Kongrê ya 15 ya MÊC hate çêkirin

Bexşî Günay / NNÊ / Celle Elmanya

Yekşema buhurî 24.02.2008 Kongre ya 15. ya Mala Êzîdîya Celle bi şêweyekî serkeftî hate çêkirin. Kongrê bi tevlibuna 160 delegeyi di salona Mala Êzîdîya Celle nude di seat 14:00 bi deqeyek bêlivandina jibo Pakrewanê 72 fermana dest pêkir. Dinav delegeyande weke mêvan Rêvebirê Rojnama Dengê Êzîdxan, Nujin û Yêkîtîya Ciwanê Şerfedîn jî hatibun vexwandin.

Axaftina vekirinê ji alîyê Serokê Mala Êzîdîya Celle, Salîh Yalti ve hate kirin. Salih Yalti, di axaftina xwede balkişan ser xebaten ku di dema serokatîya wîde hatîye kirin û wiha got“ez ticara nabêjim em di hemu karê xwede serketîne û kêmasîyên me çênebune. Lê ez karim vê bêjim ku me bi şêweyekî bi qîret karê xwe kirîya û ligorî derfet û imkanên xwe me hewl daya ku em pirsgirêkên civaka xwe çareser bikin.

Di gelek hewldanên xwede em bi serketine lê mixabin di hineka de jî em biser neketine. lê bahwerîya min ewe heger piştgirîya civaka me ji rêxistinên wanre zêde bibê û kar û xebatên rêxistinê xwe bi şopînin rêxistin wên di karên xwede serkeftîtirbin“di pey axaftina birêz Yalti re dîwanek ji 3 kesa hate hilbijartin, kesên hatibun hilbijartin Salih Yalti, Nedîm Erkiş û HılımdarMerwan Xidir bun. katiba dîwanê Gewrê Yavşan hate qebulkirin.

Piştî hilbijartina dîwanê hilimdar Mervan Xidir axivî û bal kişand ser karû barê jibo civaka Êzîdî tê kirin û wiha got“divê em weke civaka Êzîdî xwedî li kesên ku jibo civaka Êzîdî bi rihekî û dilekî pakij dixebitin derkevin, ki dibin bila bila bibin. Yanî bavê wî li welêt faqîrbu, bavê wî belengazbu divê em van kesên jibo civaka me kar û emelê wan baş bi hêrzek mezin biparêzin.û kesên ku bi civaka Êzîdî re ne rast bin ki dibin bila bibin divê em li pêşberî wan derkevin.“

Hilimdar Merwan Xidir, di berdewama axaftina xwede, got ji hemu demê behtir vê demê pêwistîya civaka Êzîdî bi tifaqê heye û divê berî her tiştî Êzîdî hevdu tahamul bikin. Piştî axaftina birêz Xidir, liser navê Federasîyona Komelên Êzîdîya, Nedim Erkiş axiv û got“ ez weke mirovekî ku di hemu Kongrê Mala Êzîdîya Celle´de amadebuya, ez îro jî xwazim dilşadîya xwe bînim ziman ku ez carekadin dinav wedeme.“

Erkiş di berdewama axaftina xwede bal kişan ser pêvajoya nu tevlîhevîya li Başurê Kurdistanê û wiha berdewamkir“weke ku hun dizanin di sala 2007´de gelek buyerên nebaş qawimîn. Komkujîya li Şingalê bi sedan mirovên me hatin qatilkirin, ew komkujî ji alîyê TÎT (Tîmê Tolhildana Tirka) ve hate çêkirin wan ev komkujî girt ser xwe.

Îro jî bi tank û topên xwe herîşî başurê Kurdistan dikin, divê ev çav sorîya Tirka nayê qabulkirin û em weke civaka Êzîdî di hember vê buyerênda bêdeng nemînin“ piştî axaftina Nedîm Erkiş, rapora karên 2 sala ê Mala Êzîdîya Celle ji alîyê Salîh Yalti ve hatê xwendin. Di pey xwendina raporê re derbasî beşa rexne, şîrove û pêşnîyarîya bun. Di vê beşêde bi teybetî liser xebatên 2 sala hate rawestandin û di wî derbarîde nerînê curbecur derketin hollê.

Piştî beşa rexne, şîrove û pêşnîyarîya derbasî hilbihartina rêvebirîya nu bun. Ji berendametîza rêvebirîya nu re 32 kesa xwe nivîsî lê ji van kesa 30 kes hate hilbijartin., kesên hatin hilbijartin evin; Ibrahim Özden, Sabri Tüzün, Kasim Şengalî, Ibrahim Çaça, Şemo Boran, Hasan Güden, Osman Sevgat, Enwer Ercan, Nuri Dalaf, Mahmut Çapan, Binevş Alataş, Qimet Ercan, Hediye Tüzün, Loqman Kizilboxa, Salih Yalti, Gewrê Yavşan, Sürmeli Cango, Emin Tekez, Bişar Çepe, Edip Ulucan, Şêx Sabri Torba, Şêx Ali Koyun Şêx Musa Ipek, Kasim Demiray, Şêx Silêman Yatar, Galip Kezer, Sabri Kaçar, Şükrü Ürüm Ali Saçik û Ismail Yatar. Piştî hilbijartina endamên rêvebirîya nu bi beratê û xirqa sond xwarin. jibo hilbijartina Serokatîya nu wê di heftîyên pêşde en damen rêvebirîyê civîna xwe çêkin

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)