Rupelapêsh

Bêdeng nemîn, da tu bê qadir nebê

-Doh, payama kurd haqaret li Êzîdîya kir

-Îro, bi rêya "yeni özgür politika", haqaret li Êzîdîya hat kir

Jibo sibe kesekî din, haqaretê li Êzîdîya nekê dengê xwe bilind bikin.

Telefonê yeni özgür politika

Bêdengî mirine eger ti bixwazê bi rumet bijî, divê ku dengê xwe bilind bikê.....!

Gengêshî li Shêxan Berdewam dikê

www.ezidi.com / Shexan 18.02.2007

Bûyerên di 14 Sebatê 2007, di pey bazdana jinek misilman jiber zilm û zora mêrê xwe , xwe avêtibu tor û bextê Êzîdîya qewimîbu ranawestin. Doh jî, liber çavên hêzên Asayîshê, endamên Eshîra Goran û misilmanên derdor ên êrîshkar du deverên din jî shewitandin.

Berîya du roja, hêzên asayîshê ku ji Dihokê hatibun Shêxan, tanê qalibêbê wan lê wêderê bu. Misilmana liber çavên wan cihê Êzîdîya shewitandin û wan tanê temashe kirin. Berî niha jî Bingeha Lalish û Zîyaretgeha Shêxmend hatibun shewitandin. Doh jî Navenda Çand û Hunera Ciwanan a Êzîdîya shewitandin. Pishtî bûyerên doh Serokê Êzîdxanê Mîr Tahsîm Beg, bi armanca parastina can û malê Êzîdîya, bi qasî 2 hezar çekdarên Êzîdîya ji Shêxan û Shingalê berhev kirin. Û da xwîya kirin ku tu kes, ligorî serê xwe tevhev negerê û nebin hacet ji ramanên sîyasî re.

Serok Êzîdxan Mîr Tahsîm Beg, doh bi telefonê tevlî Koçke ka Paltalk bu û got ku ewî ji desthilatdarê Kurdistanê daxwaz kirîya ku, ew di nava çend rojada, di derbarê van Bûyaranda daxwîyanîyekê bidin. Mîr Tahsîm Beg, axaftina xwe wiha berdewam kir”em naxwazin ku Êzîdîya, tenê weke Kurd bibînin. Em dixwazin ku Êzîdîya weke shirîkê Kurdistanê, xwedîyê Kurdistanê bibînin.” Mîr Tahsîm Beg, bang li Êzîdîyê Ewrupa kir û got”heger di nava çend rojade em ti bersivê ji hikumeta Kurdistan û Eraqê negrin destê we ji were, hun çi dikarin bikin.

Gava ku nuçe dihat amade kirin, agahdarîyek nu gihisht destê me û hat gotin ku qaymakamê êsifnê û serokê asayî, ji kar hatina avêtin û jiber ku zagonê asayî û hukukî binpê kirine di derbarên wanda lêgerîn hatîyê destpê kirin. 21 sebatê 2007´de wê li gelek bajarên Elmanya mesh û Mitîng bên çêkirin.

 

Dijminatîya li hember Êzîdîya zêde dibê

Sebah Alî / www.ezidi.com / Musil Kurdistan 15 sebat 2007

li Esifnê biryarek qawimî. Misilman ketin nava Êsifnê û agir berdan mal û zîyaretgehên Êzîdîya. Di nav van Zîyaretgehanda zîyareta Hiseynê Bavê Shêx û Bingeha Lalish jî hene. Û gelek zirara maddi dana Êzîdîya.

Li gorî ku Nuçegihanê ezidi.com ragihand, biryar wiha qewimîye. Jineke misilman dixwazê biçê cihe kî û ji du xortên Êzîdî hevî dike ku wê bi tirambêla xwe bighînin cihê wê. Herdu xortên Êzîdî vê jinka misilman li tirambêla xwe siwar dikin û hewl didin ku wê bibin cihê wê. Gava bi rêva diçin bêhnê didinê û di vê navberêde çend kesên ku jinka misilman nas dikin dibêjin çawa jineke misilman, bi di xortê Êzîdî re siwarbê, liser nerazîbuna wan misilmana jinka misilman ji tirambêla herdu xortên Êzîdî peya dibê û kesên din wê digihînin malê. Pishtî ku diçê mal malbata wê, jiber ku bi di xortên Êzîdî re siwar buye, jinikê di kujin. Pishtî kustîna jinkê, misilmanê Êsifnê herîshî ser malên Êzîdîya dikin, lê cêshê Kurdistanê pêve digihê û nahêlê ti kushtinê din çêbibê. Lê tevlîhevî hin jî berdewama