SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Sazkirina Partîyek Êzîdîyan

Xêro Bacinî

Berî ku Êzîdî partîyek siyasî saz bikin hewceyîya wan bêhtir bi çêkirina yekîtîya wan û avakirina navendek serbixwe, demoqrat û hemdem heya.

Bes mixabin di van demên dawî de di nav civaka Êzîdî de dengek belav dibe.
Ev dengê ku bilind dibe û hêvîyên xwe girêdayî sazkirina partîyek Êzîdîyan dike, li gorî dîtina min xeletîyek mezin e.

Mirov nikare gava duyemîn berî ya yekemîn bavêje.

Ya yekemîn ewa ku merov nikarê ol û dewletê bikê yek.
Cudakirina van herdu faktoran di avakirin û peyre birêvebirina welatekî demoqrat de, xalên herî girîng in.

Çawa ez sazkirina partîyek Êzîdî xeter dibînim, bi wî awayî jî, ez partîyên ku niha liser navên olên din, her ku çi ol be, hatina sazkirin jî weke sopek rêlibergirtina hemdemkirina Kürdistanek demoqrat dibînim.

Hebun û netêkçuna Êzîdîyan tenê bi sazkirina partîyekê nayê parastin.

Yekemîn divê Êzîdî tifaqa xwe bidin destnîsankirin û têkevin nava xebatek ku tenê liser berjewendîyên civaka êzîdîyan hatî fokuse kirin.

Jibo vê yekê jî, di rêza yekemînde divê agahîyên bêalî û bêmanîpulekirî werin ragihandin.

Di warê ragihandinêde êzîdî heta niha mixabin nebune xwedî maf.
Ji bilî çend malperan ( ew jî ji hêlên çend sazîyên siyasî ve tên suxlandin ) hê deng û ramanên Êzîdîyan nehatî ragihandin.

Eger ku Êzîdî bibuna xwedî kenalek televizyonê wî çaxî wê rê liber agahîyên sas û desinformasyonê bihata birrîn û wê çêtir bikarîbuna
yekîtîya xwe sazbikin.

jibo encamdayîna vê armancê rola êzîdîyên li ewrupa pir mezin e. Jiber ku ew ji êzîdîyên her alîyên din ê cîhanê, bêhtir di warê ekonomîyê de qewîntir in.
Eger ku ev armanc bihate bidestxistin wê demê ewê bibuya stûna avakirana navendek serbixwe,demoqrat û hemdem.

Êdî Êzîdî jî wê bibuna xwedî maf jiber ku deng, gilî û daxwazên wan wê li tevahîya cîhanê bihata bihîstin. Tukesî wê nikarîbuya xwe ji bin wê bandorê xilas bike.
Danûstandinê her dewletên Êzîdî lê dijîn wê jibo êzîdîyan bi awayek hîn pozîtîv bihata mesandin.

Êdî wê hewceyîya êzîdîyan bi patîyekê qet nemabuya.

Şîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin

Ez zêda kefxweshim, ku Mirovên ha, mîna Xêro Bacinî di nav mê da peyde buna. Gotinê wî di cihê xwe dene. Divê berî her tishtî em xwe ji koletiya partîyên sîyasî rizgar bikin, da ku em karibin jibona Dînê xwe xebateka wacib bikin. Divê em ne qomanda destên tikesî bin. Xebateka serbixwe hewceyê, jibo Dînê Êzîaîtîyê. Jiber bi gilî u gazina em na gihin ti armancan. Ez hêvîdarim ê mîna brêz Xêro ê zu zede bibin. Silavên dilxweshî.

Xerxwaz