bi rêya Internêtê jî tê temaşakirin

Sorgûl Êzîdxan / NNÊ Bremen / Elmanya

Kanala Televizîyonê, ya binavê “Radio Weser TV” ku Lêkolîner û Rojnamavan Bexşî Günay her Çarşema dawî ya mehê di seat 19:00 bi navê HB TV bernamên çandî, politik, felsefî û magazîn amade û pêşkêşdikê, êdî di internêtêde ji, bi awayekî zindî di navnîşana http://www.radioweser.tv tê temaşakirin.

Di derbarê televiziyonê û bernama HB TV´de, Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay ev agahdarî dan me.” “ Radio Weser TV”,televizîyoneke ku ji çar Televizîyonê herêmî ên li Elmanya Bakur pêk tê. Bivê minasebetê jî, weşana vê Televizîyonê li zêdetirînê Elmanya Bakur tê temaşekirin.

Weke hun dizanin ji destpêka sala 2005 ve ez di vê televizîyonêde bernamên Çandî, felsefî, politik û magazin çêdikim. Di destpêkede bi navê Agir û Roj TV mehê 2 cara û bi vanre jî, min mehê 2 cara bernameyek bi navê Hewal-Nuçe, nuçên ku civaka me alaqadar dikirin pêşkêş dikirin. Lê mixabin jiber karên min zêde bu ez neçar mam ku mehê carakê bernamê amade û pêşkêşbikim.

Çiqasî derfetên zêde nebin jî, bi armancekê min bi dest vî karî kir. Bi teybetî danasîna çanda kurdi û civaka Êzîdî, bivêrejî dansîna Hunermendên Êzîdî, jiber ku rastîyek heye televizîyoneke kurda ya netewî nine.

Televizîyonê hene jî ên Kurmancane û derîyê van televizîyona ji hunermendên Êzîdî re girtîye. Ya min weke gutinek pêşîya heye dibêjin” runê ji axê civandî” ez dixwazim hunera keç û xortên Êzîdî bidim danasîn û bivê jîö xort û keçên me teşfîkî huner bikim. Bi rîya we ez dixwazim bangekê bikim. Kesên di karên xwede serkeftîbin û bixwazin vê serkeftina xwe bi rêya medya ê, belavbikin bila li me bigerin emê bi kêfxweşî wan bikin mêvanên xwe.

Agahdarî: Bernama HB TV ku we di 30.07.2008´de bihata weşandin, jiber pirsgirêkek teknîki wê di 31.07.2008 di seat 19:00´de bê weşandin.

Mêvan “Mala Pîra” Hunermend Sertîp û Hunermend Xelef .

Çend minak ji demên Bernama HB TV

27.08.2008

24.09.2008

29.10.2008

26.11.2008

hemu bername di seat 19:00´de destpêdikin û di 19:55´de bi dawî dibin.

 
ÊZÎDÎ TV
Rediyo Dengê Êzîdxan
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
 
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)