SERRUPEL
TEVAHÎYA NUÇA
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Xêrxwaz û oldarê ola Êzîdatîyê Şêx Hasê Çelik çavê xwe li jîyanê girt

Şêx Hasê Çelîk

Bexşî GÜNAY / NNÊ / Nienburg-Elmanya

Li Elmanya Bajarê Nienburg, 1 ê Hezîranê di seat 6 ê şeveqêde, xêrxwaz û Oldarê ola Êzîdatîyê Şêx Hasê Çelik, jiber nexweşîna xwe ya kironojîk, li mala xwe dinav zaro û zêçê xwede çavê xwe li jîyanê girt. Piştî ku nuça mirina xêrxwaz û oldarê ola Êzîdatîyê Şêx Hasê Çelîk belavbu bi hezara Êzîdîya qista Mala Şêx Hasê Çelîk kirin û êşa ku bi koçkirina Şêx Hasê Çelîk re hat, bi malbata wî re ev êş parkirin. Nexweşîna Şêx Hasê Çelîk, ev bi salabu ku nexweşîyek ji darvebu, lê ji meha çilê paşî 2007´e û virve, nexweşîya wî giranbu û bi vê minasebetê jî, bu nexweşekî nav cîya.

Lawê Şêx Hasê Çelîk, Murat Çelîk, ji NNÊ´re axivî û di derbarê bavê xweda wiha got“nexweşîya bavê min, nexwşîyek ku ev bi salabu berdewam dikir, hîn bavê min li welatbu ev nexwşîn pêre hebu. Piştî ku bavêmin hat Elmanya me li gelek doktora (bişiişk) gerand, sala bohirî çu ber Lalişê, evê rihatîyek mezin dabu bavê min. lê ji meha yekê û virve Doktora jimere vekirî gotin ku tiştekî ku karibin bikin nemaye û dixwestin ku li nexweşxanê hetanî herê ser dilovanîya xwe bihêlin, lê me qebul nekir. me xwest bavê min di navmedabê, çi tedawîya wî hebu li mal hat kirin hetanî çu serdilovanîya xwe em teve li ba wîbun. Bavê min mirovekî gelekî bi ola xweve girêdayîbu û ti cudatî nedikir navbera tu Êzîdîya lewmajî tevahîya civaka Êzîdî ku em nasdirin, çawa bavê min hez ji wandikir ewan jî, hez jêdikir û jêre rêz digirtin. Ez karim bejîm ku îro bi hezara mirov hatine vêderê, hatina van mirova jî, vê gotina min rast dikê.“ Ş êx Murat Çelik, bal kişand ser girêdana civaka Êzîdî bi malbata wanre û axaftina xwe wiha berdewamkir“bêguman bavê me hew vedigerê, ez vê başdizanim.

Hebuna bavê min jibo me weke yekkesên Malbata Şêx Hasê, karê me û berpirsîyarîya me gelek sivik dikir diserîda ya min ya birayê min ê mezin. Jibo me destpêkek nuye, ev destpêk wê bêyî hebuna bavê me destpêbikê, ez dizanim ne hesane, ez di wê bahwerîyê deme ku ji niha û şunda birayê me ê mezin wê bavîtîyê ji malbatê re bikê û em teva bi hevra, li vê hebuna herî mezin hezjêkirina civaka xwe (civaka Êzîdî) xwedî derkevin“ di derbarê cinazede jîde , Ş êx Murat Çelîk ev agahdarî dan“ cinaze di roja 1 ê Hezîranê´de bi rêya havayê me şande Mêrdîn û ji wêderê jî, bi rêya bejayî birin Gundê Mozik ku girêdayî navça Wêranşharêye û li wêderê hate heqkirin.“ Şîna Şêx Hasê Çelik, hetanî 8 Hezîranê wê di Saal2000 Domäneweg 16 Nienburg bê qabulkirin.

© Mafê weşanê tenê ê Rojanama Dengê Êzîdxan û malperê ezidi.com,de.eu ye