SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Êzîdîyê bi xîret li Brüksel bun

Bexşi Günay NNÊ / Brüksel

Piştî komkuja li Musil, ku li hember Êzîdîya hate kirin, Êzîdîyên li Ewrupa ketin nava tevgerekê. Di 9 Gulanê´de xwepêşandanek ji alîyê Federasiyona Komelên Êzîdîya, Yêkitîya Ciwanê Şerfedîn, Mala Êzîdîya Celle, Mala Êzîdîya Berlîn, Mala Êzîdîya Wesel û Mala Êzîdîya Emmerich ve hate organîzekirin.

Xwepêşandana bi tevlîbuna, bi sedan Êzîdîyên bi xîret li qada pêşberî Parlementoya Ewrupa Place Jean rey, di seat 11´de, bi dekeyekê rêzgirtina cangorîyê 72 fermana destpêkir. Xwepêşandana ku heta seat 14´de berdewamkir, ji Parlematoya Ewrupa Cem Özdemir, Feleknas Uca u du hevalên xwe jî, di xwepêşandanêde amadebun.

“Parastina Êzîdatîyê parastina Netewa Kurdistane”

Feleknas Uca, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesut Berzanî ku bi xwere anîbu xwend. Serok Berzanî, di peyama xwede, weha got“ îro min jî, dixwest ku ez licem webin, lê mixabin jiber civanên (termin,Randeu) xwe, min nikarîbu ez bêm. Ez dixwazim ku hun zanibin dilê min bi were.“ Serok Berzanî di berdewama peyama xweda, bal kişand ser, Kurdîtîya Resen û wiha berdewamkir“ez di gelek axiftinê xwede dibêjim, heger ku Kurd hebin , Êzîdîne. Êzîdî kurdê resenin, lewma jî, bêhtir ji herkesî, em hewl didin Êzîdîya bi parêzin. Lê mixabin di welatê mede, parastina mirova gelekî çetine.” Serok Berzanî di dawîya peyama xwede, got ku parastina Êzîdatîyê parastina Netewa Kurdistane û wê di rêza yekemîn ya karê wan de wê parastina Êzîdatîyê bê.

“Kurmê darê têkçun”

liser navê Rêxistinên Êzîdîya Federasiyona Komelên Êzîdîya Serokê FKÊ Süleyman Özden, Yêkitîya Ciwanê Serfedîn Cercur Bacinî, Mala Êzîdîya Celle Salîh Yalti, Mala Êzîdîya Berlîn Şêx Cengizxan, Mala Êzîdîya Wesel û Mala Êzîdîya Emmerich Nedîm Erkiş, di daxwîyanîyên xwede, liser xalekê bun yek. ew jî têkçuna “kurmê darê”bu. Hemu rêxistinê Êzîdîya ku dinav vê xwepêşandanêde cih girtibun, balkişandin ser daxwîyanîyên rêxistinê ku di gotinêde xebatê jibo civaka Êzîdî dikin.

Evan rêxistinê ku ji kurmê darê dagirtîne, bi daxwîyanîyên dijminatî li hember Êzîdîya, xwestin ku tikes tevlî vê xwepêşandanê nebê û bi vê yekê dirutî, sextekarî û dijminatîya wan li hember civaka Êzîdî derket berçava.

“Yêkîtîya Ewrupa wê çavê xwe, ji ti çavsorîya re negrê”

Parlemenê Parlemontoya Ewrupa Cem Özdemir

Parlamanê Ewrupa Cem Özdemir jî, di xwepêşandanêde axivî û balkişand ser komkujîya ku li hember Êzîdîya çebuya û wiha berdewamkir”Yêkîtîya Ewrupa wê ti cara çavê xwe ji ti çavsorîya re negrê. Ez xwazim vê bêjim ku birayên me Êzîdî ne bi tenêne. Piştgirîya me, ne tenê jibo birê me Êzîdîya heye, piştgirîya me jibo hemu gelên bindest heye.”

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye