Rêwîtîya Roja Reş

Bexşî Günay

Gava min ew gotina ne xêrê bihîst, rojek ji ê kelkelişka havînê bu, ez û malbata xwe, tevlî bira û birazîyên xwe li kêleka bahra navîn ya Stembolê bun. Ji Navenda Nuçên Televizîyona RTL Schwarzenberger Xatun li min gereha û got ez êşa we bi were pardikim (Herzliche Beileid), ez şaş mam û min got sipas çi çêbuye? Ewê got „ doh piştnîvroya dereng du teqînê terorîstî li hember civaka we çêbun, zêdeyî 200 kesî mir û bi sedan kes birîndarin.“

Berî ku ew gotina xwe xelasbikê min got, ez siba dereng disiba li cihê buyerê me, emê li wêderê bi hevra biaxivin. Piştî vê agahdarîyê, çavnêrîya min liser pêlê bahrê ku weke rista folklorê lihev digerîyan, liber çavên min bun weke lehîyên xwînê û min ti dever tahmul nekirin. Bi awayekî lezgînî ez çum buroya bilêta û min xwest jibo heman rojê (15 Tebaxê) bilêta xwe bibirim

Lê jibo 15 Tebaxê bilêt bidest min neket. Jibo 16´ê Tebaxê cih bi dest min ket, 16´ê Tebaxê piştî nîvro ez gihiştim balefirgeha Mêrdînê. hevalê min ê Suryanî bi tirimbêla xwe em ji balefirgeha Mêrdînê birin Midyadê. Wê şevê ez li Midyad´ê mam û 17 Tebaxê ez di derîyê sînor ê xabur re derbasî Îraqê bum. seat 12:00´de ez gihiştim Kurdistana Başur. Biraderekî min ez pêşwazî kirim û em teva ketin tirimbila wî û me berê xwe da mala wî. Bi rêda bahsa bûyerê kir û got zirara herî mezin li Tilhizêr buye zêdeyî 500 mirî heye û bi sedan birîndar hene.

Bi rêda tanê min ew guhdar kir, jiber ku gava ez li Tirkîyê bum jî, ez pêre bi Telefonê axivîbum. Piştî 1,5 seatê rê em gihiştin mala wî. Di Nava seatekê de civata me geriha, lê em neçar man ku em harza xwe ji civata xwe bixwazin û em berbi Şingalê ve bikevin rê. Bi hatina Nuçegihanê NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan) Êzîdî Mîrza, me ji mala biraderê xwe û şunda bi tirimbêlek din rêwîtîya xwe berdewam kir. Mebest jî ewbu, tirimbêla ku em pê herin (biçin) NR. Musilê bê, hindik jî bê emê xwe kamufila bikin û emê bahla terorîsta nekişînin.

Hîn li mal, malîyê Êzîdî Mîrza ku hatibun derdora me, ji mer gotin “ev rîya ku hun têre diçin rêya mirinêye, divê hun vê baş zanibin, bê hîmaye (parastin) gelekî xetere“ Dayîka Êzîdî Mîrze jî tevlî gotina wan bu û bi mahdekî kelogirî li Êzîdî Mîrza nerî, Êzîdî Mîrza got „ birayê min kefenê xwe kir destê xwe û hat ba min, qey ne şerme ku em wî neghînin Şingalê, jivir û şunda kefenê me herduya yeke û wê di destê medebê.“ Ez jî berişîm û min got dayê em zilamên biçukin ji mere hîmaye (Ewlekarî-Parastin) ne lazima, lê vê baş zanibe ku dilê me mezine. Ewê jî got „lawê min xwedê û Tawisî Melek, we bi wê meznahîya dilê we biparêzê“ di vê navberê de, şifêrê me hat davê dêrî sekinî û bi şiklekî bê sabir gazî mekir û xwest kêlî berî kêlîyê em birêkevin.

