Wêne: Lawê Êzîdî, Kemal Heraqî
SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Hovîtîya li hember Êzîdîya di dome

28-29 Nisanê Sabah Elî ezidi.com Dihok

Pişhtî bûyerên Şêxan, di peyra zaningeha Musil, komkujîya Musil, careka din katilkirina du kesên Êzîdî li Şêxan, niha jî li dilê Kurdistana di gotinêde azad, li Zaningeha Silahadîn terorîstên Misilman, hêrîş birin ser xwendevanên Êzîdî.

Wargeha ku xwendevanên Êzîdî lê diman, ji alîyê komek misilmanên terorist ên herêmê, ( Kurd) ve, hêrîş birin ser Xwendevanên Êzîdî, di hêrîşêde hijmarek zêde ya xwendevanên Êzîdî birîndarbun.

Li gorî agahdarîyên ku gihiştin destê me, bûyer li taxa Sêtaxan ya bajarê Hewler qewimîye. Piştî vê hêrîşa terorî, xwendevanên Êzîdî serî li daîreya asayî dana, lê belê ti encam bi dest nexistine û lewma jî, xwendevanên Êzîdî bêçare man, dev ji xwendina xwe berdana û careka din wegerihana Şêxan.

Heman Çavkanî dibêjê ku, berî çendekî welatîyên cih Kurden misilman hêrîş birine ser Hotela ku nêzîkî 70 karkerên Êzîdî têdebun. Piştî vê hêrîşa ku karkerên Êzîdî bi kuştinê hatin tehdît kirin ji alîyê kurdên misilman ve pêk hat. Karkerên Êzîdî neçar man ku dev ji karê xwe berdin û vegerîya malên xwe.

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye