SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Xwepesandana dîrokî ji Êzîdîyên bi xîret..!

Ferhun Kurt / Almanya, 13.05.2007

Xwepeşandana dîrokî, li ber derîyê Parlementoya Ewropa Brukselê/ Balçîqa hate organîze kirin.

Di roja 09.05.2007´da cara awil (yekemîn) Êzîdî jibona ku mahfê wan yen bingehîn û Ola wan wek hemi Olê din liser rûyê vê Cihanê (Dinyayê) ji alîaye dewlete ku ew le dijin ben qebulkirin li peytexta Ewropa Brukselê li berderiyê Parlementa Ewropa li hev civîyan.

Li cihê Xwepêşandanê (mitîngê) gelek kesa peyamê xwe xwendin û çalakvana bihevra ew kesê ku jiber ol û bahweriya xwe heta niha hatina qetilkirin û bi teybetî yen ku di van çend hefeteyên bûhirîda li Musil hatibûn qetilkirin, carek din bi bîranîn û rêz ji wanra girtin.

Kûştina keça (qîza) êzîdî Dua ku bi şiklikî hovane hatibû kûştin jî anîn bîra xwe û teva nerazîbûna xwe di derbarê vê yekê de anîn ziman û gotin ti girêdana karê wiha hovaneyî bi Ola Ezîdatîyê re nine û nayê qebulkirin ku hin bixwazin vê yekê bi Ola Ezîdatîyê va giredin.

Teybetiyen vê xwepêşandanê çibûn?

Merov karê gelek teybetiya bînê ziman lê yen serekê bi raya min evin.

1. yekemcar bû ku Êzîdîya bi xwe û bê alîkariya kesê ne êzîdî, ev çalakî amade kirin û pek anîn. Helbet ne bê zahmetî. Gelek erîş hatin ser wan û bê hisab jî, propaganda li dijî wan bi alîkariya gelek rojnamê û Televizyonê Kurdan da û bahra behtirîn bi karanîna gelek haceten Internetê da (Malper, Paltalk, MSN …….) hatin belav kirin.

Gelek Êzîdiyen ku di xwestin beşdarî vê çalakiye bibin, bi vê yekê çavtirsandî bûn û li mala xwe runiştin. Tevlî vê bîranîna hemû Fermanê ku li bav û kalê wan rabûna û hejî berdewamin nebun. Mixabin!

Mixabin ji wera ku Êrîşker û yen dolaba Propaganda xûrt di gerandin, bi xwe jî Êzîdî bûn û gelek ji wan bi çavekî bilind û nefsek mezin li xwe dinerin û bê fihêtî bejin: “em jî rewşenbîrê vê Olê na.”

2. Dîsa herî teybet ewbû ku ji her welatê ku berê Êzîdî le diman (Rusya, Ermenistanê, Gurcistanê, Tikiye, Iraqê û Surye) tevlî vê çalakiye bûbun. Ev tiştekî herî balkeşbû ku bi saya dijminê vê olâ nazik û dîrokî bi sedê sala Bav û kalên me ji hev hatibûn qetandin û tekiliyen wan bi carekê ji hev hatibûn birîn, lê dîsa em di mejîyen xweda tim li ba hev bûn, jiber go li her cihî, li her warî, di nava her gelanda û sistemê Siyasî da eş û jana me yekbû û hejî yeke.

Gava min ev rastî dî, ew gotina Tawisî Melek hat bîra min: „ti ê minbê, tî li Hindê bê, tî li ber minî û ti ne e minbê tî li ber min bê, dîsa ti li Hindê yi.“ Baş hat fahmkirin go ti kes û ti hez nikarin vê rastiye betal bikin.

3. Birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ku bi xwe li parlementoya Ewropa bû peyama xwe ji wanra sand. Wîjî di peyama xweda çalakiya Êzîdiya wek karekî jibona demokratî û aştîyê nirxand û leborîna xwe ji çalakvana xwest jiber kû karê wî dîplomasî hewqas teng bû û nikarîbû bi şeqsê xwe beşdarî çalakiya wan bibê û xêrhatinê bida wan.

Di berdewamiya peyama xwede Birêz Berzanî ev mizgîn şandibû ji wanra: „Ew kesên dibêjin Êzîdî ne kurd in, heqaretê li ola Êzîdatîyê dikin û her weha li Kurdistanê jî dikin, ji ber Êzîdî berî her kesî bi netewa xwe, bi ola xwe û zimanê xwe kurd in. Her mirovekî zerarê bigihîne Êzîdîyan, ew mirov zerarê digihîne netewa Kurdistanê. Bila hemû netew û cîhan zanibe, eger Êzîdî ne kurd bin, kurd nîn in. Eger hinek mirovên Êzîdî bêjin, em ne kurd in, nayêt gotinê ku hemû êzdî ne kurd in.“

Ev payama dîrokî ku heviye xêrê kirin dilê Êzîdîya, ji alîyê keça Êzîdî û endama parlemantoya Ewropaya, birêz Feleknas Uca ve hate xwendin.

Bi Feleknas Uca re birez Cem Özdemir ku bi aslê xwe tirka û 2 havalen xwe ên Alman jî, beşdarî vê çalakiya dîrokî bûn û wanjî ev çalakî pir gerîng nirxandin û gotin gereka Êzîdî zanibin ew di reya daxwaza qebulkirina mahf û Ola xwe de, ne bi tenêna û heta ji destê wan bê ewe piştgiriya wan bikin.

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye