SERRUPEL
NUÇE
DENGÊ ÊZÎDXAN
SPORT
HEVPEYVÎN
AGAHDARÎ
ÊZÎDATÎ
WARÊN ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ
TURIK (LÎNK)
www.ezidi.de
www.ezidi.eu
www.bexsi.de
 

Tekilî (Kontakt

WEBHOSTING
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
PASIN (REKLAM)
 

Cejna Êzîd bi coşek mezin hate pîrozkirin

Keleşê Çelo / NNÊ / Bremen

Cejna herî qadî ya ola Êzîdatîyê, Cejna Êzîd li tevahîya Êzîdxan û hemu alîyên cihanê ku Êzîdî tede tijî bi coşek mezin hate pîrozkirin. Li Elmanya Bajarê Bremen, Nienburg, Celle, Bielefeld, Nordheim, Göttingen, Gießen, Oldenburg, Leer û Americh bi hezara Êzîdî hatin cemhev û cejna xwe di salonade bi hevre pîrozkirin.

Di şahîyêde 300 kes hate cemhev

Di şahîya ku li Bremen-Blumenthal hate çêkirin, zêdê wan Ciwan 300 kes tevlî şahîyê bu. Şahî jı alîyê televizîyona Elmanî N3 TV, HB TV û rojnama Weser Kurier ve hate şopandin.

Şahîyê, roja şemîyê di seat 18:00´de bi deqayekê jibo cangorîyê 73 fermana destpêkir û bi axaftina Lekolîner û Rojnamevan Bexşî GÜNAY berdewankir. Bexşi Günay, bi pîrozkirina cejna Êzîd li tevahîya Êzîdxanîya û beşdarvanê şahîyê destpêkir û balkişan ser rojên girin di ola Êzîdatîyê de û wiha got“ev roj ne tenê jibo gotina muzîk û kişandina semahaye. Ev rojên pîroz, rojên kombuna cemhev û derbaskirina dema buhirî diber çavareye. Gerandina li çareserîya pirsgirêka heyî û pilan û pirojên jibo pêşerojê e. Bi teybetî me weke gelê Êzîdî salek bi êş û elem li pey xwe hişt.

Weke ku tê zanî, di meha sebatê´de dijminê ola Êzîdatîyê hêrîş birin ser Şêxan, gelek cihên pîroz şewitandin. Di meha Nîsanê de ku weke meha herî pîroz di ola Êzîdatîyê de tê qabulkirin 26 mirovên Êzîdî bê guneh rastî terora îslamê hatin û bi awayekî hovanê hatin qatilkirin. Di 14 Tebaxê de careka din terora îslamê ruwê xweyî qirêz şanî Êzîdxanê da û li herêma Şingalê, li gundên navendî Tilhizêr û Sîba Şêx Xidir 746 hatin qatilkirin û bi hezara kes birîndar bun. Ez di wê bahwerîdeme heger tifaqa Êzîdîya hebuya ev tişt wê hewqasî rihet nehata serê Êzîdîya. Heta niha di hemu fermanada Êzîdîya bi mêrxasî li berxwe daye, lê di van hêrîş û komjîyên îsalde dev ji berxwedanê bigere destê xwe nedana bara serê xwe.

Ligorî bahwerîya min, sebeba vê yekê jî, ewe ku kesê ji ola Êzîdatîyê dur ketina û ti rihê Êzîdatîyê bi wan re nemaye û dinav dijberê Êzîdîya de cih digirin, lê hîn navê Êzîdatîyê liser wane. Jiber ku di wan komkujîyên dinde, kesên ku diketin vê merhelê ji dîn derdiketin û diçun misilman bun û duvre jî, bi misilmanan re hêrîş di tanîn ser Êzîdîya, Êzîdîya jî bi awayekî merxasi û bi rumet liber xwe didan. Yanî dijminê wan dîyarbun. Îro ew kesên ku wê demê diçun misilman dibun û didan peşîya misilmana ditanîn ser wargehê Êzîdîya, dinav Êzîdîya dene, yanî marê di paşilêde xwedîkirîne. Ew kesên ku tenê bi devê xwe Êzîdîne, bi rihê xwe ji ol derketîne.

Lewma jî ez dibêjim şuna kurdekî dibin navê resenîyê de „REBEN“ Êzîdîyekî bi Şeref û Rumet be...!!!

Bi hevîya pêşerojeke Êzîdxanê bê dilgemar û xwîngemar.....!!!!

Dubare Cejna Êzîd, Batizmî û Sersala nu, li tevaha mirovahîyê bi teybetî li Êzîdxanê Pîrozdikim..!!!“.

Dipey axaftina Bexşî Günay re, Hunermend Pîr Xerbî bi koma xweve heta derengî şevê hunera xwe pêşkêşî beşdarvanê şahîyê kir.

Bi minasebeta Cejna Êzîd, Êzîdîya nerînê xwe ji NNÊ (Navênda Nuçên Êzîdxan)

Pîr Xelef Yildirim: ez di serîde cejna Mîrê Şêxa, Bavê Şêx û tevahîya Êzîdxanê pîrozdikim. Ez hevîdarim ku ev rojên pîroz bibin vesîlê jibo aştî, biratî û wekhevîyê, li tevahîya cîhanê û welatê me. Ez rojên wiha pîroz weke riknê ola Êzîdatîyê dibînim, lewma jî, ez parastina van rojên pîroz li welatekî xerîb gelekî giring dibînim.

Jibo aştîya navxweyî ya Êzîdîya û tevahîya cihanê, ez xwazim vê bêjim heger herkes devê derîyê xwe paqij bikê wê cihan bakij bibê. Heger herkes fitna û fesadîya dilê xwe derêxê wê aştî çêbibê. Carekadin cejna herkesi pîroz dikim.

Şexmus Güngör: ez cejn, Batizmî û sersala hemu xwendevana pîroz dikim. Ez hevîdarim ku ev sala nu bibe wesîle jibo aştî û biratîya gela. Banga min bi teybetî ji gelê Êzîdî re heye, bila dilê xwe li derba hev safî bikin, da em jî weke hemu gelên din bighin meqsed û mirazên xwe. Ez dubare cejna hemuya pîroz dikim.

Newroz Kurt: ez jî cejna Êzîd li tevahî mirovahîyê bi teybetî li Êzîdîya pîroz dikim. Ez hevî dikim ku ev rojên pîroz bibin wesîlê jibo aştî û biratîyê. Bi teybetî jibo me Bacinîya, aştî û biratîyê bi xwere bînê. Jiber ku edî taqata me jibo pefçun û berberîyê nemaye. Divê em jî çavê xwe vekin û li derdora xwe binerin. Ez carekadin cejna tevaha Êzîdîya pîroz dikim.