SERRUPEL
TEVAHÎYA NUÇA
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Xortekî Êzîdî mirî hate dîtin

Bexşî Günay NNÊ / Elmanya-Celle 10 Hezîran 2007

Li Elmanya bajarokê Neuestadt, ku nêzîkî bajarê Hannover´e, xortekî Êzîdî bi navê Silêman Xelef ê 21 salî mirî hate dîtin. Ligorî agahdarîyên Bavê Silêman Xelef, Sabrî Hasan Xelef dan NNÊ, lavê wî di 8 Hezîranê berêvarkî ji mal derketîya û venegerîyaye. Piştî şev derend dibê û hîn lawê wan nayê mal, li lawê xwe digerin lê ti encamê bi dest naxin. 9 Hezîranê roja şemîyê, polês tên mala wan û dibêjin ku kurê wan dinav daristanêde mirî hatîya dîtin û sebeba mirina wî, dibêjin ku ew bahwerdikin ewî xwe dardekirîye. liser pirsa me„gelo çi pirsgirêkên wî hebun, sebeba ku di temenekî civanda xwe bikujê çine?“bavê Silêman Xelef, Sabrî Hasan Xelef wiha bersivda“ ciwanekî gelek zîrekbu bi jîyanê dagirtîbu, gelekî dixwest bixwînê û bibê sinhetkar, lê mixabin pirsgirêkên birokratîk nehişt ku ew bighê armancên xwe. Ciwanê li derdor, di xwendin û ehlîyet ji xwere çêdikirin, ewî jiber pirsgirêkên birokratîk nikarîbî evan bikê û bi vê yekê pêşî li pêşeroja wî hatibu girtin.“ şîna Silêman Xelef li Mala Êzîdîya Celle tê qabulkirin.

Di derbarê heqkirina wîde, bavê wî Sabrî Hasan Xelef, got ku ewê lavê xwe li mezelê Êzîdîya ê li Hannover heq bikin.

Agahdarîya ku Masa Lêkolîna Kustinê Neuestadt, da Navenda Nuçên Êzîdxan“jibo ku em karibin agahdarîyek serrast di derbarê kuştina wîde bidin, divê ku destxistinê lawaboyê di destê medebin. Hetanî ku ev yek çê bibê wê roj derbasbibin“ liser pirsa me, hatî kuştin an xwe kuştîya ev bersiv hate sitendin „ hîn ne dîyare, lê texmîna ku tê kirin wî xwe kuştîye“

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye