Dîroka zindî û Dengbêjê navdar Xelîlê Berfê emrê xwedê kir

NNÊ / Moers- Elmanya 4 Nisan 2008



Kalê kevnar, Dengbêjê navdar û dîroka zindî Xelîlê Berfê di 2 ê N îsanê de, di 88 salîya xwede li Elmanya bajarê Moersê emrê xwedê kir.

Xelîlê Berfê di sala 1920 li gundê Çetelê girêdayî Silîvana hate dinê. Ciwanîya Xelîlê Berfê li gundê Çetelê derbas dibê û zewaca xwe ya yekemîn li wî gundî dikê, piştî ku di zewicê diçê eskerîya tirka, lê eskerîya wî bi dilêşî, dilşewatî û xemgînî berdewam dikê, jiber ku hayala (jina) wî jîyana xwe ji dest didê.

Piştî çar salê eskerîyê Xelîlê Berfê vedgerê gundê Çetelê. Bîranînê apê Xelîlê Berfê dibin sebeb ku dest bi dengbêjîyê bikê. Di heman demêde Xelîlê Berfê ji gundê Çetelê bardikê û diçê gundê Wahzê û di peyra diçê gundê Hemduna ku di quntara çîyayê dina deye.

Jivir jî bardikê diçê Duşayê û livir hetanî destpêka salên 90 jîyan dikê, jivir jî koçî Elmanya dikê û hetanî dawîya emrê xwe li bajarê Moers Elmanya jîyana xwe berdewam dikir. Dengbêjîya Apê Xelîlê Berfê bi sitrana şerê dena û Şêx Mîrzayê aqosî deng dabu.

Em weke Xebatkarên Navenda Nuçên Êzîdxan, rahmê ji xwedê û Tawisî Melek jibo apê Xelîlê Berfê dixwazin û dibêjin bila serê malbata wî saxbê..!

Agahdarî: hevpeyvîna ku Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay bi dîroka zindî, Dengbêjê navdar Xelîlê Berfê re kirîye di demek nêzîkde wê di www.ezidi.com û www.ezidi.de bê weşandin

 

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)