Çawa em ketin tirimbêlê weke biruskê em ji devê dêrî durxistin

Biqasî 1,5 seat rê em hatin gihiştin ber çamê dicle, ku tevahîya kontrola wê dibin ewlekarîya Pêşmerga debu. Piştî kontrola dawî ya Pêşmerga, şifêrê me got ji niha û şunda em di xeta (çizgîya) sordene. Bêguman min ev gotina wî weke henek (laqirdî) fahmkir. Bi qasî 40 daqayî em gihiştin Rabîha.

Careka din şifêrê me li min nerî û got heger em ji Rebîha derbasbin, êdî em derbasî çizgîya zer dibin“ ez berişim û min got hêvîya me xwedê, Tawisî Melek û Tu wî. Ew jî berişî (kenî) û got „ez jî weke weme“ Em gihiştin ber noqta qontrolê (saytarê) ya destpêka Rabîha, leşkerê liber qontrolê xwest me bisekinînê careka din ji mere got derbasbin. Piştî ku me noqta qontrolê (seytera) derbaskir şifêrê me bêhnek kur da û sitand. Min di mahdê wî anî der, ku jêre sivkayî çêbu. Piştî vê herakata şifêrê me, ez jî ketim ferqa bê çiqasî tehlîke heye, yanî rêwîtîya di vêderê re çiqasî xetere. jiber ku ne tanê tirsa terorista herwiha tirsa mezin, ya lêşkerên Hikumeta Iraqê bun. jiber ku dinava leşkerên , Iraqê´de terorist zahfbun, lewma jî rîzîko gelekî mezin bu.

Lê dîsa jî bêguman ez çiqasî di ferqa tehlîkedebum jî, min wek wan detaya tehlîkê nizanîbu.

Em bi qasî 20 deqa ji Rebîha berbi Sinunê çun, şifêrê me, cihek şanî me da û got „erhabîya (terorista) li vêderê yekî Êzîdî kuştin û yek jî birîndar kirin.“ Jiber ku şifêrê me herêm baş nasdikir, min cudatîya navbera Ereb û Êzîdîyên Şemal jê kir. Evî bi bersivek kin bersiv da pirsa min“ Ereb xwedî karin û Êzîdî karkerê wanin û got ji vir û şunda sînorê gundê Êzîdîya ye. Piştî vê gotina wî çavên min li xwezayê ma û bi qasî 10 deqa min tenê li xwezayê temaşe kir. Heta çavê te dibirî herda rast bu, hemu bikêrî cotkirin û çandinîyê dihat. Min ji xwere got bi vê axê dewletek dikarê xwe bi xwedî bikê. Bi bêdengîya min re bêdengî keta tirimbêla me jî, belkî herkesî di dilê xwede jikirîya xwe ji xwedê kir ku vê neklê jî, bi silametî ji wî cihê xeter (tehlîke) derbasbun. Bêdengîya me bi gotina şifêrê me „evaha Sinun e“ xerabu û min got heger derfet habe em li Sinunê bêhnekê bidinê, şifêrê me berişî û got „em dikarin li ba Gulê bêhnekê bistînin“ di destpêka Sinunê´de li ba Gulê me bêhnek sitend. ( Gulê keçeke 14-15 salî zîrek û ziman xweşbu. Liber dikanê bu, dikana wan diber malêde bu.)

Di pey wê rêwîtîya dibin kelkelîşka havînêde, avek cemidî bi rastî jî, dilê mirova û rihê mirova rehet dikê. Piştî vê bêhnê me berê xwe da Şingalê. Rêwîtîya me di alîyê Xanasorê re berdewamkir. Piştî ku em ji Sinunê derketin, ez berişî û min ji şifêrê me pirsî birayê hêja, ji niha û şunde xeta keske ne wiloye?ewî jî li min nerî kenîya û got“ birayê min ez gelekî xemgînim lê belê xeta kesk li Eraqê tineye“. Piştî vê gotina şifêrê me, em tevda kenîyan û dinavre Êzîdî Mîrza got şifêrê me“ma qey te sond xwarîya ku tu dilê me rihat nekê?“

Piştî ku em dinava çîya ê Şingalê re ji Şemal derbasî Baxerb bun, şifêrê me got „emê ne dinava Şingalê re herin Tilhizêr, emê dinav rêya herdîre herin Tilhizêr“ weke ku di destpêka rêwîtîya xweda, me gotibu ku şifêrê me î azade di kure medibê bila bibê. Di vê pirsa wîde me dîsa gotina xwe da wî, ewî jî berê tirimbêlê da nav axpolkê.

