, mirov dikarê bibêjit ku 95% ji van fermane ji alîyên Kurdên misilman ve hatine rakirin (berê tevahîya kurda Êzîdîbun).

Her çi fermana radibu jî, di destpekêd hinek Êzîdîya xîyanet li qawmê xwe kirine, diçun misilman dibun û dipeyra jî ferman li Êzîdîya dihat rakirin. gava mirov livê pêvajoya nu dinerê, ku amadekarîyên fermana 73 tê kirin û ev yek jî dîsa ji alîyê wan kesa ve tekirin, fikar ji mirovare çêdibe.

Bi teybetî li Eraqê, ev bi mehaye ku hovîtî, çepelî û kirêjî li hember Êzîdîya tê kirin. Ez weke mirovekî ku şahidê zindîye û buyare ji nêzikve dişopînê, ev qirêjî, çepelî û hovîtîya ku tê kirin dîsa Êzîdîyên ku ji ol derketî piştgirîya wan dikin. ne tenê li Eraq her wiha li ewrupa jî ev yek tê kirin. Mînak; gava ku Kurdên misilman êrîş birin ser Êzîdîya, çavên min weke Êzîdîyekî, ne ê min tenê tevahîya Êzîdîyên li Eraqê liser Êzîdîyên Ewropa bu.

Min bixwe digot ku wê Ewrupa bihejînin. lê piştî xwepêşandanên li hember êrîşên Şêxan û bê dengîya rêxistinên Êzîdîya, dilê min ji rêxistinên Êzîdîya sarbu. ku ez rastîyê bejim ez li benda vê yekêbum, jiber ku min nivês û analîz ê birayê xwe Bexşî Günay, di derbarê rêxistinê Êzîdîyên li ewrupada xwendibun. Lê piştî komkujîya Mosil´ê û daxîyanîyên rêxistinê Êzîdîya jibo Xwepêşandana li Brüksel, dilê min şad bubu.

Lê şeva berî meşê gava ku min K TV temaşekir û axaftinê di gotinêde berdevkê rêxistinê Êzîdîyan guhdar kirin, ez him xemgîn bum û him jî kefxweşbum. xemgînîya min ew bu ku, careka din tovê xîyanetê bi şêweyekî vekirî dinav Êzîdîyan de şîn hatibu. Kefxweşîya min jî, jiber ku ruwê van xayîn û xwe firoşe derket holê. min hinek ji wan naskirin, jiber ku liser navê rêxistinê Êzîdîya gelek cara hatibun Êzîdxanê û min ew ji nezîkve şopandibun.

jixwe navên geleka ji wan dinav lista xayîn û xwe firoşade heye. gava ku hatibun hêra , çawa rihat dihatin kirîn min baş dîtibu.

Evan kesa çi di şaşa TV gotin? "kesên ku tevlî vê xwepêşandana bibin ne Êzîdîne, kesên tevlî vê xwepêşandanê bibin li dijî dezgehên Kurdistanî, menfahatê Êzîdîya ne û em tevlî vê xwepêşandanê nabin" û hîn gelek gotinên din.

Gava min ew bihîstin ez matmayî mam û min ji xwere got ev kîne? heger min kesin ji wan nasnekirne min ticara bahwer nedikir ku Êzîdîbin.

Jiber ku berî bi çend roja, 24 mirovên Êzîdî bê guneh li Mosil û 2 kes din jî, li şêxan bi hovîtî hatibun qatilkirin û bi sedan Êzîdî jibo ku vê komkujîyê şermezar bikin, hinek jiwan wê bi hezara km rê biçuna, wê fedekarîyek mezin jibo ola xwe û qewmê bikirne, heger ev mirov Êzîdî buna wê çawa jivan mirovara bigotina ev ne Êzîdîne.

Başe heger ev kesên ku evqa bi ola xwe û qewmê xwe ve girêdayî û dilşewatê qawmê xwe ne Êzîdîbin,

kesên ku ev bi salaye, jibo xelkê xêrnexwaz ê civaka Êzîdî bi navê Êzîdatîyê dixebitin û xebatên wan jibo bê hêrzkirina civaka Êzîdî be û serkêşîya van xwe firoşên Êzîdî bikê, mala ku bi alîkarîya Êzîdîyê bi şeref, nanus û xîret hatî avakirin, bikê hêlîna xîyanetê, Êzîdîne?

Hêvîya min ji NNÊ´ye ku lista van 48 xwe firoş û xayînê, ku min û birayê xwe Êzîdî Mîrza amade kirîya û şandîye bi weşîne...!

Em bi navê xwedê û Tawisî Melek sond dixwon ku xebatên me wê bi dilekî pakij û rihekî bi ola Êzîdatîyê ve girêdayî, wê bê navber berdewam biket.

Daxwaz û hevîya me ji hemu Êzîdîyê bi şeref û xîret heye çi li welat çi ji derveyî welat ku xwe ji pişta van kurmê darê bidin alî û tifaqek ji mirovên paqij çêkin.

Bi teybetî banga me jibo xortên Êzîdî heye, dikaribin bila bi hana meva bên. heger nikaribin bên, bila li Ewrupa rê nedin wan xwe firoş û xayîne ku liser hebun û tinebuna Êzîdîya dileyîzin. Bi teybetî ewên ku malên Êzîdîya kirina hêlîna xîyanetê, bila ev kurmê darê zanibin dereng an jî nêzîk wê ev hesab ji wan bête xwestin...

Careka din em ji Êzîdxanê silavên biratî, ji qewmê Tawisî Melek re dişînin û Rojnama Dengê Êzîdxan li tevahîya Êzîdxan pîrozdikin..........!!!!!!!

jibo nivîsa bi zimanê Tirkî pêlvirke>>>>>>

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin