Rupelapêsh

Bêdeng nemîn, da tu bê qadir nebê

-Doh, payama kurd haqaret li Êzîdîya kir

-Îro, bi rêya "yeni özgür politika", haqaret li Êzîdîya hat kir

Jibo sibe kesekî din, haqaretê li Êzîdîya nekê dengê xwe bilind bikin.

Telefonê yeni özgür politika

Bêdengî mirine eger ti bixwazê bi rumet bijî, divê ku dengê xwe bilind bikê.....!

Gav bi gav ber bi avakirina Akedemîya Çand û Hunera Êzîdîya

Ezidi.com Sulingen

Di vê yekshema buhirîde, civîna 2. ya Hunermendê Êzîdîli li komela Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanê Sherfedîn li Elmanya bajarê Sulingen hate çêkirin. Civîna ku Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanê Sherfedîn xwedîmalîtî kir. Di seat 16:00´de bi deqake rêzgirtina jibo shehîdê 72 fermana hate destpê kirin.

Civîn, bi di besha hate çêkirin, di besha yekemînde nerîn û pêshnîyarîyên beshdarvana hate guhdar kirin. di besha duemînde pêshnîyarîyên beshdarvana hatin nîqashkirin û armanca civînê hate dîyar kirin.

Civîna ku Hunermendên Êzîdî, Aydin Ronak, Îmad Selîm, Koma Alan, Xesan, Zerdest Mêrdînî, Koma Randî, Hozan Hamar, Sêvo Derbas, Dengbêj Cemîl, Koma Rojhat, Koma Silo Can, Koma Melek, Hozan Welîd, Hozan Silêman, Hozan Wezîr, Lêkolîner-Rojnamevan Bexshî Günay, Serokê Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanê Sherfedîn Osman Alp, Oldarê Sazîyê Shêx Ahmed, Mamostê Sazîyê Shükrü Kaska û endamê sazîyê Cercur Cengiz amadebun. civînê heta seat 21:00 berdewamkir.

Di dawîya civînêde, bi minasebeta hinek hunermend ne amadebun, biryara civîna sêemîn di 15.10.2006´de hate dayîn û ev civîn wê di heman demêde bibê civîna hilbijartina komîta amadekar jibo avakirina Sazîyek Hunermendên Êzîdî.

Hunermendê kedkar Hozan Dilgesh jiber tendirustîya xwe nikarîbu tevlî civînê bibê, lê bi rîya telefonê di derbarê Civînêde nerînê xwe ji ezidi.com re vekir. Hozan Dilgesh, bal kishan ser tenê hishtina hunermendên ji civaka Êzîdî û got”edî jibo avakirina sazîyek Hunermendê Êzîdî wext hatîye û derbasbuye. Heger ku Hunermendên Êzîdî lihev xwedî dernekevin wê dinav xebata Hunerî ya sazîyên Kurdistanî yekalîde bên fetisandin. Divê ku em lihev xwedî derkevin û jibo sazkirina Akedemîya Çand û Hunera Êzîdîya, xebatên xwe bi awayekî awerte berdewam bikin.”

Di derbarê civînêde Lêkolîner-Rojnamevan Bexshî Günay, jî balkishan ser parastina Çand û Hunera Kurda bisadên sala û wiha got” ne hunermendên Êzîdî û nejî yekkesên civaka Êzîdî, jibo Çand û Hunera Kurda çav bernedana parîyê amade. Ewan hertim, bi keda xwe û xwêdana enîya xwe û gelek cara jî bi fedakirina canê xwe xizmet ji Çand û Hunera Kurd re kirine. Lê mixabin di van demê dawîde diserîde Hunermend û bi teybetî jî civaka Êzîdî, ji derfetên jibo Çand û Hunera kurd hene, bê par tên hishtin. Mirov nikarê bêjê ku eva bi nezanî tê kirin. Lewma jî divê Hunermendên Êzîdî û civaka Êzîdî hîshyar bibin, çavê xwe vekin û li derdorê xwe bash binerin. Çi kesê ku destê xwe dirêjbikê ne doste. Divê ku vê bash zanibin û bi awayekî zanyarî tevbigerin.”