Rupelapêsh

Bêdeng nemîn, da tu bê qadir nebê

-Doh, payama kurd haqaret li Êzîdîya kir

-Îro, bi rêya "yeni özgür politika", haqaret li Êzîdîya hat kir

Jibo sibe kesekî din, haqaretê li Êzîdîya nekê dengê xwe bilind bikin.

Telefonê yeni özgür politika

Bêdengî mirine eger ti bixwazê bi rumet bijî, divê ku dengê xwe bilind bikê.....!

Ji Hunermendên Êzîdî yekemînek

Ezidi.com / Sulingen

Li Elmanya bajarê Sulingenê ji Hunermendên Êzîdî yekemînek. Hunermendên Êzîdî civîna xwe ya çaremîn li salona Yêkîtîya Ciwanên Şerfedîn li Sulingen çêkirin û jibo amadekarîyê Kongrê komîsyonek ji 11 kesa hilbijartin.

Civîna ku bi tevlîbuna Hozan Emer,Koma Alan, Hozan Aydin Ronak, Hozan Zerdeşt Mêrdînî, Hozan Necmedîn, Hozan Ekrem Reşo, Hozan Şêran, Hozan Aydin, Koma Sansar, Hozan Wezîr, Hozan Azad, Hozan Zîwer, Koma Aco, Koma Huner, Hozan Raît, Koma Sor, Hozan Menal, Dengbêj Cemîl Hiso, Hozan Bino, muzîkbêj Kawa Pêşîmam, Hozan Rîyad, ji Yêkîtîya Ciwanên Şerfedî, Şêx Ahmed Kaska, Osman Alp, Cercur Cengîz, Şükrü Kaska û Lêkolîner û Rojnamevan Bexşi Günay di seat 15:00´de bi dekayekê rêzgirtina şehîdê 72 fermane destpêkir,.

Civînê bi sê beşa berdewam kirin.

Beşa yekemîn sitendina agahdarîya di derbarê amadekarîyên civînêde.

Di beşa duemînde nerînê beşdarvana di derbarê civîna bihurîde û pêşnîyarîya wan jibo naveroka civînê.

Di beşa sêemînde hilbijartina komîsyonekê jibo amadekarîyê Kongrê di sala nude.

Komisyona amadekarîyên civînê dikir, da xwîyakirin ku, Hunermendên ku xwe bi telefonê gihîjandina wan û jiber kar û barê hunerî nikarîbun tevlîbibin evbun. Hozan Bedîl, Hozan Weysî, Hozan Şêran, Hozan Îskan, Hozan Alî Şingalî, Hozan Ferhat, Hozan Faqîr Osman, Hozan Diljar,Hozan Westîl, Hozan Dîndar, Hozan Pîr Xero, Hozan Enver´e.

Ji alîyê komîyonêve hate diyar kirin ku Mala Pîra bi awayekî wekirî gotina ku ewê tevlî vê xebatê nebin. (mala Pîra= zaroyên pîr Êzdîn)

Di beşa civîna ya sêemînde Hozan Azad, bal kişan serö pêvajoya nu û xeterîya jibo çand û hunera Êzîdîye û got „pêwiste ku hemu hunermendên Êzîdî bi awayekî berpirsyar tevhev bigerin û xwedî li çand û hunera Êzîdîya xwedî derkevin. Xwedi derketina li çand û hunera Êzîdîya xwedî derketina li Cewherê çand û hunera kurde. Divê baş bê zanîn ku tu kes we nikaribê liser parîyê hazir runê.“

Hozan Emer jî, bal kişand ser dîroka bihurî û got“jiber ku civaka Êzîdî bê serubere, çiqasî bi xwêdana enîya xwe serkeftin bi dest xistibin jî, kesên din li vê keda wan xwedî derketina û ev keda wan kirina mal û milk ji xwere, divê êdî pêşî li van nihaqîya bê girtin.“

Hozan Aydin Ronak jî, bal kişand ser giringîya tifaqê û got“çêbuna tifaqê ji qedr, mahrîfet û hezkirinê çêdibê, divê ku berî hertiştî em qedr û mahrîfetê bidin hev.“

Hozan Alan jî, balkişan ser xernexwazê civaka Êzîdî û got“mebesta me weke hunermendê Êzîdî ne sitandina tewrekê li hember tu kesîye, mebesta me ewe ku valahîye heye bi awayekî zanyarî bê dagirtin.

Hozan Zerdeşt Mêrdînî jî, bal kişan ser giringîya çand û hunerê û got“ji tevgera parastina çand û hunerê re divê hunermend bibin serkêş. Û divê hunermendên Êzîdî jî, bi vê zanyarîyê nêzîkî pirsgirekan bibin. Piştî nerîn û pêşnîyarîyên beşdarvana, jibo amadekkarîyên Kongreya Hunermendên Êzîdî di sala nude komisyonek ji 11 kesa hate hilbijartin.

Komîta ku jibo Kongrê hatî hilbijartin...!