SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Dîsa Terorista Xwîna Êzîdîya li Musil rijand

Bexşi Günay, Sebah Elî / ezidi.com / Musil

Li Eraqê hêrîşên terorî ji alîyên misilmana ve li hember Êzîdîya Berdewam dikin. Di 22 ê Nîsanê de komkujîyek li hember Êzîdîya çêbu û di komkujîyêde 23 kes hatin qatilkirin û 3 kes jî giran birîndarbun.

Büyer, gava ku otobusa karkarên Fabrîqe ji Bassîk û Bazan dihatin ser kar, li nêzîkî bajarê Musilê komek misilmanê terorîst otobusê disekinînin û di peyra jî di revînin.

Li gorî agahdarîyên ku serokê asayî ê bajarê Musilê da, komek teroristên mısılman otobusa ku karkerên Êzîdî dibê fabrîqê ser kar direvînê û piştire jî wan li taxa bajarê Musil bi navê Nur karkerên Êzîdî qatildikin.

Kesên ku qewimandina büyerê ditin wiha gotin” di destpêkêde hemu kes ji otobusê derxistin û duvre jî, gotin bila Filah û misilman xwe bidin alî, piştî ku filah û misilman cuda kirin, ên Êzîdî kirin rêz û bi şiklekî hovane gule barankirin.

Berî niha di demek kinde Koma Navnetewî a Parastina Kêmnetewa (MRG), ku Navenda wê li Inligîstanê ye, peyamek weşandibu û gotibu ku di nava Îraqê´de kesên ku herî dibin xeterîyêdene civaka Êzîdîye. Û hatibu gotin ku pêwiste Civaka Êzîdî bi ssêweyekî fermî bê parastin.

Di Peyamêde hatibu gotin ku, zêdeyî 2 hezar sale ku Êzîdî, Ermanî, Asurî-Keldanî, Yahudi, Bahai, Türkmen û Filistînî liser axa Îraqê jî dijîn.

Çiqasî Peyamek bi vî ssiklî hatibê weşandiin û hêrîşên misilmanê terorîst li Şêxan jî, ev peyam rast derêxistibê jî, ji alîyê Hikumeta Herêmê ve, ti tedbîrê asayî nehatin girtin. Ji niha û şunde wê tedbîrên asayî bi çi awayî bên girtin gumanîyek mezine.

23 cangorîyê ola Tawisî Melekbi bi Qewl, beyta û "HOL HOLA TAWISÎ MELEK" e hatin haqkirin.

Pirseke din jî, gelo bêxîretîya Mal û Komelên Êzîdîya wê li hember vê büyerê jî weke büyera Şexan berdewam bikê an na?

Divirde biratîya dinavbera Kurden misilman û Êzîdîya de çiqasî raste careka din derket holê.

Başe dinav guhera guran´de civaka Êzîdî ku weke kerîyek berxe, kê biparêzê? © Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye