Cejna Êzîd bi coshek mezin hate pîroz kirin ...............ççççççççççççç..... Bexsi Günay /www.ezidi.com /Elmanya

Cejna di ola Êzîdatîyêde xwedî cihekî mezin “Cejna Êzîd” li hemu nikarên cihanê ku Êzîdî lê dijîn hate pîroz kirin. Li Elmanya ku zêdetirî 100 hezar Êzîdî lê dijîn, îsal jî shahîya Cejna Êzîd, bi hevre pîroz kirin. Li bajarên Elmanya Nienburg, Sahnde, Bielefeld, Leer, Wesel, Berlin, Oldenburg, Schneeverdingen, û Gießen, bi hezara Êzîdî li hev kombun û Cejna xwe ya Êzîd pîroz kirin.

Shahîya Cejna Êzîd li Nienburg hejabu

Ev bi salaye ku cejna Êzîd li Nienburg di salona Saal 2000´de tê pîrozkirin. Pîrozbahîya Cejna Êzîd îsal jî gelekî hêja bu.

Pîrozbahîya ku ji alîyê Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanê Sherfedîn û malbata Shêx Hasê, ku ji alîyê civaka Êzîdîve tê rêz girtin û hezkirin hate organîze kirin. Sheva pîrozbahîya cejna Êzîd bi tevlîbuna nezîkî hezar kesî di seat 16:00´de bi bîranîna shehîdê 72 fermane hate destpêkirin. Dipey gotina hinek sebeqe ji qewlan ji alîyên Zarokên Y.Ê.C.S ve, komek hilimdara ji heft kesan derketin serdikê û Qawlen ku bi minasebeta cejna Êzîd tên gotin pêshkeshî beshdarvana kirin. Bernama ku ji alîye Cercur Cengiz û Yeliz Boran ve hate pêshkeshkirin, bi tevlîbuna Hunermendên Êzîdî weke Koma Alan, Hozan Zerdest, Hozan Aydin, Hozan Jîyan, Koma Melek, Koma Sor, Hozan Fayiz, Koma Huner, Koma Sansar, Hozan Ali Koço, Hozan Azad Cindo, Hozan Melik Osê , bi helbestêb xwe ji hemu herêmên Kurdistanê mevan têr muzîk kirin. Koma Folklorê ya Ciwanên Sherfedîn, bi reqsên xwe ên gelek herêmên Kurdistanê alaqayek mezin dîtin. Shahîyê hetanî derengî shevê berdewamkir.

Di pîrozbahîya li Sehnde alaqayek zêde

Di pîrozbahîya ku li bajarokê Sehnde ku nêzîkî Bajarê Hannover´e alaqeyek mezin hebu. Shahîya Cejna Êzîd, bi tevlîbuna nêzîkî pencsed kesî di seat 17:00´de bi bîranîna shehîdê 72 fermane destpêkir.

Oldarên Êzîdî, Faqîr Elî û Pêshîmam Hasan, qewl xwendin û wahz li civaka Êzîdî kirin. Shahîyê bi Beshdarbuna Hozan Xemdar û komen herêmê hetanî derengî shevê berdewam kir.

Li Elmanya bajarokê Schneeverdingen cara yekemîn Cejna Êzîd hate pîroz kirin

Li bajarokê ku li Bakurê Elmanya li Lünerburger Heide´ye Schneeverdingen shahîya cezna Êzîd bi organîzeyek ji alîyê Êzîdîyan ve cara yekemîn hate pîrozkirin. Pîrozbahîya ku bi kasî sed kesî beshdarbu di seat 17:30´de bi bîranîna shehîdê 72 fermana destpêkir. Pishtî axaftina vekirinê Qewl ji alîyên Feqî Kalo û Faqîe Serîf ve hatin gotin. Jiber mirovekî Êzîdî ku roja bêrî cejna Êzîd jîyana xwe ji destdabu, pîrozbahîyê bê muzîk berdewamkir.

Li Gießen jî, pîrozbahîyel bi cosh

Di pîrozbahîya li Elmanya bajarê Gießen´e coshek mezin. Shahîya ku bi tevlîbuna 150 kesî di seat 17 :00´de bi bîranîna shehîde 72 fermanede destpêkir, bi axaftina Hiznî Pêshîmam berdewamkir û bi muzika Koma Besem bi dawîbu.

Shîrova xwe bishîne
Shîrove, Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin
 
Nivîskar
Nivîsên din

Di rêça Tawis-î Melek´de (1)

Pisîk çima nankor e?

Minli ku da deng ji ku derket
Werin van kera di wî borî re derbaskin
Bê tehamulîya FKÊ
Edî Bese
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Tevahîya Nivîsên wî