Rîya me diser Şingalê re 50 KM bu, di vê rê re buwibu 15 KM. Ber evarî em ketin nava Tilhizêr, ji alîyê ku em hatin ve, tilmê axê rakiribun. Di peyra hate gotin ku ev tilmê axê piştî büyera terorî hatine çêkirin. Piştî gereke dirêj me deverek dît ku em dinav tilmê axêre bikevin gund. Çiqasî mahzulvanê me li benda mejîbe, min xwest berî hertiştî cihê bûyerê bibînim. Di ketina gund de tiştê herî bala min kişand xanîyê bi axê diber hevde û kolanên fereh (cahda) piştî ku em ketin nav gund bikasi 500 metroyî em gihiştin cihê bûyerê.

Pêşî diserê minde ev derbas bu „heger kamyona TNT li vir peqîbê çawa hewqa mirov Cangorî ketin, lê gava ku ez çum ser tilmê xanîyê hêriftî û min li derdora xwe temaşekir, bi sedan xanîyê hêriftî dîtin, agir bi dilê min ket û min tane got ya Tawisî Melekê min, tu vayê mayî bisitirînê.

Çikasî ez di nav Tilhizêr´de çum ez rastî mirova dihatim ku bi destê xwe xanîyê hêriftî sadikirin. Di çavê awilîde mirov bi awayekî vekirî şepirzeyî, belengazî û bê xwedîtîya Êzîdîyên Tilhizêr didît.

Diser taqînêre 2 roj derbas buwibun ew roja 3 ê bu, lê tu alîkarîya berçav ji alîyê hikumetê an jî ên dinve xwîya nedikir. Herdu havalên min û ez, em berbi xanîyên hêriftî ku gelek mirova kavlîyê hêriftî didan alîkî ve çun.

Em gihiştin cem wan, min ji zilamekî navser pirsî, ev xanîyê weye? Evî got „na“ û mirovekî ku bi destê xwe xanîyê hêriftî kolabu, ji newqê û pêde di kurahîya xênîdebu, milê wî û serê pêçayî şanî min da û got „xwedîyê xênî ewe“ min jê pirsî mirîyê wî hene? Ewî bersiva min da û got „birayê min, ma qey kesekî bê mirî maye. 4 zarokên wî û Heyala (pîreka) wî mirine lê 2 zaroken wî hîn windana, ew jî birîndar bu çubu Nexweşxana Şingalê, îro ji Nexweşxanê hatîya û li zarokên xwe ên windabuwî digerihê. Hin em di axivîn ji kevîya xênî xorteki got „min dît vaye“ bi dengê wî xortîre em ber bi wî çun, zilamê birîndar ji xort pirsî „çi kinc lêne?“ ê xort bersivda, bes ez di axaftina wîde negihiştim çi got.

Bi bersiva wî xortîre, zilamê ku li zarokê xwe digeriha kelogirî berê xwe da min û bi çavekî melul li nav çavê min nerî û çavê xwe ne lebitandin min dît ji herdu çavên wî du rondik hatin xwar. Min Kamera xwe da havalê xwe û ew hilmez kir û em herdu biser hevduda kirîyan.

Berdewama rêwîtîyê wê di hijmara nu ya Rojnama Dengê Êzîdxan´de û di Malpera mede bê wessandin >>>>>>
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ
NIVÎSKAR
WEBHOSTING
PASIN (REKLAM)
HEVPEYVÎN
LÊKOLÎN
NAVDARÊN ÊZÎDÎ

Tekilî (Kontakt)